21 september 2026

Erdogan gotiye ewê cara 4a jî bibe namzetê serokatîyê

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Ucum çar roj berê, di 17ê mehê da got, hilbijartina serokkomariyê ewê di hezîrana 2018a da çêbibe û Recep Tayyip Erdogan ewê careka din jî bibe namzet. 

Li gorî qanûnên Tirkiyê şexsek tenê du caran kane bibe serokkomar, Erdogan 3 caran bû, lê ewê cara 4a jî bibe.

Min berê jî çend caran got, Erdogan heta sax be ji ser wê kursiyê danekeve; ewê heta mirinê serokê Tirkiyê be. Qanûn, manûn ji bo wî ne muhîm e, ew li hev radigire.

20 september 2026

Amedsporê li Amedê qertelê Beşîktaşê basko kir


Amedspor
li seha xwe li hemberî Beşîktaşê 3-2 bi ser ket. Kêfxweş bûm û serketina Amedsporê li lîstikvan û alîgirên wê û pîroz dikim.

Ne Amedspor tenê, kîjan taximê Kurdistanê li hemberî taximekî tirk bi ser keve kêfa min tê, çimkî taximê welatê min e.

Di kîjan sporê da dibe bira bibe, dixwazim kurd zora tirkan bibin, tim kurd qezenc bikin.
Dibê her kurd wiha bifikire, ji sporciyên welatê xwe hez bike û serketina wan bîne.

Micadela me ya ji bo azadîyê dom dike

Li ser micadelê û liberxwedanê Shakespeare tiştekî rast û xweş gotiye:
-Li dera te lê qezenc nekir, tu lê têk çû mesekine, yên zeîf wer dikin, li wir disekinin.
Derîyê li te hat girtin careke din lê nede, kesên bêçare careke din li derîyê lê wan hatiye girtin dixînin.
///Shakespeare

Di serîhildana xwe da vê carê em bi ser neketin, me nikanîbû zora dagirkerên welatê xwe bibira, ev rast e. Lê me dev ji micadela xwe bernedaye, em nequdûmşikestîne.

19 september 2026

Hêzên îslamî dixwazin Ewrûpayê jî bikin wek welatên xwe

Li dinyayê tu welatekî îslamîst îdare dikin ê di nava rehetîyê û huzûrê da ye tune ye. Li her welatê îslamîst li ser hukim in, milet perîşan e, zulm heta qirikê ye, azadî, demokrasî tune ye, şer û teşxele ye, însan jê direvin.

Îslamîstan, misilmanan welatên xwe kirin cahnime, milet perîşan kirin, nuha jî dixwazin Ewrûpayê jî bikin wek welatên xwe; li Ewrûpayê jî azadî û demokrasîyê nehêlin.

Wext wek ava çeman diherike

Wext diherike

Wext diherike wek ava çeman
Tu kes nikane bêje hinekî raweste zeman
Çirûskek bû xortanîya temen
Çû û winda bû di nava xeman

Do li dû ma, îro jî rêwî ye bar dike
Wek tike-tika seetê temen kin dike
Por spî dibe, rû diqermiçe
Wexta bêbext her tiştî tarûmar dike

18 september 2026

44 welatan zulma li Afganîstanê li jinan dibe şermezar kirin, ji 57 welatên misilman welatekî tenê beyan îmze kiriye

Do li Neteweyên Yekbûyî  44 welatan bi beyaneke mişterek ji ber zulma li jinan dibe hukûmeta Afganîstanê rexne kirine. Di nav 44 welatan da welatek tenê, Îmarata Erebî tenê misilman e; 43 welatên din yên xiristîyan û ne misilman in.

57 welatên misilman hene, ji 57 welatan, welatekî tenê, Îmaratê tenê zulma li Afganîstanê li jinan dibe şermezar kiriye. Ji cîhana îslamî, ji welatên misilman ra rûreşîyeke ji viya mezintir tune ye.

Hewcedarîya însên bi qasî bi nan heye, bi şerefê jî heye

Ji bo însên şeref, şexsîyeteke pak, saxlem gelkî muhîm e. Şeref, nirxê manevî yê qedir û rûmeta însan, civat dide meriv e.

Hewcedariya însên bi nan tenê tune ye, bi hesîyet, şerefê jî heye. 
Ji bo wê jî dibê meriv li şerefa xwe miqate be, wek roniya çavên xwe biparêze.
Merivê bêşexsîyet, bêşeref xwedî çi bibe jî, xwedîyê kîjan meqamî be jî ne tu tişt e, bêqîmet e, qurişekî nake.
Pêşiyên me gotine, Xwedê kesî ji şerefê neke !

17 september 2026

7 namzedên kurd ketin parlamentoya Swêd


Encamên dawî yên hilbijartinên Swêd îro resmî eşkere bû. Mixalefeta çep(sor û kesk)bi ferqeke pir hindik, bi sê parlamenteran serketina xwe îlan kir. Serokwezîr Ulf Krîstersson îstîfa kir, heta hukûmet ava bibe ewê li ser hukûm be. Avabûna hukûmetê pir zahmet xuya dike, çimkî di çepha çepta partiyên li dijî hev hene.

Partîya çep(V)dibêje gerek em têkevin hukûmetê, ya na em destegê nadin hukûmeta sosyaldemakratan. 

Hin siyasetmedar dixwazin rexnekirinê li kurdên li Ewrûpayê dijîn qedexe bikin

Li ba heval dostên PKKê û partiya DEMê kultureke ne xweş, kultureke şaş heye, rexneyên kesên li dervayî welêt dijîn qebûl nakin, tinazê xwe pê dikin; dibêjin aya werin vir bixebitin, ya jî devê xwe bigrin, me rexne nekin.

Li gorî wan, kurdên li Kurdistanê najîn û ne di nava xebata sîyasî da ne, gerek xebata wan, sîyaseta wan rexne nekin, ya dibê ji wan ra li çepikan xînin, ya jî devên xwe bigrin, wan rexne nekin.
Çimkî ji kesên wan rexne dikin ra dibêjin,”ji derva zimandirêjiyê mekin, hûn mêr in werin vir, werin bixebitin û tiştê baştir bikin…”