Sernivîsa nivîsa min ya do, ”Îro kabê min mîr hat” bû.
Weleh îro jî ”kabê min mîr hat” û him jî çawa…
Malmîsanij telefon kir kir, got heger karê te tuneye were em li bajêr hevûdu bibînin û bi hev ra qahweyekê vexwin.
Di nivîseke xwe ya çend roj berê da min qala kitêba Malmîsanij ya li ser Îsmaîl Beşîkçî û belgeyeke li ser asîmîlasyona kurdan kiribû.
Min kitêb nexwendibû, lê min tenê qala wê belgeya ku Malmîsanij weşandibû kiribû.
Malmîsanij got kitêb li ba min heye ezê bitim te.
Îro piştî telefona wî, me li bajêr hevûdu dît.
Li Stockholmê jî hewa pir xweş bû, ez bawer dikim dinya li dora 10-12 dereceyan germ bû.
Yanî tam rojeke ku dibê meriv bigeriya û xwe bida ber qoziyên dîwaran.
Ez merivekî pir qlasîk û entîke me, Malmîsanij heger ne bi qasî min be jî axirê ew jî merivekî ne “modern” ne, zêde “modern” nebûye, di pîvan, fikir û zewqên xwe da hîn wek berê ma ye.
Yanî weke hin teyrên li ber qedandinê, ez û wî jî pir qlasîk mane.
Me herduyan hevûdu dît. Me got vê roja xweş em kuda herin? Got, tê bîra te, qahweyek berê em diçûnê “Hurtig” hebû, ez dibêjim em herin wir.
Qahweya wî qal dikir û dema em diçûnê salên 1980 û 1990-î bû. Min got baş e, em herinê.
Me berê xwe da mekanê xwe yê 20-30 sal berê.
Em çûn, erê, qahwa me hîn li ciyê xwe ye.
Lê kolana qahwe lê sî bû, meriv nikanîbû li der ve rûnişta, sar bû, dibê em biçûyana hundur.
Ji mecbûrî wê dinya xweş em çûn li hundur rûniştin.
Me li dora 2 saetan sohbet geş kir.
Me ji hev ra qala hin çavdêrî û serpêhatiyên xwe yên welêt kir.
Lê bi piranî wî qala hin serpêhatiyên xwe yên gelkî xweş kir. Ji ber ku ew pir dihere welêt û tê, beşdarî civînan dibe û gelek însanan dibîne.
Ez carê tenê çûme û bi qasî wî jî negeriyame.
Bi xêra sohbetên wiha meriv li gelek herêmên Kurdistanê digere û li gelek dîtin û fikrên însanên cihê cihê guhdarî dike.
Ew, çendakî berê li Çewligê beşdarî civînekê bûbû. Got berî civînê faşîstan antî propagande kiribûn û gotibûn Malmîsanij merivekî ataîst e hûn merivên dîndar çawa bi merivekî wiha ra civînê çê dikin û minaqeşê dikin?
Malmîsanij merivekî hazircewab e, bersîvên wî carnan pir xweş û weke dermanê çavên kul in...
Got di civînê da min qala vê propagandeya faşîstan kir û got:
-Ma kesên di “Turk Dîl Kurumu/Dezgeha Zimên ya Tirk” da dixebitin hemû xwedî yek bîrûbaweriyê ne? Dema tirk be hûn dibêjin em hemû musulman û birayên hev in, bi hev ra bin, bi hev ra dost û heval bin. Lê dema mesele tê ser kurdan, hûn dibêjin, çima kurdên ne di fikrên hev da bi hev ra civînekê çê dikin?
Qala çend bûyerên wiha kir.
Li gor dîtina min jî û ya jî wî jî asîmîlasyonê pişt li miletê kurd şikanidiye û roj bi roj ev rewş xerabtir dibe.
Dewlet jî êdî weke berê ne sist e, ji bo helandina kurdan di her warî da pir aktîv dixebete.
Loma jî, kurdên di her bîr û bawriyê da jî di mesela zimên da dibê hêz û zanîna xwe bikin yek û bi hev ra li dijî asîmîlasyonê hin tedbîran bigrin.
Kurdan bikin xwedî dezgeh û berhemên netewî û termînolojiyeke muşterek.
Fikrên xwe yê di vî warî da di nivîseke din da ezê qal bikim.
Ez werim ser kitêba xwe.
Ez li hêviyê bûm ku ewê kitêba ”Îsmaîl Beşîkçî” tenê bide min, lê min hew dît ku 2 kitêbên din jî(Yîrmincî yuzyilan Başinda Diyarbekir de kurt ulusçulugu û Îlk kurt Gazetesî Kurdistan i Yayimlayan Abdurrahman Bedîrhan) bi xwe ra anîne.
Min dû ra li lîsteya berhemên wî nêrî bavo, camêr ji gelê xwe ra weke mûriyan/gêrikan xebitiye, çend kitêbên wî derketine tew haya min jê tuneye.
Axir li ciyê rehetiyê min du kitêbên din jî kar kir.
Hevalên meriv zana û berhemdar bin, weke fêkiyê daran rojekê miheqeq feydeya wan digihîje meriv jî.
Ezê bi xwendina van lêkolînên Malmîsanij, dîroka xwe ya rast û çend derew û sextekariyên dewleta tirk yên din jî fêr bibim û nas bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar