Ev çend roj in hin kes li ser nivîseke Kemal Burkay ketine
gewrîya hev. Min jî di bloga xwe da li ser wê nivîsa Kemal Burkay tiştek
nivîsî. Lê ez tevî minaqeşan nebûm, min hevza xwe ji minaqaşeyên bêfeyde kir.
Gelek kesan fikrên Kemal Burakay yên li ser dewletê, nasyonalîzmê û sosyalîzmê rexne kirin. Min jî tiştek nivîsî. Ez careke din wan meselan dubare nakim. Di vê nivîsa xwe da dixwazim li ser murîdên kekê Burkay çend gotinan bibêjim.
Heval û murîdên Kemal Burkay wek her tim dîsa bîntengî û bêtehamulîya xwe nîşan dan. Wek murîdên canfêda Kemal Burkay parastin û bi xurtî, bi ruh û can êrîşî kesên ew rexne kiribûn kirin.

