04 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -27-

 Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-04

Piştî kar wek hertim dîs açûm komelê, nivîsên Armancê ji Mihemedê Hekarî ra xwend.
Bi şev Mûrad Ciwan telefonî min kir, me li helê hev pirsî. Di vê nabênê da min jê pirsî, min got,  di konferansê da di heqê Yekîtiya Çep da çi  biryar hat girtin?
Got, ”Me biryar girt em jê dernekevin, tê da bimînin.” Ji konferansê jî memnûn bû. Fena ku her tişt li gorî dilê wî bû. Tu gazin nekir.

03 februari 2022

Nêçîrvan Barzanî ne baş kir !

Ji ber ku kurd e meriv nikane her kesî bi zorê bike hevalê xwe, dilxwaz û xêrxwazê xwe.

Kurd hemû ne dostên hev in, hemû xêra hev naxwazin, alîkariya hev nakin û ji bona hev, di ber hev da dijminatiya hinekên din nakin.

Kesê tu wek dijminê xwe dibînî, dewleta tu pê ra di şer da yî ew kane wek dostê xwe bibîne, pê ra dostaniyê, havkariyê bike û qet guh nede zulma li te têkirin.

Çend rêz ji bîranînên min -26-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-03

Îro min dest bi kar kir. Hewa pir sar bû, 6 derece di binê sifirê da bû. Di çûn hatinê da meriv diqefile.

Min îro kitêba Ernest E. Ramsaur (Jon Turkler ve 1908 Îhtîlalî) qedand. Li ser Jon Tirkan û yên berî wan kibêbeke baş e. Gelek çavkaniyên ewrûpiyan jî bi kar aniye.

Ramsaur, dîrokzan e, wê demê berdevkê konlolosê Amerîka yê Stenbolê bûye.

78 sal berê dewletê gundiyê bi tirkî zanîbûya bi 4 ga xelat dikir

Ji ber ku em tarîxa xwe baş nizanin, ji ber ku tirkan em kirine wek mirîşkek gêj, lema jî em nizanin tirkan çi anîne serê me, em çiqasî perîşan û pûç kirine.

Di nav 70-80 salî da tirkan em asîmîle kirin, kirin miletekî bi zimanê xwe nizane.

Ev demeke li kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê em dikin gazî û hawar, em ji dê û bavan ra, ji malbatan ra dibêjin em ketine bextê we, zarokên xwe bişînin dersa kurdî, bira zarokên we hema çend gotinên kurdî fêr bibin.

02 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -25-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-02

Saet di 16.00a da li Stockholmê li Medborgarhusetê civînek li ser ”Bîranîna Mahabatê” çêbû. Civîn Federasyonê amade kiribû. Di civînê da 46 kes hebûn.

Elî Kemal, Mihemed Muxtedîr, Cimşîd Heyderî li ser avabûna Komara Kurdistanê, rewşa wê demê û sebebên têkçûna wê peyivîn.

Heta em nebin xwedî dewleteke xurt tirk dev ji me bernadin

Tirkiyê do bi şev dîsa Şengal, Mexmûr, Dêrik, Qereqoçan bombebaran kiriye.
Li Kampa Mexmûrê 8 kes hatine kuştin, 17 kes jî birîndar bûne.
Kuştî û birîndarên li derên din çend in, zirar û ziyanên madî û canî çi ne hîn ne diyar e.

Ev zebanî kurên zebaniyan, zalim kurên zaliman me rehet nahêlin, destê wan wer di gewriya me da ye.

01 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -24-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-02-01

Nîhayet min fahm kir Riya Azadî ji min çi dixwaze. Wek me li hev kiribû, min û Fexrî(Olçer) li aşxaneya Yilmaz hevdu dît, me hinek sohbet kir, dûra em hatin ser meselê. Got me biryar girtiye, em Roja Nû hîn baştir û hîn bi dûzantir derxin. ”Hevalên me dixwazin tu ya têkevî redaksiyona wê, ya jî bi dûzan jê ra binivîsînî…”

Şemsî

Di mahkimê da hakim ji jinikê pirsî:

-Peyê te dibêje te şemsî(sîwan) li serê wî xistiye, şemsî di serê wî da şikandiye. Rast e ya na?

Jinikê got:

-Rast e.

Hakim got:

Rê ji dila diçe dila

Li ser dil û dildariyê gelek gotinên xweş hene. Ji bo hezkirinê dilekî pak, ji bo domandinê ked lazim e. Bi gelekan ra ew dil tune. Di xortaniyê da dildarî xweş e, di extîyariyê da jî nostaljiya wê xweştir e.

Dildarî nigên meriv ji erdê dibire, meriv wek qertelekî bi asîmanan dixîne.
Meriv dike wek mişkekî serxweş û pisika malê bêminet dike, jê ra dibêje ”hodrî meydan ”!
Fermo çend gotinên li ser dildariyê: