25 maj 2011

Sipasiyek ji dil ji bo hemû hevalên wefadar

Di nivîsê da ya herî zor rêza destpêkê ye, heger rêza serî ne xweş û bi îsabet be nivîs jî xweş nabe û xweş naqede.

Min ev zahmetî nuha bêtir his kir.

Gerra min ya Kurdistanê û Tirkiyê tam 35 rojan ajot. Ez do danê êvarî gihîştim Stockholmê. Ji ber ku ez gelkî westiyayî û bêxew bûm loma jî ji do da ye radikevim.

Bîstik berê min hin rismên rêwîtiya xwe di facebookê da weşandin. Yên mayî jî ezê dû ra biweşînim.

Ji ber ku ez ji teknîka înternetê qet fêm nakim loma jî di weşandina fotografan da zahmetiyê dikşînim.

Di nivîsa xwe ya îro da ezê qala rêwîtiya xwe nekim, ezê tenê sipasiya wan dost û hevalên ku ez kirim mîvan û bi min ra bûn alîkar bikim.

Ez destpêkê çûm Hewlêrê, dû ra çûm Kerkûkê, Silêmaniyê û Helebçeyê. Çûm herêma Berzan, ser gorra Mele Mistefa Berzanî.

Çûm Herêma Şengalê û ziyareta Laleşa Nûranî. Çûm seyrana Geliyê Elî Begê, Dihokê, Zaxoyê.

Di van gerên xwe da min gelek cî û bajarên din jî dîtin ku nuha navên wan nayê bîra min.

Li Kurdistana bakur jî ez çûm Silopiyê, Cîzîrê, ser Gora Mem û Zînê, Medreseya Sor, Birca belek û gelek cî mizgeftên din.

Ji Cizîrê ez çûm Qoserê(Qiziltepe), Mêrdînê, Diyarbekrê, Swêregê, Rihayê, Wêranşarê, Entabê, Mêrsînê, Anqerê û Stenbolê.

Li van bajaran min bi sedan dost, nas û heval dîtin, ez bûm mîvanê gelek hevaln.

Gelek dost û heval di ber min da gelkî westiyan û zahmetî kişandin. Jimartina hemû navan ne mimkûn e.

Lê li gel vê jî di huzûra we da ez dixwazim navên çend dost û hevalan bibêjim û sipasiya xwe pêşkêşî wan bikim.

Ji van hevalan yek jê Mistefa Ozçelîk e ku dostaniyeke pir mezin nîşanî min da û bi min ra gelkî westiya. Bêyî alîkariya wî gerra min ya Kurdistana azad ewê hewqasî xweş derbas nebûya.

Ji bo ku tevgera Dr. Şivan û DDKD-ê kesekî wek Mistefa Ozçelîk gîhandiye û ji bo ku hevalekî min ê wek wî heye ez pir kêfxweş û serbilind im.

Ji bo vê alîkariya wî ez ji dil sipasiya wî dikim.

Li Kurdistana bakur jî bismamên min Ekrem û Lokman û A. Kadir, xwarziyên min Muzafer, Murad, Orhan û M. Alî, Sînan Demir, Zehir, Îzet Kandemîr, Hasan Gonullu, Mehmet Keskîn, Ahmet Yildirim, Mehmet Erol, Umer Acar, Mistefa Gunhan, Nûrî Înan dostaniyeke pir mezin nîşanî min dan û di ber min da pir westiyan. Ji bo vê nêzîkayî û zahmeta van hevalan ez pir û pir sipasî wan dikim û dibêjim mala hemûyan ava.

Bi vê hevaltiya ji dil wan ez tu carî tenê nehîştim û gelkî kêfxweş kirim.

Hevalê baş weke şûrê Şamê ye, di roja teng da ji meriv ra lazim dibe. Ev yek min di vê gera xwe da baştir dît. Ez çûm kîjan bajarî miheqeq çend dost û heval ez hatin pêrgî min û ez tenê nehîtim.

Di vê nabênê da dibê ez navê birayê xwe Fuad jî ji bîr nekim, wî jî weke rêberekî ez li Stenbolê qulik bi qulik gerandim. Lê ya xerab di gerê da ez bi bezê jî nedigihîştim wî. Ew dimeşiya ez dibeziyam, lê dîsa jî ez tim 10- 15 gavan li pey wî bûm. Ez bawer dikim careke din ezê hew kanibim rêbertiya wî qebûl bikim.
Birayê min Berzan jî li Mêrsînê 3 rojan ez baş gerandim, ez birim gelek ciyên dîrokî, gelkî westiya. Min nizanîbû li Mêrsînê hewqas cî û warên dîrokî hene. Ji bo van gerandinên li cî û warên xweş ez sipasî wî, xanimawî û bûrayê wî dikim.

Wek min li jor got, îşev ezê qala rêwîtiya xwe nakim, nivîsa xwe bi sipasiya dost û hevalan biqedînim.

Sibe ji bo nivîsa pêşî ezê qelema xwe tûj bikim…

Destbiratiya kûçik û gur

Dibêjin hebû tunebû, rûviyekî gelkî şît û fenek hebû. Rojekê dîsa ji xwe ra derketibû nêçîrê. Carê bala xwe dayê bavo çi bibîne, ji hember da gurekî tu dibê zebeleh û kûçikekî gurxenêqî bi qasî hespekî bi hev ra xwe li ba dikin û tên.

Rûvî bi vê hevaltiya kûçik û gur matmayî ma û ji xwe ra wiha fikirî:

- Bi qasî ku ez zanim, kûçik û gur dijminên hev yên qanîqanê ne, tu carî ne ji hev hez dikin û ne jî xêra hev dixwazin. Îcar ez qet fêm nakim nuha çawa kanin bibin hevalên hev û bi hev ra bigerin?

Dawiya dawî xwe ranegirt, çû ji kûçik û gur pirsî, got:

-Heger pirs ne eyb be min meraq kir, gelo sebebê hevaltiya we çi ye? Tiştê ez zainm hûn neyarê hev in.

Kûçik li rûvî vegerand, got:

- Şevê çûnî(do bi şev) gur bi keriyê me ket û mîhake me xwar. Ez jî bi pey gur ketim, lê min kir nekir min ew zeft nekir. Dema ez vegeriyam cem kerî, şivên li min xist, bi min da xeyidî, gelek gotinên ne baş ji min ra kirin. Li ser vê, ez jî ji şivên xeyidîm û çûm bûm hevalê gur. Yanî sebebê hevaltiya min û gur şivan e, ji ruyê şivên da ez bûme hevalê gur.

Rûvî mizicî(keniya), got:

- Piştî ku sebebê hevaltiya we şivan e,
Bawerî di nabêna we da çênabe tu caran e,
Ev yek gotineke zêrîn û şîreta bav û kalan e.

Xemîşoka min li diyara, rahme li dê û bavên guhdaran, bêyî fesad û gelacên ber dîwaran.

19 april 2011

Bi xatirê we!

Erê erê, nîhayet va ye ew rojî hat û ez sibe diçim Kurdistana Federe.
Min dixwest di vê nivîsa xatirxwestinê da bi we ra hin laqirdiyan û qala eksî û serpêhatiyên xwe yên do û îro yên berî çûyinê bikim, lê nuha qet ji dilê min nayê.
Biryara Heyeta Hibijartina Bilind ya Tirkiyê (YSK)ya do bîna min pir teng kir û zewq û şeqa min a nivîsê daxist dereceya sifirê.
Ev du roj in li gelek bajarên Kurdistanê bi sedhezaran kurd daketine kolanan û vê biryara YSK-ê protesto dikin, di van protestoyan da bi sedan kurd hatine girtin û birîndar bûne.
Di rojeke wiha da hema qet ji dilê min nayê ku ez henekan û qala hisên xwe yên rêwîtiyê bikim.
Ya rast ez nuha dixwazim tenê li ser vê zulma dewletê rawestim û tenê wê ji kûrayiya dilê xwe şermezar bikim.
Vê dewletê ev serê 90 salî ye ku destê xwe kiriye gewriya kurdan û nahêle kurd weke her miletî serbest û azad bijîn.
Jiyan li me kirine zindan.
Heta em mafê xwe yî herî însanî, herî demokratîk jî ji wan distînin, di zar û bîvila me ra tînin.
Ev biryara YSK-ê siyasî ye, tu têkiliya wê bi huqûq miqûqê ra tuneye.
Dewlet dibêje em nahêlin hûn kurd siysetê bikin û têkevin meclîsê.
Girtiyên doza Ergenekonê ji CHP-ê dibin namzet û namzediya wan red nakin, ya Erdoganê ku wî jî berê ceza xwariye red nakin, lê yên kurdan red dikin.
Ev mesele ne mesela BDP-ê tenê ye, meseleyeke milî ye, loma jî dibê hemû hêz û partiyên kurdan û hemû kesên welatparêz li dijî vê biryara YSK-ê derkevin.
Bala xwe bidinê, xwedêgiravî min dikira qala rêwîtiya xwe bikira lê ez çûm di kuve derkerim, min qala çi kir...
Bi rastî vê biryara YSK-ê ez ji kêf da xistim.
Ku ez vegerim ser mesela rêwîtiya xwe.
Wek min got ez sibe diçim Kurdistana başûr.
Heta nuha min wira nedîtiya, dibê ez herim dewleta kurd ne tenê di xewn û xeyalan da, bi fizîkî û di rastiyê da jî bibînim.
Weke kurdekî, cara pêşî li bajarên kurdan bi kurdî bijîm, bi her kesî ra bi kurdî bipeyivim û tu carî mecbûrî axaftina tirkî nebim.
Yek carê jî rastî leşker û pûlisên tirkan neyêm.
Li her derê, li her kolanê ala wan ya sorsorik weke şûjinan nekeve çavê min…
Çend rojan hilm û bîna azadiyê tenefuzê dil û hinavê xwe bikim û dû ra jî berê xwe bidim Diyarbekrê ba kokima diya xwe û ji wir jî xwe bigihînim Wêranşara xopan, bajarê xaroktiya xwe.
Ezê çend rojan li van deran bimînim ez baş nizanim.
Ji ber ku ez merivekî bêmal û bêhal im, heger yê xelkê ”pisikeke” wan tunebe, yê min jî bira pisik li wir bimîne, dareke min ya çandî jî tuneye ku ez li ber siya wê rûnim.
Wêranşara ku min 31 sal berê li pey xwe hîşt zûda çûye rahmetê, loma jî Wêranşara nuh min nas nake, deriyê dilê xwe ji min ra venake û min nahebîne.
Loma jî ez li Wêranşarê xwe pir tenê, weke sêwiyekî bêsitrar yê li kuçamayî his dikim…
Lê dîsa jî destê min jê nabe, ez dikim û nakim nikanim vî bajarê ku min 30 salî di xewn û xeyalên xwe da bi evîndariyeke mezin xwedî kir û da jiyandin ji bîr bikim û ji dilê xwe bavêjim…
Destê min lê nagere, ezê cara duyem jî herim xwe bajim bextê wî, hela ka ez binêrim îcar dilê me ewê çiqasî li hevûdu rûne?

Toz Beg

Dibêjin rojekê rûvî dîsa gur xapandibû û dijminatî ketibû nabêna wan. Gur li her derê li rûvî digeriya.
Rûvî jî zanîbû gur li pey wî ye. Lema jî rûvî tim bi semt û tedbîr digeriya.

Dawiya dawî rojekê gur li ser çemekî rastî rûvî hat. Dema çavê gur li rûvî ket, di cî da êrîş bir ser.
Rûvî baz da, gur jî da ser piştê. Rûvî ji hewla ruhê xwe çû xwe avêt hundurê aşekî li serê çiyê.
Qerêş carê hew dît ku wa ye rûvîyek bi helkehelkeke mezin xwe avêt ji hundur êş da. Qerêş bi hawakî matmayî got:
- Birakê rûvî te xêr e, çima wiha helkehelka te ye?
Rûvî got:
- Birakê Qeraş, qet mepirse, gur li pey min e, ku min bigre ewê min perçe perçe bike. Ez ketime bextê te zû min veşêre, hîn gur nehatiye.
Qerêş bala xwe dayê bi rastî jî rûvî dike ji tirsa biqutife. Rabû bir ew di axurê kerên aşvanan da veşart û derî li ser girt.
Bîstek derbas bû, îcar gur hat ket hundurê êş. Ji qerêş ra got:
- Ka rûvî li ku ye, zû nîşanî min bide. Min sonda wî xwariye, ezê îro wî zîfêl zîfêlî bikim.
Qerêş got:
-Birakê gur, hela were hinekî westa xwe bigre û bîna xwe fire bike. Dûra emê bi hev ra li rûvî bigerin.
Bîstek derbas bû qeraş hêdî hêdî li ber rûvî geriya û jê ra got:
-Birakê gur, tu bi ya min dikî tu yê xwe bi ber teqala rûvî nexînî. Ji bo te şermeke mezin e tu didî pê rûviyekî şekalan û dixwazî jê heyfê bistînî. Ma rûvî hempayê te ye? Ez di şûna te da bim ezê rûvî efû bikim. Heger tu pêşniyara min qebûl bikî, emê hersê wek bira bi hev ra bijîn. Va ye arvanê me pir e, sibe dusibe ewê etar jî werin, emê ji xwe ra hinek mêwe(fêkî) û şîranî jî ji wan bikirin. Yanî tu kêmasiyeke me namîne, ewê kêf kêfa me be.
Dema qala xwarinê bû, tamarên gur tavilê sist bûn û pêşniyara qerêş qebûl kir, got baş e, min ew efû kir.
Bi vî hawî qeraş, rûvî û gur bûn destbirakên hev û demekê bi hev ra jiyan. Lê rûvî ji alî gur va ne piştrast bû, tim jê bi fikar bû, dixwest bi hawakî ji rûvî xelas bibe.
Rûvî rojekê qeraş xewle kir û jê ra dest bi fesadiya gur kir, heta jê hat paşgotiniya gur kir û dûra jî got:
- Birakê qeraş, were em xwe ji gur xelas bikin. Heta gur li vir be ji me ra tu rehetî tuneye.
Qerêş bi tirs got:
- Law rûvî, malneket, tu çawa diwêrî wiha bibêjî? Ma ne gur bibihîze ewê min jî û te jî bixwe.
Rûvî got:
- Tu tenê bibêje belê û bi ya min bike bes e, ya din pir hêsa ye.
Qerêş got:
- Çawa, hela ka ji min ra bibêje:
Rûvî got:
- Tu ji min ra bihêle. Tu yê nuha herî ba gur û jê ra bibêjî, dibê em kevire aşê xwe niqar bikin. Û ji bo ku em kanibin niqar bikin jî dibê yekî bi qewet tayê êş (kevirê êş) bilind bike û têkeve binî. Îcar di nav me da jî yê herî bi qewet û xurt tu yî. Lema jî dibê tu ji me ra tayê êş bilind bikî. Gur ehmeq e, ewê bi van gotinên te bixape û bibêje erê. Îcar dema ket bin kevir, emê kevir berdin ser û ewê di binî da bibe nanik û bimre. Bi vî hawî emê jê xelas bibin.

Qerêş bi dudilî got baş e û lêxist çû ba gur. Gotinên rûvî jê ra gotibûn bi zimanekî nerm û şîrîn hemû ji gur ra gotin.
Û bi rastî jî gur pêşniyar qebûl kir. Piştî ku gur pêşniyara qerêş qebûl kir, hersê rabûn bi hev ra çûn tayê xwe(kevirê xwe) rakin û niqar bikin.

Wek ku berê li hev kiribûn, gur çû ji bin da ket bin kevir û qeraş û rûvî jî ji jor da bilind kirin.
Dema kevir bilind bû û gur baş ket binî, rûvî û qerêş ji jor da ew bera ser gur dan, gur di bin da pelixî, bû nanik.
Piştî mirina gur bi çendakî, rojekê rûvî ji xwe ra got, qerêş heta nuha gelek çêyî bi min kir, ez ji mirinê xelas kirim. Dibê ez jî çêyiyeke baş pê bikim.
Ji xwe ra kûr û hûr fikirî, got ez çi bikim, çi nekim? Ji nişka va hat bîrê ku qeraş î azib e. Got weleh ya herî baş ez wî bizewicînim û him jî bikim zavê mîr û paşan.
Piştî ku rûvî ev biryara xwe da, rabû ket rê û berê xwe da bajarê paşê. Pir çû, hindik çû, çû gihîşt qesra paşê.
Di oda paşê da du kursî hebûn, yek ji zîv bû û yek jî ji zêr bû. Ya zîv ji bo mîvanan û ya zêr jî ji bo xwazgîniyên keça paşê bû.
Rûvî çû li ser kursiya zêrîn rûnişt. Bîstek derbas bû yawer û xulamên paşê bi hatina rûvî hesiyan, hatin bala xwe danê ku wa ye rûvî xwe li ser kursiya zêrîn pik kiriye. Yawer û xulam aciz bûn, bi rûvî da qeherîn, gotin:

- Zû ji ser wê kursiyê rabe !
Rûvî ji ser kursiyê ranebû û bi hawakî bêtirs ji wan ra got:
-Çima hûn xwe wiha dixeyidînin? Ez jî wek her kesî xwazgînî me, hatime keça paşeyê we ji paşeyê xwe Toz Beg, lawê Çeqçeq Paşa ra bixwazim.
Dema rûvî wiha got, hemû wezîr, yawer û xulamên paşê mit û mat man. Ji mecbûrî rabûn çûn xeber dan paşê, gotin hal mesele wiha ye, rûvî li ser kursiya zêrîn rûniştiye û dibêje ez xwazgîniyê keça we me.
Paşê emir da, got rûvî bînin ba min.
Rabûn rûvî birin huzûra paşê. Rûvî ji paşê ra got:

- Paşayê min, ez bi emrê Xwedê û bi qewlê Pêxember keça te ji paşayê xwe Toz Beg, lawê Çeqçeq Paşa ra dixwazim.
Paşê, navê Toz Begê lawê Çeqçeq Paşa qet nebihîstbû. Lê di dilê xwe da dixwest keça wî bi mîr û paşakî ra bizewice û ew jî bibe xezûrê paşa. Lema jî ji rûvî ra got:
- Ez keça xwe bi vî hawî nadim. Here Toz Begê xwe bîne vir, bira ew û keça min hevdu bibînin, hela ka keça min bi wî qayil dibe ya na. Dema hevdu ecibandin, emê biryareke xêrê bidin.
Rûvî got baş e û rabû berê xwe da ba destbirakê xwe yê qeraş. Çû ji qerêş ra got zû deriyê êş bigre û bide dû min. Qerêş got:
-Law rûvî, malxerab, tu dikî min rebenî bi ku da bibî?
Rûvî got:
- Qet dengê xwe neke, zû bide dû min, ezê te bikim zavayê paşa.
Qerêş rabû da dû rûvî.
Rûvî bir qeraş xist nav çem û bi nahpirûkan vêket, ew baş şuşt, kir wek pîvazeke nûqeşartî.

Piştî ku qeraş ji qilêr, ard û teniya qeraşiyê baş paqij bû, her du ketin rê û berê xwe dan mala paşê. Dema ketin nav tixûbê paşê rûvî fikirî, ji xwe ra got:
- Va ye em diçin mala paşê û min gotiye ku zavê we beg e û lawê Çeqçeq Paşa ye. Îcar dema em bi van qerpalan herin kê ji me bawer bike ku ev beg e û lawê paşê ye. Lema jî dibê em ji van kincan xelas bibin.
Piştî ku ji xwe ra wiha fikirî, vegeriya ser qerêş û jê ra got:
- Zû van kincan ji xwe bike!
Qeraş şaş ma, her çiqas nexwest xwe tazî bike jî, lê rûvî israr kir û got:
- Dibê tu kincan ji xwe bikî. Dema tu van qerpalan ji xwe nekî, tu nikanî bibî zavayê paşê.
Axir rûvî kincên wî bi zor jê kirin û giş şewitandin. Û dûra jî jê ra got:
- De tu di vê newalê da li benda min be heta ku ez têm.
Qeraşê feqîr rabû xwe şût û tazî da ber tûmekî û rûnişt û rûvî jî yek nekir dudu, berê xwe da mala paşê.
Dema paşê, wezîr û xulaman dîtin ku rûvî bi tenê ye, Toz Beg ne pê ra ye gelkî meraq kirin û bi hawakî meraqdar jê pirsîn, gotin:

- Rûvî, ka Toz Beg? Ma ne te yê ew jî bi xwe ra bianîya?
Rûvî hinkî xwe xemgîn û bêmad kir û got:
- Qet nebêjin, tiştê hat serê me neyê serê dijminê min jî.
Milet bêtir meraq kir, gotin:
- Hela zû bibêje, mesele çi ye?
Rûvî got:
- Ez û Toz Beg, em bi hev ra dihatin. Li wê jora han em ketin newalekê. Me hew carê dît ku deh panzde rêbiran dora me girtin. Çi yê me hebû, hemû ji me standin. Hespên me, perê me, zêr û zîvên me, xişir û diyariyên ku me bi xwe ra anîbûn giş bi darê zorê ji me standin. Heta bigihîje kincên Toz Beg jî jê kirin û birin. Lema jî niha ew li wir şût û tazî li benda min e, heta ku ez jê ra qatek kinc bibim. Me qet bawer nedikir ku ewê li ser erd û ava we tiştekî wiha were serê me. Heger me bizanîbûya me yê çend çekdar û egîdên xwe bi xwe ra bianîna…
Li hember van gotinên rûvî, paşa gelkî li ber xwe ket. Hema di cî da ba yawer û xulaman kir, emir da wan û got:
- Zû qatek kincê herî baş, bi çel suyaran ra bişînin ji Toz Beg ra. Bira zû wî bînin vira.
Rûviyê me rabû bi qatek kincê paşa û çel siwarî ra berê xwe da newala qeraş lê bû. Birin kinc li qerêş kirin û dûra jî vegeriyan qesra paşê.
Paşa bi merasimek mezin çû pêrgî Toz Beg lawê Çeqçeq Paşa û rûvî.
Piştî xêrhatin û vir da û wê da, giş bi hev ra derketin qesrê, oda mîvanan. Piştî xwarin û vexwarinê, cimat geriya û dest bi xeberdanê kirin. Toz Beg ji ber ku cilên wiha xweşik tu carî ne li xwe kiribû û ne jî di xewna xwe dîtibû, lema jî ji kêfa tim li kincên xwe dinêrê û dikeniya.
Vê timabûna wî bi kincan da hewqasî dubare kir ku êdî bala her kesî kişand. Di cimatê da milet dest pê kir, ji hev ra gotin:

- Ev paşa çi paşakî dinyanedîtî ye, ji vêsê da ye wer li kincên xwe dinêre.
Dema milet bi kurtepist ji hev ra wiha digot û bi şêla Toz Beg qerfê xwe dikirin, deng çû rûvî jî. Rûvî tavilê berê xwe bi wan kesan da kir û got:
- Hûn şaş in. Heger we kincên Toz Begê min dîtiba we yê wiha negota. Ew van kincan layiqî xwe nabîne, bi wan qayil nabe, lema tim li wan dinêre. Ne ku ev cara pêşîn e kincên wiha li xwe dike. Nuha ew ji xwe ra dibêje:
-Ez Toz Beg bim û rabim van kincên sivik li xwe kim!
Ev gotinên rûvî çûn gihandin paşê jî. Paşê tavilê emir da, got herin qatek cilên hîn baştir jê ra bînin.
Rabûn çûn qatek kincê hîn baştir jê ra anîn. Toz Beg rabû kincên xwe bera ser bejna xwe da.
Rûvî hêdîka di guhên wî da got:
-Heger tu îcar li van kican binêrî ezê herdu çavên te derxim!
Qerêş ji tirsa rûvî careke din hew li kincên xwe nenêrî. Çend roj derbas bûn êdî her tişt qediyabû, keçikê û Toz Beg hev û du ecibandibûn û bavê wê jî gotibû erê.
Paşê ji rûvî û Toz Beg ra got:

-Ez ji we tu cihêz û qelinî naxwazim. Tenê tiştekî dixwazim. Dibê keça min di qesreke wek ya min da bijî û carîyeyên wê nehêlin ku ew destê xwe di ava sar û germ da ke. Ji ber ku keça min pir nazik mezin bûye, ew ne ya kar û xebatê ye. Herçî daweta wê ye ewê çel roj û çel şev bin û ezê bi destê xwe çêkim.
Paşê rabû daweteke bi hêl û mêl ji keça xwe ra li dar xist.
Dawetê bi rastî jî çel roj û çel şevan ajot. Piştî ku dawet qediya rabûn zava û bûk, her yek li hespeke kihêlî kirin û çel berbû û çel çekdar jî dan dora wan û ew xistin rê.
Bi rê da rûvî ji xwe ra got:
-Min mesele bi fen û fûtan anî heta vir. Min qeraş kir Toz Beg lawê Çeqçeq Paşa, ew zewicand û kir zavayê mîr û paşan. Lê ji niha û pê va ezê çi bikim? Dibê ez bûkê bibim têxim qesrekê. Lê qesra Toz Begê min jî aş e û ew jî qeraş e…
Rûvî bi van raman û fikaran di serê xwe da ji xwe ra li riyekê, li çareyekê geriya.
Dûra hat bîrê ku li ser riya wan qesreke gelek xweşik ya Pîra Cahdû heye. Ji xwe ra got:
-Dibê ez zû herim xwe bigihînim pîra uncûzî û bi hawakî wê bixapînim û qesrê ji destan derxim.
Piştî ku ji xwe ra ev biryar da, rabû ji berbûyan ra got:
- Hûn zanin dibê ez hinekî berî we herim mizgîniyê bidim qesrê, ji bo ku ew jî haziriya xwe bikin.
Rûvî rabû da lotikan û berê xwe da qesra Pîra Cahdû. Rûvî bi rê da rastî keriyek pez hat, ji şivên pirsî, got:
- Ev keriyê kê ye?
Şivên got:
- Keriyê Pîra Cahdû ye.
Rûvî got:
- Va ye Toz Beg bi leşkerekî giran ve ji hember da tê. Ewê ji te bipirsin, ewê bibêjin, ev pez yê kê ye? Dibê tu bibêjî pezê Toz Beg e. Ku tu wiha nebêjî bi Xwedê ewê te bikujin.
Dûra dîsa ket rê û çû. Bi rê da rastî naxirek mezin hat. Ji gêvên pirsî, got:
- Ev naxira dewêr ya kê ye?
Gêvên got:
- Dewarê Pîra Cahdû ye.
Rûvî got:
- Va ye Toz Beg bi leşkerekî giran ve ji hember da tê. Ewê ji te bipirsin, bibêjin ev dewar yê kê ye? Dibê tu bibêjî dewarê Toz Beg e. Ku tu wiha nebêjî bi Xwedê ewê te bikujin.
Gêvên ji tirsa got baş e.
Dûra rastî keriyek berx hat. Ji şivanê berxan ra jî eynî tişt got.
Dûra rastî colek bizin hat. Ji şivanê bizinan ra jî eynî tişt got, li wî jî eynî temî kir, got heger tu nebêjî ev bizin hemû yên Toz Beg in, bi Xwedê ewê te bikujin.
Îcar dema berbû û çekdarên bi Toz Beg ra ji şivan, gavan pirsîn, wan jî wek ku rûvî temî li wan kiribû, gotin:
- Keriyê Toz Beg e.
- Dewarê Toz Beg e.
- Colê Toz Beg e.
- Berxên Toz Beg in.
Her cara ku bûkê, berbû û leşkerên bi Toz Beg ra ev bersîv dibihîstin şaş diman û ji xwe ra digotin, “lawo ev Toz Beg merivekî çiqasî dewletî ye bavo?”
Rûvî bi helkehelk, çû xwe gîhand ba Pîra Cahdû. Dema Pîra Cahdû çav li rûvî ket, got:
- Rûvî te xêr e, wiha bîn li te çikyaye
Rûvî got:
- Wey mala te neşewite, ma te hîn nebihîstiye?
Pîra uncûzî bi tirs got:
- Na min tu tişt nebihîstiye. Hela ka bibêje, çi bûye, çi qewimîye?
Rûvî qeflê suyarên ji hember da dihatin nîşanî Pîrê da û got:
- Ev leşkerên ji hember da tên leşkerên paşê ne. Paşa gelkî nexweş e. Hekîman gotiye dermanê wî kezeba Pîra Cahdû ye. Tên vir ji bo ku te bikujin û kezeba te jî bibin ji paşê ra. Îcar ez hatim ji bo ku xeberê bidim te.
Dema rûvî wiha got, pîrê ji tirsa biziya, ji rûvî ra got:
- Rûvî, ez ketime bextê te û Xwedê, zû riyekê nîşanî min bide, ez çawa bikim?
Rûvî got:
- Hema here têkeve loda kayê û xwe di wir da veşêre. Ewê werin li te bigerin û te nebînin. Dûra jî ewê herin. Dema ew çûn tu yê jî ji lodê derkevî û dîsa werî mala xwe.
Gotinên rûvî ketin serê Pîra Cahdû û çû xwe di nav loda kayê da veşart. Piştî ku Pîrê xwe di nav kayê da baş veşart, rûvî rabû agir bi lodê xist û lod şewitand. Pîra Cahdû di lodê da bû rejik.
Rûvî piştî ku Pîrê Cahdû şewitand ban xulam û xizmetkarên qesrê kir û ew jî wek Pîra Cahdû tirsandin. Ji wan ra jî got, ev suyarên tên leşkerên Toz Beg in. Heger hûn qedir û qîmeteke baş nedin wan ewê serên we hemûyan bifirînin. Lê ku hûn xizmeteke baş bikin ezê we gişan xelat bikim.
Xulam û xizmetkaran gotin baş e, tu çi dibêjî bira wek te be.
Demek derbas bû Toz Beg, bûk û suyarên pê ra hatin.
Xulam û xizmetkaran xizmeteke wiha baş kirin ku wek Toz Beg bi rastî jî xwediyê qesrê û begê wan be. Yanî di xizmet û qedirdayinê da tu qusûr nekirin.
Rûvî ji vê yekê gelkî memnûn bû.
Piştî du sê rojan rûvî û Toz Beg mîvanên xwe giş bi qedrekî mezin û bi xelat bi rê kirin.
Bi vî hawî qeraşê ber aşan, bû Toz Beg û xwediyê qesir û qonaxan.
Êdî kêf kêfa Toz Beg bû, ew her roj serê sibehê zû radibû diçû nêçîrê û êvarî jî dereng dihat mal.
Vê rewşê demekê wiha dom kir. Rojekê rûvî fikirî, ji xwe ra got:
- Min gelek qencî bi vî merivî kir. Min ew ji qeraşiya ber aşan anî kir zavê mîr û paşan, kir xwedî qesir û qonax. Gelo piştî vê dewlemendiyê jî ewê dîsa bi min ra rast be ya na? Lema jî dibê ez wî biceribînim.
Û dûra jî rojekê rabû çû xwe li hewşa qesrê mirar kir. Bûka nû gava derket derve bala xwe dayê ku wa ye rûvîyê wan miriye. Bûkê du sê caran ban rûvî kir, lê rûvî ranebû ser xwe, te digot qey ev heft sal in miriye.
Dema bûkê bawer kir ku rûvî miriye, li ber serê wî rûnişt û dest bi girî kir, porê xwe kişand û li xwe xist.
Êvarî Toz Beg ji nêçîrê hat. Bala xwe dayê ku rûvî li erdê ye û xanima wî jî li ser şîn e û li xwe dixe. Toz Beg bi hêrs ji xanimê ra got:

-Tu çima wiha hêsra dibarînî û li xwe dixî?
Bûkê got:
- Ma ne rûvîkê me miriye, lema ez digrîm.
Toz Beg dîsa bi hêrs got:
- Miriye qîra wî kiriye! Îcar tu yê rabî ji bo rûviyekî şekalan bigrî û bike şîn? Hema bi nigê wî bigre û bikşîne binya wî kaşê han.
Dema Toz Beg wiha got, rûvî di cî da çavên xwe vekir û got:
-Wey qeraşê ber aşan,
Min tu kir zavayê mîr û paşan, îcar tu yê nuha jî bi nigê min bigrî û min bavêjî binya kaşan!
Dema rûvî ji Toz Beg ra wiha got, hema qîrînî bi bûkê ket û got:
- Wey li min pepûkê, çima tu nabêjî ez bi qeraşekî ra zewicîme! Ez qîza paşa bim û werim bi qeraşekî ra bizewicim ! Ma qey ez mirime?!
Û dûra jî rabû daw û delingê xwe hil kir, buxçika xwe avêt ji pişta xwe da û ket rê û berê xwe da mala bavê xwe.
Toz Beg bala xwe dayê ku jinik çû û rûvî jî ji destbiratiya wî derket, ew ma bi tik û tenê. Îcar poşman bû. Rabû li ber rûvî geriya, xwe avêt bextê wî, got:
- Birakê rûvî, min kir, tu nekî, tu yê min efû bikî û herî jina min vegerînî.
Rûvî got:
- Baş e, ezê vê qenciyê jî bi te bikim.
Û dûra jî rabû bi pê xatûnê ket. Çû xwe gîhand xatûnê. Jê ra got:
- Vegere, min henek kiriye. Mêze, ku tu venegerî, min çawa yekî wek Toz Beg kir qeraşê ber aşan, ezê bavê te jî bikim gurrîkê ber qazan...

Xatûnê ji rûvî bawer kir, ji xwe ra got, weleh rûvî bêbav e, her tişt jê tê. Çawa ku wa ye li ciyê rehetiyê mêrê min kir “qeraşê ber aşan”, ewê bavê min jî bike “gurrîkê ber qazan.” Ya baş ew e ku ez vegerim malika xwe.

Û rabû bi rûvî ra vegeriya mal.
Wext û zamanek derbas bû, rojekê rûvî îcar bi rastî jî mir. Dema êvarî Toz Beg ji nêçîrê vegeriya, bala xwe dayê ku wa ye rûvî li hewşê dirêj bûyîye û xatûn jî li ser digrî. Toz Beg ji xatûnê pirsî, got:
- Çi bûye, tu ji bo çi digrî?
Xatûnê got:
- Ma ne rûvîkê me îro bi rastî jî mir.
Dema xatûnê wiha got, Toz Beg jî dest bi girî kir. Herduyan sê roj û sê şevan li ser termê rûvî kirin şîn û hêsir barandin.
Piştî sê rojan bala xwe danê ku rûvî şiyar nabe, bi rastî jî miriye. Li ser vê, rabûn di hewşa xwe da jê ra gorrek kolan û ew li wir veşartin


Not:
Varyaneteke vê çîrokê ya kin jî heye.

18 april 2011

Li ser gazinên xortekî

Zarokên Bênav, xortê hêja, gelek sipas ji bo van gotinên te yên ji dil. Mala te ava xortê delal.
Xortê delal, heger karê meriv dike, meriv jê hez bike û cidî bigre netîce baş dibe. Ev, ne ji bo nivîsê tenê, ji bo her karî wiha ye.
Sebêbê ku tu nivîsên min dixwînî û ji wan hez dikî ziman e. Heger min zimanekî naylon û çêkirî bikar bianiya bi baweriya min te yê piştî çend caran nivîsîn min nexwenda û weke nuha jê hez nekira.
Mijar çiqasî girîng dibe bira bibe, heger ziman ne zelal û sivik be ew nivîs zêde nayê xwendin û ji bal xwendevanan ve nayê hezkirin.
Te ji hin gotinên min yên ne kurdî gazin kirine û di vî warî da çend nimûne dana. Wek ”kitêb, saet, belge û însan”.
Bêguman haya min ji ”pirtûkê”, ”demjimêrê” û ”mirov” heye.
”Demjimêr” ne têda, lê mirov, meriv û pirtûk ez bikar tînim. Lê carnan jî li gor rewşa hevokê ez hin sînonîmên din jî bikar tînim.
Yanî hemû gotin li ba min azad in, ez tu gotinê ”sansor” nakim.
”Demjimêr” ya jî ”katjimêr” soran bikar tînin lê ez bikar naynim û rast jî nabînim.
Nuha bala xwe bidê te gotiye”demjimêr”, lê soran dibêjin ”katjimêr”!
De îcar kîjan rast e û dibê meriv kîjanê bikar bîne?
Ez weke şexs, bikaranîna gotinên biyanî ji bikaranîna gotinên ”kurdî” yên çêkirî û naylon baştir û rasttir dibînim.
Ez naxwazim di nava kurdan da bibim sebebê belavkirina gotineke şaş.
Bêyî çend kurdên xwedî fantazî, ji milet yek kurd jî di jiyana rojane da ”demjimêrê” bikar nayne, her kes dibêje saet.
Yek kurd jî nabêje ez diçim ”demjimêrekê” dikirim ya jî ev sê demjimêr in ez li bende te me.
Çêkirina gotina wisa ne hêsaye, dibê meriv zimanzan be, etîmîlojiya gotinê bizanibe.
Ji ber ku gotina ”saetê” ne tenê nav e û meriv ji bo wextê tenê di haletekî da bikar nayne, haletê sifet heye,  tewandina wê heye û gelek forên din heye.
Yanî dema meriv gotinekê çêke dibê meriv ne li nav tenê li gelek tiştên din jî bifikire, gelo dibe ya na?

Û ya din jî meriv nikane û ne rast e jî ku hemû gotinên biyanî ji zimanê xwe bavêje û qet bikar neyne.
Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Ez bi piranî gotina ”kitêbê” bikar tînim, lê ”pirtûk” jî min bikar aniye. Lê bi rastî ez nizanim ev gotina ”pirtûk” ji ku hatiye û gelo rast e ku meriv di dewsa ”kitêbê” da bikar bîne?
Dema ez dinivîsînim ez zêde bi pey gotinan nakevim. Derdê min yê esasî ne ew e ku hemû gotinên ez di nivîsa xwe da bikartînnim dibê bi kurdî bin.
Na, derdê min yê esasî dibê nivîsa min ji alî hemû xwendevan ve were fêmkirin, zimanê min sivik û zelal be, însan neçin li ferhenga negerin.
Ez qurritiyên wiha nakim.
Ji ber ku wexta min pir hindik e, tenê li dora 2 saetan wexta min heye, loma jî dibê ez bi lez bixwînim û binivîsînim.
Mesela te gotiye ku tu nizanî maneya ”belge” yê çi ye?
Belge, yanî dokuman û ez kurdiya belgeyê jî nizanim. Belkî hin kurdan çêkiribin lê ez tu carî li kurdiya wê negeriyame.
Bi dîtina min ya girîng ew e ku dibê ziman zelal û sivik be, hevok li gorî sentaksa kurdî bin, îmla rast be.
Lê çend gotinên biyanî di nivîsekê da hebûne ew pir ne girîng e. yanî ne şert e ku meriv tim bibêje ”girîng”, meriv dikane bibêje muhîm jî, dikane bibêje însan jî.
Ma kî dikane gotina ”însan” li kurdan qedexe bike?
Bi gotina ”însan” bi hezaran biwêj, gotinên pêşiyan, helbest, tiştanok û hwd hene, ma qey emê vana hemûyan biguherînin?
Xortê delal, em kurd hîn di destpêkê da ne, berî her tiştî dibê em xwe fêrî rastnivîsê bikin.
Gelek kes ferqa herfa biçûk û mezin nizanin, xwe li zimanzaniyê radikşînin, dixwazin zimanê kurdî ji gotinên biyanî paqij bikin.
Bi dîtina min, karê ne karê meriv be dibê meriv xwe lê neke bela. Tiştên wiha ji karê bêtir zirarê dide zimên, rê li ber belavbûn û xwendina kurdî digre.
Kes ji zimanê ”naylon” hez nake û naxwîne.
Di vê qonaxa îro da ji bo ku kurdî di nava milet da belav bibe dibê em giraniyê bidin kurdiyeke fesîh, zelal, rast û sivik.
Bikaranîna gotinên biyanî zêde ne gelş e…
Mesela herfa ”A” ez nizanim, ez ji ilmê zimên qet fêm anikm. Ez tenê hewil didim ku rast binivîsînim û hew...
Ji te ta ser keftinê dixwazim

Hesp û pezkûvî

Dibêjin gelkî berî nuha, di wext û zemanekî pir kevin da li seranserê dinyayê hesp hemû serbest û azad dijiyan. Ne kesî barên xwe li wan dikirin û ne jî li wan siwar dihatin. Ew li çol û beyaran, li deşt û zozanan, li mêrg û çîmenan li gor kêfa dilê xwe digeriyan, diçêriyan. Tu kes têkilî wan nedibû.
Ji van hespan yek her roj diçû li mêrgekê diçêriya. Bêyî wî tu heywanekî din nedihat wê mêrgê.
Ew her roj ji sibê hetanî êvarî di nav çayir û çîmenên mêrgê da diçêriya, dida lotikan û kêf dikir.
Ji ber vê yekê jî wî digot belkî mêrg milkê wî tenê ye, tu mafê heywanekî din tuneye were lê biçêre.
Lê dûra rojekê pezkûviyek hat mêrgê, wî jî ji xwe ra li qoziyek mêrgê dest bi çêrê kir. Piştî demekê wî jî wek hespê di nav mêrgê da da lotikan.
Hesp ji vê dilşadiya pezkûvî pir qeherî, xwest pezkûvî ji mêrgê derxe.
Lê pezkûvî got ez dernakevim, mêrg gelkî mezin e, têra çêra min jî heye, têra ya te jî heye, em herdu jî wek bira kanin ji xwe ra lê biçêrin.

Hespê serhişk çavnebar qebûl nekir. Ji ber vê yekê jî çû ba qirimçiyê li wir gîha diçinî û jê alîkarî xwest, got were vî pezkûvî ji mêrgê derxe.
Mêrik got:
- Baş e, ezê alîkariya te bikim. Lê dibê tu berê bihêlî, ez vê lixabê (gemê) têkim devê te û li te siwar bim, dûra ezê wî ji mêrgê derxim.
Hespê  çavnebar ev daxwaza mêrik qebûl kir û hîşt ku ew lixabê têke devê wî û li wî siwar be.
Lê qirimçî(yê gîha diçînî) ji dêlî ku here pezkûvî ji mêrgê derxe,  rasterast hesp ajot malê, li ber mala xwe girê da û dûra kar û barê xwe pê kir.
Ji wê rojê û vir da ye hesp bûye dîlekî destê mirovan û wer kar û barên wan û himaliya wan dike.
Dibêjin heger hêsp wê rojê çavnebarî nekira, bihîşta pezkûvî jî wek wî ji xwe ra li mêrgê biçêre, ewê nuha ne li ber deriyê însên bûya û ji wan ra bi şev û roj xizmet û himalî nekira.
Weke pezkûvî, hesp jî ewê nuha li serê çiyan, li zozanan, li daristanan azad û serbest bûya...

Mizgîn li me hemû kurdan!

Li gorî nûçeya malpera ANF-ê Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) xwe ji hilbijartinên 12-ê hezîranê vekişand.

Daxwaznameya ku ji aliyê îgirê serokê giştî yê HAK-PAR-ê Fehmî Demîr ve ji YSK-ê(Heyeta Hilbijartinan ya Bilind)ra hatibû şandin, hate qebûlkirin û bi vî rengî HAK-PAR beşdarî hilbijartinên 12-ê hezîranê nabe.

Di daxwaznameyê da tê diyarkirin ku biryara vekişînê ji aliyê Meclisa Partiyê ve hatiye dayin.

Ji ber vê biryarê ez hemû berpirsiyar û birêvebirên HAK-PAR-ê ji dil pîroz dikim. Wa biryareke dîrokî û di cî da dane.

Ev jî şiklekî hevkarî û piştgiriyê ye.

Dibê miletê kurd di vê hilbijartinê da derske baş bide AKP-ê û bi taybetî jî serokê wê Erdoganê durû, teqlebaz û nîjadperest.

Erdogan, di axaftina xwe ya do da dîsa zirt daye xwe û gotiye ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat, yek ziman” û dû ra jî gotiye, ”mesela kurd êdî tuneye.”

Yanî êdî ne rast e ku kurd tu hêviyê ji virên megalomanekî wek Erdogan bikin û li hêviyê bin ku ew mesela kurd çareser bike.

Erdogan pir vekirî dibêje, ”mesela kurd êdî tuneye”, wî ev mesele çareser kiriye, tenê mesela ”terorê” heye û ewê viya jî bi alîkariya kurdên hevalbendên xwe, bi alîkariya sabûnê, makarnayê, rûn û birincê çareser bike.

Yanî kurdên ku hîn jî hêviyekê ji Erdogan dikin him xwe û him jî gelê xwe dixapînin.

Dibê êdî dev ji piştgirî û propagendeya Erdogan berdin û piştgiriyê bidin BDP-ê, bidin kurdan û pariyên kurdan.

Azadiya me girêdayî xurtbûna me û zeîfbûna Erdogan û AKP-ê ye.

Careke din ez sipasî HAK-PAR-ê dikim û dibêjim ji bo vê biryara bi berpirsiayrî û netewî mala we ava

Îro jî ji min ra lê hat

Sernivîsa nivîsa min ya do, ”Îro kabê min mîr hat” bû.
Weleh îro jî ”kabê min mîr hat” û him jî çawa…
Malmîsanij telefon kir kir, got heger karê te tuneye were em li bajêr hevûdu bibînin û bi hev ra qahweyekê vexwin.
Di nivîseke xwe ya çend roj berê da min qala kitêba Malmîsanij ya li ser Îsmaîl Beşîkçî û belgeyeke li ser asîmîlasyona kurdan kiribû.
Min kitêb nexwendibû, lê min tenê qala wê belgeya ku Malmîsanij weşandibû kiribû.
Malmîsanij got kitêb li ba min heye ezê bitim te.
Îro piştî telefona wî, me li bajêr hevûdu dît.
Li Stockholmê jî hewa pir xweş bû, ez bawer dikim dinya li dora 10-12 dereceyan germ bû.
Yanî tam rojeke ku dibê meriv bigeriya û xwe bida ber qoziyên dîwaran.
Ez merivekî pir qlasîk û entîke me, Malmîsanij heger ne bi qasî min be jî axirê ew jî merivekî ne “modern” ne, zêde “modern” nebûye, di pîvan, fikir û zewqên xwe da hîn wek berê ma ye.
Yanî weke hin teyrên li ber qedandinê, ez û wî jî pir qlasîk mane.
Me herduyan hevûdu dît. Me got vê roja xweş em kuda herin? Got, tê bîra te, qahweyek berê em diçûnê “Hurtig” hebû, ez dibêjim em herin wir.
Qahweya wî qal dikir û dema em diçûnê salên 1980 û 1990-î bû. Min got baş e, em herinê.
Me berê xwe da mekanê xwe yê 20-30 sal berê.
Em çûn, erê, qahwa me hîn li ciyê xwe ye.
Lê kolana qahwe lê sî bû, meriv nikanîbû li der ve rûnişta, sar bû, dibê em biçûyana hundur.
Ji mecbûrî wê dinya xweş em çûn li hundur rûniştin.
Me li dora 2 saetan sohbet geş kir.
Me ji hev ra qala hin çavdêrî û serpêhatiyên xwe yên welêt kir.
Lê bi piranî wî qala hin serpêhatiyên xwe yên gelkî xweş kir. Ji ber ku ew pir dihere welêt û tê, beşdarî civînan dibe û gelek însanan dibîne.
Ez carê tenê çûme û bi qasî wî jî negeriyame.
Bi xêra sohbetên wiha meriv li gelek herêmên Kurdistanê digere û li gelek dîtin û fikrên însanên cihê cihê guhdarî dike.
Ew, çendakî berê li Çewligê beşdarî civînekê bûbû. Got berî civînê faşîstan antî propagande kiribûn û gotibûn Malmîsanij merivekî ataîst e hûn merivên dîndar çawa bi merivekî wiha ra civînê çê dikin û minaqeşê dikin?
Malmîsanij merivekî hazircewab e, bersîvên wî carnan pir xweş û weke dermanê çavên kul in...
Got di civînê da min qala vê propagandeya faşîstan kir û got:
-Ma kesên di “Turk Dîl Kurumu/Dezgeha Zimên ya Tirk” da dixebitin hemû xwedî yek bîrûbaweriyê ne? Dema tirk be hûn dibêjin em hemû musulman û birayên hev in, bi hev ra bin, bi hev ra dost û heval bin. Lê dema mesele tê ser kurdan, hûn dibêjin, çima kurdên ne di fikrên hev da bi hev ra civînekê çê dikin?
Qala çend bûyerên wiha kir.
Li gor dîtina min jî û ya jî wî jî asîmîlasyonê pişt li miletê kurd şikanidiye û roj bi roj ev rewş xerabtir dibe.
Dewlet jî êdî weke berê ne sist e, ji bo helandina kurdan di her warî da pir aktîv dixebete.
Loma jî, kurdên di her bîr û bawriyê da jî di mesela zimên da dibê hêz û zanîna xwe bikin yek û bi hev ra li dijî asîmîlasyonê hin tedbîran bigrin.
Kurdan bikin xwedî dezgeh û berhemên netewî û termînolojiyeke muşterek.
Fikrên xwe yê di vî warî da di nivîseke din da ezê qal bikim.
Ez werim ser kitêba xwe.
Ez li hêviyê bûm ku ewê kitêba ”Îsmaîl Beşîkçî” tenê bide min, lê min hew dît ku 2 kitêbên din jî(Yîrmincî yuzyilan Başinda Diyarbekir de kurt ulusçulugu û Îlk kurt Gazetesî Kurdistan i Yayimlayan Abdurrahman Bedîrhan) bi xwe ra anîne.
Min dû ra li lîsteya berhemên wî nêrî bavo, camêr ji gelê xwe ra weke mûriyan/gêrikan xebitiye, çend kitêbên wî derketine tew haya min jê tuneye.
Axir li ciyê rehetiyê min du kitêbên din jî kar kir.
Hevalên meriv zana û berhemdar bin, weke fêkiyê daran rojekê miheqeq feydeya wan digihîje meriv jî.
Ezê bi xwendina van lêkolînên Malmîsanij, dîroka xwe ya rast û çend derew û sextekariyên dewleta tirk yên din jî fêr bibim û nas bikim.

17 april 2011

Mêzîna rûvî

Dibêjin hebû tunebû, du pisik hebûn. Rojekê herduyan bi hev ra seriyek penêr ji kozekê dizîn. Lê kirin nekirin, nikanîbûn li ser parkirinê li hev bikirana, ji wan yek jî bi para xwe nedihat serî.

Dawiya dawî gotin, em xwe bi xwe li hev nakin, ya çêtir ew e em herin ba mamê rûvî, bira ew bi hawakî adil penêrê me li me par bike.

Û rabûn rahîştin penêrê xwe û çûn ba mamê rûvî. Ji rûvî ra gotin:

-Mamê rûvî, em hatine ba te ji bo ku tu vî seriyê penêr bi hawakî adil li me herduyan par bikî, çimkî em bi xwe li hev nakin.

Rûvî di dilê xwe da bi pêşniyara pisikan gelkî şa bû, got:
- Wey ser serl min û ser çavê min. Ji xwe edalet û tiştên wiha karê min e. Ji bav û kalan da ye em rûvî qadîtiyê dikin û edaletê bicî tînin.
Rûvî seriyê penêr kir du perçe, ji bo ku biwezinîne.
Lê dema perçe kir, seriyek biçûk û seriyek jî mezin jê kir. Herdu perçe danîn ser mêzînî û mêzîn kişand. Çaviyekî mêzînê giran, yek sivik bû. Rahîşt seriyê mezin gepek jê xwar û dû ra dîsa danî ser mêzînê û cardin mêzîn kişand.
Lê îcar jî aliyê mêzînê yê din giran bû.
Rûvî vê carê jî ji wî perçeyî gepek baş xwar û dîsa mêzîn kişand.
Welhasil, gepek ji vî alî, gepek ji wî alî, rûvî tişt di penêr da nehîşt, bir ber qedandinê.
Pisikan bala xwe danê wiha here mamê rûvî tu penêrî li wan par nake. Lema jî jê ra gotin:
-Mamo, mala te ava, em alîkariya te naxwazin. Tu ka penêrê mayî bide me, emê bi xwe li hev par bikin.
Rûvî qeherî, bi awirekî tûj ji pisikan ra got:
-Heger we yê li hev par bikira we berê li hev par bikira. Ji vêsê da ye min kar û barê xwe berdaye û penêrê we diwezinînim. Ma qey ez xulamê bavê we me vî karî ji we ra belaş bikim? Ev penêrê ma ye jî heqê wezna min e.
Wiha got û penêrê mayî jî avêt ji devê xwe da .
Û dûra jî siktirî herdu pisikan kir, ew ji ba xwe qewitandin, penêr jî bi hawî giş li xwe heland...