04 april 2022

Li mala dostekî ezîz

 

Ez û Keya Îzol do (3/4-22) çûn serdana dostê me yê hêja Bişarê mala Kosa. Di qazayeke trafîqê da ji mirinê xelas bûye. Lê şikir nuha talûke nemaye, hêdî hêdî baş dibe. Bi vê yekê em pir kêfxweş bûn.

Lê qezayeke pir mezin bûye, pir êşiya ye, hema hema sê meh di ser qezayê ra derbas bûye lê hîn jî tam nehatiye ser hêza xwe.

Ez hêvî dikim di demeke nêz da ewê bi tevayî baş bibe û vegere welatê xwe û gundê xwe, nava malbat, dost û hevalên xwe.

Ji zû da bû min çîkê Bişar nexwaribû. Mala Hawarê hêja ava ba, ji dêlî bavê xwe, wî ji me ra çîkekî bi pir xweş çêkir. Tahma çîkê wî hîn di devê min da ye.

Jixwe yê here mala Bişar tu carî bê çîk ranabe. Çîkê wek loqim bi qasî çay û qahwê îkrameke standard e, wek çay û qahwê miheqeq ew jî tê ber meriv.

 

03 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -81-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-04-03

Min Saîd Aydogmuş dît, min biryara komîtê û netîceya civîna bi endaman ra bi nivîskî dayê. XWend, îtîraz kir, got:
"Te gotiye Seîd ji xelkê pirsiye min di civînê da çi gotiye. Got ev ne rast e, min tiştekî wiha nekiriye.

Însan û umrê dewletan

W. S. Landor: Dewlet jî wek însên in, çê dibin, mezin dibin, kamil dibin, îxtîyar dibin û dimrin.

Erê rast e, wek însên dewlet jî ne ebedî ye, rojek tê dimre û tiştekî din, ya jî çend tiştên din jê çê dibin.

Lê hin caran umrê hin dewletan pir dirêj dibe, bi sedsalan dikşîne. Em nikanin li bende mirina dewleta tirk ya xwezayî bimînin, dibê em umrê vê dewleta faşîst, ceberrût kin bikin. Gerek ev dewleta irqçî, faşîst ”mezin, kamil û îxtîyar” nebe, gerek zû bimre.

02 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -80-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-04-02

Min ji Armancê ra hin nivîs, xeber hazir kirin, piştî saet deha çûm Kurdistan Pressê. Min û Nîmet Aydin nivîsên Armancê xwendin û nivîsîn. Orhan Kotan ji me ra mîzanpaja Armancê çê dike, em jî nivîsan dixwînin û dinivîsînin. Saet 01.00ê da hatim malê. Ji hal da ketibûm. 

Ji %7ê zarokên me bi kurdî zanin !

Li gorî lêkolîna Merkeza Lêkolînên Kurdî û Rawestê bi hev ra kirine li Wanê, li Diyarnekrê, li Mêrdînê û li Rihayê li dora ji %60ê dê û bavan bi kurdî dipeyivin, lê jimara zarokên bi kurdî dipeyivin ji %7 e.

Wê demê rahma Xwedê li me be, li bakurê Kurdistanê kurd bi tevayî asîmîle bûne. Tirkan bi alîkariya siyasetmedarên kurd miletê kurd helandin, qedandin.

Gava rêjeya(jimara) zarokên bi kurdî dipeyivin dakeve ji %7a tu kes, tu hêz nikane miletê kurd ji mirinê xelas bike.

01 april 2022

Hewa Swêd xapînok e

Danê nîvro(saet 11.30î da)min û xanimê ji mal da rê, em çûn meşa xwe ya rojane.
Em çer gihîştin ber gola xwe, asîman reş xeniqî, ewrekî tarî xwe berra ser me da û berfê dest pê kir, di nav çend deqeyan da erd sipî kir.

Me meşa xwe kin birrî û berê xwe da malika xwe. Bi rê da jinek û keça xwe rastî me hatin, jinikê bi îngilîzî pirsa riya metroyê ji me kir. Kayişa kûçikekî biçûk di destê jinikê da bû, kûçikekî şîrîn bû, xwe vir da, wê da hol dikir.

Cesareta medenî

Bi meriv ra(bi însên ra) cesareta medenî hebe baş e. Dibê însan biwêribe raya xwe, fikrê xwe, bîr û baweriya xwe bibêje; gava hewce be hestên xwe bide der.

Tiştê nekeve serî, rast nebîne ji bo xatirê hinekan qebûl neke, bibêje nakeve serê min, ez rast nabînim.

Dibê meriv nebe tûtî(papaxan), nebe siya xelkê.

Li ser qedexeyên meha Remezanê

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê meha Remezanê sibe dest pê dike. Li başûrê Kurdistanê û li hin welatên din îro dest pê kir.
Li gorî dibêjin li Kurdistana Federe qahwexane, pastexan ewê bi roj girtî bin, vekirina wan hatiye qedexekirin.
Aşxaneyên vekin jî ewê giş bi perde bin.
Yanî kes ewê nikanibe eşkere xwarinekê bixwe, tiştekî vexwe, cixarê bikşîne. 

Biryara girtina qahwexane û pastxaneyan şaş e, neheqî ye, dibê meriv vê biryara hukûmeta Kurdistanê rexne bike.

Çend rêz ji bîranînên min -79-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1996-04.01

*Heyder Otlu got Palaforma Hêzên Sosyalîst kongereya yekîtiyê çêkiriye.
Li hev kirine giş hêzên xwe fesh bikin û bi hev ra partiyeke sosyalîst çê bikin.
Yekîtiya wan baş e, lê bi baweriya min nikanin bi partiyeke sosyalîst, îllegal tiştekî bi ser avê xin.