09 september 2021

Kafka û bûk


Ev çîroka serpêhatîya nivîskarekî mezin Franz Kafka û keçikek biçûk e. Keçika biçûk li paqeke Berlînê bûka(bebika)xwe ya li ber dilê wê pir şîrîn e wenda kiriye.


Franz Kafka
dibe şirîkê xemgîniya wê û bi fantazîyeke muhteşem dibêje bûk çûye seyahetê, dixwaze bigere û dinyayê bibîne.

Dûra jî bi devê bûkê(bebikê) ji keçikê ra nameyan dinivîse û her roj dema li parqê hevûdu dibînin û li bûkê digerin nameyên ew dinivîse dide keçikê.

Ev yek heta mirina Kafka dom dike.

Çîrokeke ne fantazî ye, serpêhatîyeke bingeheke wê ya rastîn heye. Çîrok kin e, lê belê tesîra li meriv dike mezin e.

Tirk dixwazin amerîkiyan jî wek rûsan bikirin

 


Tirkiye ji bo ku hêrsa Amerîkayê daxîne dixwaze Fuzeyên Patrîot jê bikire. 
Tirkan bi S-400- rûs kirîn. Nuha jî dixwazin bi Patrîotan amerîkiyan bikirin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotiye, ”buha be jî em dixwazin bikirin.”

Tirkan berê gotin ji ber ku Fuzeyên Patrîot pir buha ye ew nakirin û ji dêlî wê ve S-400ê rûs dikirin.

08 september 2021

Fikrên me cihê bin jî dijminê me yek e

Halê me kurdan dişibe halê kesên bêmal, bêxanî, li kuçe û kolanan dijîn.

Ji dêlî ku em kurdên ji her fikrê û baweriyê bibêjin, emê çawa bibin xwedî mal, xwedî xanî, em li ser deqor û mobîlyayên hundur malê ketine gewrîya hev.

Çima em hewqasî ji zimanê xwe fedî dikin ?

Endamê Konseya Serokatîya PDKê Alî Ewnî di axaftina xwe ya civînekê da dibêje:
”Ziman ji bo milletên din amarê pêwendiyê be, zimanê kurdî ji bo me hebûna me ye."

Xortekî bi navê Şiyar Şerîf Berazî jî gotiye, ”bira, were ez ji te ra rastiyekê bibêjim.“Li nava Hewlêrê menu û tabelayên gelek cafê û restorantan ne bi Kurdî ne. Li gelek cîhan karmendên kurd jî nîn in.”

07 september 2021

Zewac

Rojekê Sokrates û xanima xwe pevdiçînin. Jinikê çi digot wî deng nedikir, lê gudarî dikir. Jinik ji hêrsa dîn bûye, satilek ava sar bi ser serî da kiriye.

Sokrates gotiye:

-Piştî hewqas gurre gurre tavan û şîrqîna birûskan jixwe ez li bende xunaviyekê bûm.

Di tarîxa tirkan da qetlîam pir in


Tirkiye bi destê merivên irqçî, faşîst û bi metodên çetewarî, talankir ava bû.

Tirkan bi qetlîama 6-7ê îlona 1955a qira rûman anîn. Rûmên ji jenosîdê xelas bûn di sala 1964a da ji kok da paqij kirin, bi darê zorê giş celî Yûnanîstanê kirin û li ser mal û milkên wan rûniştin. Û ev qetlîam û tehcîr ji wan ra ma.
Eynî tişt gelek caran anîne serê me. Îro jî tiştên ji wî xerabtir jî dikin.
Şeş sal berê di şerê xendekan da Diyarbekir-Sûr, Lice, Farqîn, Nisêbîn, Dêrik, Silopî, Cizîr, Şirnex û gelek derên din bi tank, top û rakêtan wêran kirin, bi hezaran însan kuştin.
Ev qetlîam jî ji wan ra me.

06 september 2021

Meriv nikane tirkî li kesî qedexe bike, lê meriv ne mecbûr e wek wan bike

Meriv nikana tirkî li kesî qedexe bike. Ev eşkere ye.
Ya din jî her kesê bi tirkî dinivîse ne xerab e.
Nivîsînî bi tirkî ya jî bi kurdî însên baş û xerab nake. Dibê ew jî were zanîn.
Lê li gorî fikrê min nivîsîna bi tirkî îro zirareke mezin dide me. Ez viya tim dibêjim.
Lê bi vê dîtinê, bi vê gotinê ez nabêjim her kesê bi tirkî dinivîse xerab e, dijminê min e.

05 september 2021

Li ser serdana CHPê ya Kurdistanê

 


Heyeteke CHPê çûye Kurdistanê. Gelek kes bi vê serdana heyeta CHPê kêfxweş bûne û hin teorîyan, hin speklasyonên xeyalî çêdikin.

Bi silavekê, bi serdanekê ne tirk guherîne, ne jî me tiştek bi dest xistiye.

Deh sal berê heyeta AKPê û Erdogan jî çûn Hewlêrê. Xwe pir dost û samîmî nîşan dan. Lema jî Erdogan û heyeta xwe bi Mesûd Barzanî ra sitrana ”vira Yêmen e” jî gotin.

Corona malxerab tu tahm û lezet di jiyanê da nehîştiye

Tirsa ji epîdemîya Covîd-19ê(Coronayê) jiyan gelkî feqîr û ne xweş kiriye, tahm di jiyanê da nehîştiye.
Ka ew rojên berê, ka ew azadîya berê ?
Giş bûn xewn û çûn...
Em bûne gerrokên, muptelayên medyaya sosyal.

Em her roj wexteke pir dirêj, belkî jî nîvê roja xwe di medyaya sosyal da derbas dikin.