31 december 2022

Him sal qediya him bîranînên min

Min îsal 333 rojan, her sibe bîranînên xwe, notên xwe yên rojane nivîsîn, we jî ew xwendin, min nivîsî, we xwend, nîhayet îro dawî li wan hat, qediyan.
Yanî tûrik vala bû, min dawşand û bi darda kir.
Diya min rahmetî çaxa karek diqedand, digot, ”karê Xwedê qedandin e.”
Wele Xwedê tu karî ji kesî ra naqedîne, yên karan diqedînin însan in. Lê gotineke xweş e, ez jî carnan bi kar tînim.

Li dinyayê karê neqede tune ye. Çi kar dibe bira bibe, meriv bixebite zû dereng diqede.

Bîranînên min jî îro qediyan.

Sala we ya nû pîroz be !


Îro roja dawî ya sala 2022a ye. 13 saetên din emê ji vê sala qebîh, ji bo me kurdan mişt êş, derd û felaketên mezin bûn xelas bibin û têkevin saleka nû.

Sala 2022a li herçar perçên Kurdistanê jî ji bo miletê kurd saleka pir xerab bû.

Hêvî dikim di sala 2023a da kurd yekîtiyeke netewî çêkin, em ji vî halê xerab xelas bibin û rojên xweş bibînin.

Çend rêz ji bîranînên min -334-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-31

Îsal jî li surgûnî derbas bû. Şeş sal qediyan, sibe dikeve sala hefta. Ez her sal dibêjim, ”îsla jî li surgûnê derbas bû, lê înşela salê tê emê serê salê li welatê xwe pîroz bikin.”

Sal salan diqulibînin lê em hîn jî nikanin vegerin welatê xwe. Ezê çend salên din vê neqaretê dubera bikim ez nizanim.
Ez texmîn û tirsa dilê xwe nadim der lê ez bawer dikim ev surgûn ewê pir dirêj bajo.

Sal bi sal xwezî bi par, her ku wext derbas dibe dijminê me xurttir, em jî zeîftir dibin. Yanî wext ne di lehê me da, di leyhê me da xuya dike.

30 december 2022

Pûlisên kurmancî zirareka mezin didin kurmancî

Kurmancîya reben û bêxwedî di destê me da bûye lîstokeka zarokan. Yê herî nezan jî wek pisporê zimên pê dilîze, aqil dide însanan.

Hin kesên haya wan ji îmlayê tune ye di medyaya sosyal da wek etîmologan, wek lînguîstan dersê didin xelkê, gotinên dibê em di nivîsên xwe da bikar bînin pêşniyar dikin.

Di destên her yekî da mercekek heye, kî gotineke ”RESEN” ne kurmancî bi kar bîne, wek pûlisên trafîkê di cî da dibêjin ”stop! stop!”, ev gotin ”RESEN” ne kurmancî ye !

Li gorî van pûlisên trafîkê dibê em peyvên erebî, farisî, tirkî ya jî ji zimanekî din bikar neynin, ji dêlî wan gotinên ”RESEN” kurdî bikar bînin.

Tirkiye neyartiya xwe ya bi kurdan ra tu carî venaşêre

 

Li Stenbolê bexçeyekî  bi navê ”Parka Aştiyê ya Cîhanê ” heye. Li kêlek deriyê parkê li ser lewheyekê bi gelek zimanan "Aştî" hatiye nivîsîn.
Tenê kurdî tune ye.
Çimkî yên dewleta tirk îdare dikin û yên ew lewhe danîne wira ji kurdan û ji kurdî nefret dikin.
Naxwazin li ser lewheyekê jî navê kurdî hebe. Heger ji destên wan were ewê kurdan û zimanê wan ji kok da ji ser ruyê dinyayê rakin. Ev yek meram û daxwaza wa nya miştereke.

Ev ne cara pêşî ye tiştekî wiha dikin, hetanî nuha gelek carên din jî wiha kiriye.

Çend rêz ji bîranînên min -333-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-12-30

Min îro ji Akîko Yamada japonî karteke serêsalê girt. Ji Tokyoyê  poste kiriye. Wer xuya dike hîn li Tokyoyê dimîne. Dosteka kurdan a baş e.
Dema li Şamê erebî û tarîxa îsalmê xwendiye çend xwendekarên kurd nas kirine. Dûra bi wan ra çûye Kurdistana Rojava, Qamîşloyê, Diyarbekrê û di nava 9-10 mehan da kurmanciyeke baş fêr bûye. Kurmanciya wê ya nifîskî jî pir baş e.

29 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -332-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-12-29

*Do danê êvarî ez, Abid Dundar û Salim Çelîker em çûn serdana Mahmûd Baksî. Ji zûda bû min nêt kiribû herim serîyekî bidimê, bîstekê pê ra heneka bikim.

Lê nizanim çima wer li hev nehat û ma hetanî îro. Axirê do êvarî li hev hat ez, Salim û Abid em çûn.

Bi serdana me pir kêfxweş bû, çer dîtin rken hat ruyê wî, êş û jana xwe ji bîr kir û got, wey wey, wey, hela mêze kî hatin?. Me tavilê sohbet geş kir, dest bi henekan kir.
Mahmûd yekî nuktdan e, sohbeta wî xweş e, cimata wî şên e.

28 december 2022

Nexweşiyê hîn bela xwe ji min venekiriye

Gelî dost û hevalêz ezîz, wele hîn baş nebûme, taqeta min anivîsînê tune ye.

Ez texmîn nakim korona be, bapêş e(zekem e), ewê derbas bibe, lê ewê wextê bigire.

Her cara ez bi vê şewba(epîdemiya)pîs dikevim li min pir giran dibe.

Bîvila/pozê min dixetime, nikanim bîna xwe bigirim. Ev jî dibe sebebê ez nikanim rakevim.

27 december 2022

Hinekan ez nezerî kirim

Xêrnexwazan ez çavînokî kirim. Ez nezerî bûm. Çîka bêruyekî li min ket, edî ez ne yê xebatê me, di nava nivîna da me.

Bi texmîna min ev nezera hewqasî pîs, hewqasî bi tesîr ya yekî tirk e.

Çimkî yên herî pir xêra kurdan naxwazin, dixwazin kurd giş kel û kût bibin, nexweş bikevi tirk in; ji bo ku nikanibin li dijî Tirkiyê karekî bikin. Meydan ji wan ra bimîne.

Ez î ez sipî, saxlem bûm, wek fêrizekî bûm, min digot ez bi şûran nayêm xwar, nexweşî, mexweşî nikane bi semta min keve.