30-40 sal berê kesên der û dora me, dost û hevalên me, dê û
bavên me hewqasî li pey hev nedimirin.
Em ciwan bûn, wê demê ne wexta mirina
wan û me bû. Lê nuha em hatine nêzî dawiya rê, roj tuneye yek du kes ji nav me
kêm nebin. Her roj em rahmê li çend miriyan tînin.
Em ketine demsala (mûsima) payiza dawî, em yek bi yek dikevin binê axê. Her
kes zane mirin heye, rojekê ewê were li deriyê meriv jî xe.
Lê dîsa jî kes
naxwaze mirina xwe qebûl bike, meriv tim wek merivekî nemir hereket dike.
Mirî diherin xelas dibin, derd dimîne ji yên zindî ra.