Li ba ma fiîla "şêkir kirin", şêkirandinê heye. Gotineke pir xweş e û pir jî tê bikaranîn. Dema yek çêyîyekê bi meriv dike, meriv dişêkirîne. Yanî teşekurî wî/wê dike.
Min nuha li
Wîkîferhengê nêîrî, tê da tuneye. Di ferhenga D. Îzolî da jî tuneye.
Ferhenga Zana Farqînî tirkî-kurdî li ba min heye,
kurdî-tirkî li ba min tuneye. Di wê da heye, tuneye, ez nizanim.
Gava yek qenciyekê, çêyîyekê bi meriv dike, meriv dişêkirîne. Yanî teqdîr dike, dibêje mala te ava be.