Di nivîsê da ya herî zor rêza destpêkê ye, heger rêza serî ne xweş û bi îsabet be nivîs jî xweş nabe û xweş naqede.
Min ev zahmetî nuha bêtir his kir.
Gerra min ya Kurdistanê û Tirkiyê tam 35 rojan ajot. Ez do danê êvarî gihîştim Stockholmê. Ji ber ku ez gelkî westiyayî û bêxew bûm loma jî ji do da ye radikevim.
Bîstik berê min hin rismên rêwîtiya xwe di facebookê da weşandin. Yên mayî jî ezê dû ra biweşînim.
Ji ber ku ez ji teknîka înternetê qet fêm nakim loma jî di weşandina fotografan da zahmetiyê dikşînim.
Di nivîsa xwe ya îro da ezê qala rêwîtiya xwe nekim, ezê tenê sipasiya wan dost û hevalên ku ez kirim mîvan û bi min ra bûn alîkar bikim.
Ez destpêkê çûm Hewlêrê, dû ra çûm Kerkûkê, Silêmaniyê û Helebçeyê. Çûm herêma Berzan, ser gorra Mele Mistefa Berzanî.
Çûm Herêma Şengalê û ziyareta Laleşa Nûranî. Çûm seyrana Geliyê Elî Begê, Dihokê, Zaxoyê.
Di van gerên xwe da min gelek cî û bajarên din jî dîtin ku nuha navên wan nayê bîra min.
Li Kurdistana bakur jî ez çûm Silopiyê, Cîzîrê, ser Gora Mem û Zînê, Medreseya Sor, Birca belek û gelek cî mizgeftên din.
Ji Cizîrê ez çûm Qoserê(Qiziltepe), Mêrdînê, Diyarbekrê, Swêregê, Rihayê, Wêranşarê, Entabê, Mêrsînê, Anqerê û Stenbolê.
Li van bajaran min bi sedan dost, nas û heval dîtin, ez bûm mîvanê gelek hevaln.
Gelek dost û heval di ber min da gelkî westiyan û zahmetî kişandin. Jimartina hemû navan ne mimkûn e.
Lê li gel vê jî di huzûra we da ez dixwazim navên çend dost û hevalan bibêjim û sipasiya xwe pêşkêşî wan bikim.
Ji van hevalan yek jê Mistefa Ozçelîk e ku dostaniyeke pir mezin nîşanî min da û bi min ra gelkî westiya. Bêyî alîkariya wî gerra min ya Kurdistana azad ewê hewqasî xweş derbas nebûya.
Ji bo ku tevgera Dr. Şivan û DDKD-ê kesekî wek Mistefa Ozçelîk gîhandiye û ji bo ku hevalekî min ê wek wî heye ez pir kêfxweş û serbilind im.
Ji bo vê alîkariya wî ez ji dil sipasiya wî dikim.
Li Kurdistana bakur jî bismamên min Ekrem û Lokman û A. Kadir, xwarziyên min Muzafer, Murad, Orhan û M. Alî, Sînan Demir, Zehir, Îzet Kandemîr, Hasan Gonullu, Mehmet Keskîn, Ahmet Yildirim, Mehmet Erol, Umer Acar, Mistefa Gunhan, Nûrî Înan dostaniyeke pir mezin nîşanî min dan û di ber min da pir westiyan. Ji bo vê nêzîkayî û zahmeta van hevalan ez pir û pir sipasî wan dikim û dibêjim mala hemûyan ava.
Bi vê hevaltiya ji dil wan ez tu carî tenê nehîştim û gelkî kêfxweş kirim.
Hevalê baş weke şûrê Şamê ye, di roja teng da ji meriv ra lazim dibe. Ev yek min di vê gera xwe da baştir dît. Ez çûm kîjan bajarî miheqeq çend dost û heval ez hatin pêrgî min û ez tenê nehîtim.
Di vê nabênê da dibê ez navê birayê xwe Fuad jî ji bîr nekim, wî jî weke rêberekî ez li Stenbolê qulik bi qulik gerandim. Lê ya xerab di gerê da ez bi bezê jî nedigihîştim wî. Ew dimeşiya ez dibeziyam, lê dîsa jî ez tim 10- 15 gavan li pey wî bûm. Ez bawer dikim careke din ezê hew kanibim rêbertiya wî qebûl bikim.
Birayê min Berzan jî li Mêrsînê 3 rojan ez baş gerandim, ez birim gelek ciyên dîrokî, gelkî westiya. Min nizanîbû li Mêrsînê hewqas cî û warên dîrokî hene. Ji bo van gerandinên li cî û warên xweş ez sipasî wî, xanimawî û bûrayê wî dikim.
Wek min li jor got, îşev ezê qala rêwîtiya xwe nakim, nivîsa xwe bi sipasiya dost û hevalan biqedînim.
Sibe ji bo nivîsa pêşî ezê qelema xwe tûj bikim…
Tu bi xêr hatî birêz Xamo, emê li benda nivîsên te derbarê bakur û başûrê welêt.
SvaraRaderaBarek silav ji Spanya
Zinar
mamo, welleh min beriya nivisen te kiriye, ji kerema xwe re hineki direjtir binivise.
SvaraRadera