28 februari 2019

Koleyên ji koletiya xwe razî !



Erdogan do li Anqerê bi çend ”rîsipiyên kurd” ra (!) civiya û ji wan xwest him di hilbijartinan da rayê bidin partiya wî û him jî di şerê wî yê li dijî kurdan da piştgiriya wî bikin. Hemû bi hev ra nehêlin li tu dereke Kurdistanê kurd azad bibin, bibin xwedî welat û desthilat.

27 februari 2019

Dibê em gazinan ji xwe bikin


Sebebê ku tirkî bûye zimanê kurdan yê siyasetê kurd bi xwe ne. Em xwe û zarokên asîmîle dikin.

Heger siyasetmedar destpêkê bi tirkî nepeyivîyana û bi kurdî siyaset bikirana îro em ne di vî halî da bûn.
Li başûr û rojhilatê Kurdistanê kurdan tu carî erebî û farisî nekirin zimanê xwe, lema jî asîmîle nebûn.

Hûn ji kê çi fuzeyan bikirin jî li Sûriyê hûn mahkûmî têkçûnê ne


Li ser kirîna fuzeyên S-400an ji Rûsyayê serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji Amerîkayê ra gotiye:

”Hûn jî wek Rûsyayê Patrîotan bi şertên baş bidin me, em ji wê ra jî hene. Em mecbûr in bi alternatîf bixebitin. Lê ji me ra dibêjin na S-400an nekirin. Li qusûrê nenêrin me ev peyman çê kir, ev îş qediya. Êdî ne mimkûn e em di bûyera S-400an da gavê paş da bavêjin, tiştekî wiha ne mimkûn e.”

Heger em bixwazin dewleta me tunebe jî em kanin zimanê xwe biparêzin



Nuha jî ”tunebûna dewleteke kurd” bûye benîşt û ketiye devê hin kesên naxwazin dev ji tirkî berdin û bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsin.

Hin muptelayên tirkî dêjin efendim ji bo parastina kurdî dewlet lazim e, heta dewleta me çê nebe, em çi bikin jî em nikanin zimanê xwe biparêzin... 

26 februari 2019

Erdogan ji kurdan ra dibêje herin Îraqê


Serokê tirkan yê îslamî birêz Recep Tayyip Erdogan îro dîsa bela xwe di Kurdistanê daye û gotiye:
 ”Ma li welatê me herêmeke bi navê Kurdistanê heye? Vana heger hewqasî meraqdarên Kurdistanê ne, Kurdistan li Îraqê ye, bira herin wir...”

Tirkiye çi bike jî Kurdistan ewê çê be


Ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye tirk bênabên dixebitin ji bo ku Kurdistan çê nebe û perçê di bin destê xwe da jî li xwe bihelînin û me jî bikin tirk.

Di vî warî da gelek serketin bi dest xistine, heta nuha ji me gelek kes kirin tirk û demografiya Kurdisgtanê jî bi rengekî pir cidî guhertin.

Emê rojên xweştir bibînin !



Koalîsyona li dijî Daşîşê ya Navnetewî bi pêşengiya Amerîkayê ji alî 15 welatan ve di îlona 2014a da ava bû. Li ser hev 68 welatên din jî piştgiriyê didin vê cepheya li dijî Daîşê. 

Bêyî vê cepheya mezin, Îraq û Sûriye jî bi sedhezaran leşkerên xwe ve li hemberî Daîşê şer kirin.

25 februari 2019

Spora dîk



Dîk(keleşêr) bi pey mirîşkê ket, ha li vir, ha li wir, nikanîbû xwe bigîhandayê. Di dilê xwe da got:

-Tişt nabe, heger gihîştimê ezê dilê xwe lê rehet bikim û bigihîjim miradê xwe. Û heger negihîştimê jî spor e, ji min ra baş e…

Nuha dorê were me jî



Du ereb, Abd al Jabbar û Abd al Samî, li Stenbolê bi mînîbusê diçûn derekê. Şofêr her cara nêzî rawestgehekê dibû navê wê digot, ”Lewent, Fatîh, Eyûb” filan bîvan…
Ereb e, rê dirêj ajot sebra Abd al Jabbar nema. Ji Abd al Samî ra got:
-Ma emê kînga dakevin?
Abd al Samî got: 

Soylu: Me nehîşt kurd li Îraqê dewletê ava bikin !



Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê  Suleyman Soylu careke din ji ji kurdan û Amerîkayê ra meydan xwendiye û gotiye me bi Îran û Îraqê ra nehîşt li başûr kurd bibin xwedî dewlet û ji nuha û pê da jî emê nehêlin bibin.

Soylu borozanê Erdogan e, Erdogan hin tiştan bi wî dide gotin. Gotinên Soylu yên li ser vê mijarê wiha ye:

24 februari 2019

Artêşa Dewleta Îslamê teslîmî YPGê bû



Şêr û pilingên kurdan artêşa Dewleta Îslamê û çeteyên Tirkiyê, ew artêşa xofek mezin xistibû dilê dinyayê êsîr girtiye. 

Celadên bûbûn hûtên heftserî û serê kurdan jê dikirin û ji bo ku xofê têxin dilê însanan her roj wîdeoyên wehşeta xwe belav dikirin, nuha li ber lûleyên şer û şepalên, keleş  û şêrgeleyên kurd kûzekûza wan e, dibêjin em ketine bextê we, me nekujin û tasek av û kurtêlek nan bidin me.

23 februari 2019

Gur û ker



Gur li nêçîrekê digeriya, çû ket nava zeviyê ceh. Ewê ceh çi bike. Di nava erd da li mişk û xiltekî geriya lê tişt nedît. Da rê çû. Bi rê da rastî kerekî hat. Ji ker ra got:

Ne ew dev ji zulm û înkarê berdidin û ne jî em dev ji liberxwedana xwe...


Ev sad sal e heta ji wan hat em kuştin, em bi çolan xistin û xwestin me biheînin, bikin tirk.

Û heta ji me hat me jî li ber xwe da, me tirkbûn red kir û me got em kurd in û emê kurd bimînin.

Ne wan dev ji terora xwe berda û ne jî me dev ji liberxwedana xwe.
Şerê me berdewam e.

22 februari 2019

Telefon ji dest nakeve


Bi şev û roj telefon ji destê Erdogan nakeve; wer xire xira wî ye... 

Rojekê telefonî Putîn dike, roja din telefonî Trump dike. Putîn û Trump ji derdê telefonên Erdogan bêzar bûne. 

Telefon neke sebra wî nayê, mêrik hîperaktîv e, dibê tiştekî bike, di hereketê da berket dîtiye.

21 februari 2019

Tirk tam layiqî vê rejîmê ne


Li meclîsa Tirkiyê xaftinên bi lazî, ermenî û kurdî wek ”X” derbasî protokolê bûn.

Îro di mecelîsa Tirkiyê da bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanî parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu bi lazî, parlameterê HDPê Garo Paylan bi ermenkî û parlamentera HDPê Fatma Kurtulan jî bi kurdî silav dan meclîsê û çend gotin gotin.

Em û roja zimanê dayikê



Di sala 1999a da 21ê sibatê ji alî UNESCOyê ve (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê) wek roja "zimanê zikmakî" îlankirin û ji wê salê û vir da ye 21ê sibatê li cîhanê wek roja ”zimanê zimakî/dayikê” tê pîrozkirin.

Bi minasebeta vê rojê kurd jî her sal li ser girîngiya zimanê dayikê nivîsan dinivîsin, civînan çê dikin û 21ê sibatê wek roja zimanê dayikê bibîr tînin.

20 februari 2019

Ez çiqasî spasî facebookê bikim jî hindik e


Mala van "gawiran" hezar carî ava be ji me ra ev teknolojî û ev medyaya sosyal îcad kirin.

Ne facebook bûya Mistefa Kalpak nuha nikanîbû bihata hawara min û ev derman pêşniyarî min bikira.

Xêra hebûna facebookê camêr nuha wek tuxtorekî dermanekî entîke pêşniyarî min kir.

Derdê kêmaqilan derdekî giran e


Hin kes ji ber kêmaqliya xwe gelek belayên belaseb tînin serê xwe û xwe mahkûmî êş û ezayên mezin dikin. Ji ber ku kêmaqil in ji wan wetnê ew tiştekî pir rast û muhîm dikin.

Bi milyonan kesên biaqil nikanin kêmaqilekî ji ser riya şaş vegerînin. Çimkî totikvala ye, gotinê fêm nake.

19 februari 2019

Bapêşê dîsa bela xwe di min da


Ji do da ye ez bi bapêşê(arsimê)ketime. Do danê êvarî ji nişka ve, li kompîtorê bi min girt û min tavilê ji xanimê ra got, “weleh ez bi bapêşê ketim !”

Min nedixwest haya we pêxim, lê di veşartinê da jî tu mane tuneye. Diyar e ewê çend rojan bajo. Baştir e hûn jî bizanin ez ne di nava kêf û rehetiyê da me...

Gerek em ji tarîxa xwe dersê bigrin


Dibê meriv dersa xwe baş bixebite, di îmtîhanê da bi ser nekeve jî meriv pê naêşe, çimkî tiştê ji dest hatiye kiriye.

Gerek kurd li rojava û li başûr yekîtiya xwe çê kin, wek miletekî yekîtiya xwe çêkiriye derkevin hemberî dost û dijminên xwe, bi ser nekevin jî ne sûcê wan e.

Dibê em vî kurdê mezin nas bikin



El Cezerî (1136 – 1206), bi navê wî yê dirêj(Bediuzzaman Ebûl- Îz Îsmaîl bîn Rezaz el- Cezerî )alimekî kurd e, ji Cizîrê ye û yekî ji mûcîdên dinyayê yê herî mezin tê qebûlkirin.
 
Îcadên Cezarî li Stenbolê di pêşangeha bi navê ”Makîneyên Cezerî yên harîkulade” da tên nîşan dan.

18 februari 2019

Ez ketime bextê we min tewqîf bikin !


Yek bi bi bez ket hundur emniyetê û bi heyecaneke mezin ji qumsêr ra got:
-Qumsêr beg, min pênç derb bera pîreka(jina) xwe dan, ez ketime bextê we min tewqîf bikin.
Qumsêr got:

Rengê meselê guherî



Di dema osmaniyan da qadiyekî(hakimekî)bertîlxur hebûye. Kê bertîl(rişwet)zêde bidayê heq dida wî, carnan berat û carnan jî ceza dida eynî sûcî.
Rojekê Xoce Nesredîn(Melê Meşûr) ji bo ku sextekariya qadî nîşanî milet bide, çend kes dan pêy xwe û çûn ba qadî.
Xoce got:

Sebebê êrîşkariya Tirkiyê antî kurdbûn e


Li gorî 10-15 sal berê li Amerîkayê, li Ewrûpayê û bi giştî li dinyayê jî li hemberî kurdan sempatiyeke mezin heye, êdî him kurd bêtir tên naskirin û him jî ji bo azadî û serxwebûna wan pirştgiriyeke xurt çê bûye.

Meriv vê piştgiriya bi kurdan ra di medyaya amerîkî û ewrûpî da jî dibîne. Ji devê siyasetmedar û ronakbêrên emerîkî û ewrûpî dibihîze.

17 februari 2019

Kurmê şîrî heta pîrî


Ji hesinê xerab şûrê baş çê nabe.

Însan destpêkê çi be, xwediyê çi xûy, xisletê be heta mirinê jî ew e.
 
Yanî kurmê şîrî heta pîrî.

Bi çi karî rabe, çi rutbeyê bi sîngê ve ke, bibe xwediyê kîjan meqamî jî her ew merivê berê ye, wek hesinê xerab e tu carî baş nabe.

Ev zulm û çavsorî ewê ji we ra nemîne


Kîjan dewlet dibe bira bibe, ji ber ku dewlet e, xwedî artêş û polîs e kane li ciyê rehetiyê, kêfî kesên swîl bigire, têxe zindanê û  îşkence bike. 

Lê ev ji bo wê dewletê ne şeref e, ne mêranî ye. Ev şerm û rûreşî ye. Îspata tunebûna demokrasiyê, azadiyê û mavê mirovî ye.

Vî dijminê me em pir êşandine


Do bîranîna 100 saliya Nûredîn Zaza bû. 

Piştî min li axaftinên kesên li ser jiyana Nûredîn Zaza guhdarî kir ez pir xemgîn bûm. 

Her ku meriv bêtir xwe nas dike, ji tarîxa xwe û serpêhatiyên pêşiyên xwe haydar dibe, gunehê meriv bi halê meriv tê.

16 februari 2019

Me li Stockholmê 100 saliya ronakbîrê hêja Nûredîn Zaza pîroz kir !



Îro me li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî 100 saliya jidayikbûyina evîndarê kurd û Kurdistanê û ronakbîrê bi nav û deng Nûredîn Zaza(1919-2019) pîroz kir.


Nûredîn Zaza, kurdperwer û ronakbîrekî zana, întellektuel û şexsiyetekî pir hêja bû. Pêşgotina wî ya destana Memê Alan nîşan û îspata zanayekî mezin e.

Zimano leqleq seriyo teqreq


Meriv çiqasî kanibe bi zimanê xwe hewqasî baş e.

Pêşiyên me gotine yê totikvala, aqilsivik hinekî zimandirêj e.
 
Ziman tim û daîm bela serê serî ye, zimano leqleq, seriyo teqreq.

15 februari 2019

Kurd kalê 70 salî jî rehet nahêlin


Îşev ji nişka ve ji min ra karekî wergerê derket. Yanî ji min ra milî pîyangoyê lêxist...

Ev 3-4 saet in ez li ser dixebitim, min nuh qedand. 

Bi Xwedê gêj bûm û min îşev ne tiştek nivîsî û ne jî bala xwe da tiştekî.

Li Salih Tûran xwedî derkevin

Salih Tûran


Ez Salih Tûran nas nakim. Lê ez zanim ew rojnamevan e û bi kurdî dinivîse. Ji do da ye polîsên tirk ew girtine. 

Ji bo ku meriv li S. Tûran xwedî derkeve û azadbûna wî bixwaze, ne hewceye meriv sond bixwe ku ew ne endamê tu partiyê ye. 

Swêd gav bi gav dibe welatekî îslamîst



Li Swêd xerîb, musilman, îslamîst, Daîş û hevalbendên wan kanin her rexneyê li swêdiyan û li kesên li dijî îslamîstan bigrin, wan bi rasîzmê, bi nîjadperestiyê îtham bikin.

Lê heger swêdiyek li dijî qanûnên şerîetê û sîstema dewleta parelel ya îslamîstan derkeve tavilê ji wezîfeyê tê girtin.

14 februari 2019

Antîsemîtîzim û antîkurdîzim


Karîkator ji malpera Ledarsidorna hatiye girtin.

Do êvarî telewîzyona swêdî kanala 1ê di xeberên xwe da got li Swêdê antî-semîtîzim pir zêde bûye. 

Li Swêd cihû(yahûdî)xwe di ewlehiyê (emniyetê) da his nakin. Cihû, sînanog û mekanên wan gelek caran marûzî êrîşên musilmanan dibin.

13 februari 2019

Wer xuya dike dawiya rê nêzîk bûye


Tirk ji bo ku Erogan zulmê li kurdan dike, ji bo ku kurdan baş dikuje û nahêle kurd bîna xwe bigrin piştgiriya wî dikikin û rayên xwe didinê.

Yanî sebebê piştgiriya tirkan û MHPê ya bi AKPê û Erdogan ra siyaseta Erdogan ya antî-kurd e. MHP jî û tirkên rayên xwe didin AKPê viya vekirî dibêjin.

Kurdên evîndarên erebî jî ne hindik in


Heta çend sal berê min kurdên rojavayê Kurdistanê(kurdên binxetê)zêde nas nedikirin, kesên min ew nas dikirin hemû kesên welatparêz bûn û bi kurdî dinivîsîn, hemû evîndarên kurdî û Kurdistanê bûn. 

Min digot belkî hemû wiha ne. Çimkî min yên xerab, yên evîndarên erebî nas nedikirin.

Dengê azanê



Melê Meşûr rojekê him azan dixwend û him jî bi bez ji mijzgeftê dûr diket.
Yên ev halê Mele dîtin matmayî man, gotin:
-Mele tu çima wiha dikî, mesele çi ye?
Mele got:

12 februari 2019

Careka din li ser romana ”Rojekê ezê ji pera kelehekê ava bikim”


Di nivîsa xwe ya 9ê mehê da min qala romana Evîn Ahmed  ”Zarokên me çîrokên xwe dinivîsin”  kiribû û bi kurtî kitêb dabû nasîn. Do bi şev a min roman qedand.

Bi swêdî hin şirovekaran gotine roman, lê bi dîtina min ”Rojekê ezê ji pera kelehekê ava bikim” ne roman e, tiştekî di nabêna bîranîn û rojnivîsê (notên rojane) da ye.

Xeyala azadîyê û serxwebûnê...



Mamosteyê edebiyatê vatinîyek wek dersa malê da xwendevanê xwe yê dibistana navîn yê sinifa duduyan, xwest li ser tiştekî kompozîsyonekê binivîsîne.  

Xwendevan lawê seyisekî bi nav û deng bû, wek bavê xwe, wî jî ji hespan pir hez dikir. Li ser hespan gelek xeyalên wî hebûn. 

11 februari 2019

Pir ditirsin


Serok û birêvebirên Tirkiyê gav û saetê gefan li kurdan dixwin, tirsê di kurdan difirînin, dixwazin bi tirsandinê kurdan teslîm bigrin, bêdeng bikin.

Hin kes ji tirsê bimelisin jî lê ev hesabekî şaş e, kurd bi tirsandinê dev ji micadela xwe û şerê azadiyê bernadin.

Li alî din "yê kesên din bitirsîne, ew bi xwe tim û daîm di nava tirsê da dijî."
A. CIaudius
Sebebê gefên wan ji tirsê ye, pir ditirsin...

10 februari 2019

Hûn jî zanin ziman çû em dibin tirk


Heger ne Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û çend şair û nivîskarên me yên kilasîk bûna… 

Heger ne zargotin û çend sitran û dîlokên me yên devkî bûna, yanî heger ne zimanê me bûya, nuha em ji zû da heliya bûn û bûbûn tirk. 

Yê em kurd hîştine û nehîştiye em bihelin zimanê  me ye.

09 februari 2019

Zarokên me çîrokên xwe dinivîsin

Evîn Ahmad


Nivîskar û lîstikvana kurd Evîn Ahmed xanimê îro li Kitêbxaneya Kurdî li ser romana xwe ya pêşî ”Rojekê ezê ji pera kelehekê ava bikim” sohbetek gelkî xweş kir.

Evîn Ahmed, keçek 29 salî ye, bavê wê kurdekî ji Silêmaniyê û dayika wê jî ji Efrînê ye.

Merivê baş yê tu ji kenê wî hez dike !



Îro roja wefata nivîskarê mezin, hosteyê naskirina ruh û hestên însên Dostoyevskî ye.

Vî nivîskarê mezin 198 sal berê di 9ê sibatê da di 60 saliya xwe da xatir ji însanên dixwest nas bike xwest û çû gerdûneke ebedî.

08 februari 2019

Gava mele ne tu mele be cimat jî tiştekî jê fêr nabe


Heger siyasetmedar, rêber û serokên kurdan kesên netewî(nasyonalîst) bûna, xwedî siyaseteke kurd û Kurdistanî bûna, çavên wan ne li Anqerê bûya û di nava gelê xwe da zanîn û şiûra netewî xurt kiribûna hewqas kurd nedibûn zilamên tirkan û şervanên filistîniyan û îslamê. 

Dibê meriv xwediyê gotina xwe be



Ji Melê Meşûr(Xoce Nesredên)umrê wî pirsîn, got ez çel salî me. Di ser ra çend sal derbas bûn, rojekê dîsa umrê wî jê pirsîn. Dîsa got ”ez çel salî me.”

Gotin mele çawa dibe, çend sal berê me ji te pirsî, te got ”ez çel salî me” û nuha jî tu dîsa dibêjî ez çel salî me. Ma qet wiha dibe?

Mele got:

07 februari 2019

Dibê meriv rastiyê qebûl bike


Li Sûriyê li aliyekî sê dewletên wek zebelihan hene û li aliyê din jî PYDya bêdewlet û bêpişt heye.

Li hemberî van sê dewletên(Sûriye, Îran, Tirkiye)wek zebelihan û xwedî îmkan û hêzên pir mezin liberxwedan, têkneçûn ne tiştekî hindik e. Dibê meriv viya qebûl bike.

Çima jin ji mêran bêhtir asîmîle dibin?



Xortekî bi navê #Mansûr Zêrînger, di twîtta xwe da gotiye ”Jin ji mêran bêhtir asîmîle bûne û dibin ma hewceyî nîqaşê ye?”

Gelek kesan ev dîtina Mansûr Zêrînger piştrast kirine û gotine reast e, qala hin serpêhatiyên xwe kirine û hin numûne dane.

06 februari 2019

Şêr û nêçîrvan



Yê resam  di pêşangeha xwe da bi temaşevanan ra digeriya û bersîva pirsên wan dida. Gelek kes li ber tabloya şerekî û nêçîrvanekî kom bûbûn û bi heyranî li ser tabloyê dipeyivîn.

Seriyê zilût



Du mêş li ser serê Hesoyê serzulût(keçel) viniştibûn û vir da, wê da lotik didan xwe, hûrik, hûrik lê diçêriyan. Yekê ji ya din ra got:

-Hey gidî dinyayê, hey gidî dinyayê, di ciwaniya min da vira daristaneke wer gurr bû, wer gurr bû, te nikanîbû gava xwe bavêta, çavan çav nedidît…

Mîzah û rastî



Ev demeke ez her sibe berê dîlokekê/heyranokekê û dû ra jî pêkenînekê, metelokek mîzahî parve dikim, diweşînim. 

Pêkenîn mîzah e, him henek e, meriv dide kenandin û him jî dide fikirandin. 

Bi qasî min dît kêfa xwendevanan jî ji van pervekirinên min yên mîzahî ra tê.

05 februari 2019

Bilbil û hechecik



Rojekê hechecikê hêlîna xwe terikand û berê xwe da welatekî dûr, nava daristanekê, ba birayê xwe yê bilbil/tûtî.

Bilbil bi hatina xweşika xwe gelkî kêfxweş bû, hev û du himêz kirin, bi hev ra ketin şêwir û mişêwran.

Hechecikê ji bilbil ra got:

Egîdê Cimo ne bilûrvan bû !



Çend roj berê carê pêşî min li ser bilûrvaniya Egîdê Cimo nivîsek nivîsî, min got Egîdê Cimo ne bilûrvan e û lema jî ne rast e meriv jê ra bibêje "Mîrê Bilûrê !" 


Çimkî Egîdê Cimo tu carî li bilûrê nexistiye, yê ne bilûrvan be nabe ”Mîrê Bilûrê.” Wî li meyê dixist û kane bibbe "Mîrê Meyê", lê ne yê bilûrê.

Kê ev nav lê kiribe şaş e, ne rast e.

04 februari 2019

Gava meriv serokê dewleta xelkê be dibe berdevkê xelkê


Serokê Amerîkayê Donald Trump do got ewê beşekî ji leşkerên xwe yên ewê ji Sûriyê vekişînin li Îraqê, li Binkeya Serbazî ya El-Esed bi cî bikin û ewê ji wê derê çavdêriya Îranê bikin.

Serokkomarê Îraqê Berhem Salih îro li dijî vê beyana Trumpderket û got:

Heger meriv bixwaze fêr dibe



Ji bo meriv tiştekî nuh û nizane fêr bibe, hezkirin, cesaret û îstîkrar lazim e.

Yê ji kurdî hez bike, cesareta fêrbûnê pê ra hebe û îstîkrarê nîşan bide ewê fêr bibe.

Hin kes newêrin alkolê, cixarê biterikînin, lê gava dixwazin dikin. Kurdî jî wisa ye, netirsin, qet ne zor e.

Biryara xwe bidin û îstîkrarê nîşan bidin. Siyasetmedarê, întellektuelê bi qasî tirkî zimanê xwe nizane pir şerm e jê ra.

03 februari 2019

Em miletekî bêşans in



Em kurd miletekî pir bêşans in, bextreş in.

Dijminên me ne yek e, çar in.
 
Her çar jî ji me xurttir in.

Her çar jî gelkî zalim û hov in.
Her çar dewlet jî wek me musilman in.

Gelên her çar dewletan jî bi qasî dewletên xwe neyarên me ne.

Miletên her çar dewletan jî wek me sipî ne.
 
Dîne me û yê her çar dijminên me yek e.

Suleyman Soylu nahêle kurd herin şîna hev jî


Serokwezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser kurdên dikujin gotiye:

”Em terorîstan dikujin, parlamenter dixwazin herin cenazeyên wan. De bira herin em wan bibînin, de bira herin…”

Mêrik ne wek wezîrê welatekî, tam wek serokê mafîayê peyivîye...

Berf, bêdengî û ez



Saetek berê ji xew rabûm, ji bo ku bizanibim hewa çawa ye min derî vekir û bala xwe da hewşê. 

Min bala xwe dayê berfê hewş kîp kiriye, lampeyên hewşê di bin berfê da mane û ronahiya di nava berfê da loşek, manzareyek xweş daye dora xwe.

Dîmenê min dît muhteşem bû, berfa çîk sipî û ronahiya loş ya lampeyên hewşê pir li hev kiribûn, bûbû tabloyeke gelkî xweş...

02 februari 2019

Ji bo ku got ataîst ji musilmanan bi exlaqtir in serê xwe xist belayê

Cemîl Kiliç


Nivîskar û mamoste Cemîl Kiliçê îlahîyatçî(alimê dînî) di beyaneka xwe da got, ”îro kesên ataîst li gorî musilmanan hîn bêtir li gorî Quranê û hîn bi exlaq dijîn.”

Piştî vê beyana Cemîl Kiliç, musilmanên tirk qiyamet rakirin û ew wek yekî dijminê dîn nîşan dan û hukûmetê jî ew ji karê wî derxist.

Ma zivistana îsal jî zivistan bû !


Hemo û cehnime.
Hemoyê feqîr rahmet kir. Bi milê feqîro girtin, rasterat birin cehnimê/dojehê.
Çer ket hundur, zebanîyên dojehê tavilê lê hatin hev û çerpandinê, seriya te çi gotiye…

01 februari 2019

Berê jinên kurd nedibûn cahş, lê nuha ew jî dibin


Berê hemû serok û kadirên serîhildanên me axa, mîr, şêx, mele, alimên dînî û kesên bawermend bûn. Kesên dîndar, bawermend welatparêz û pêşengên gelê xwe bûn, li dijî hêzên dagiker bûn.
Lê nuha dewran hatiye guhertin...

Al sembola netewî ya herî mezin e !


Wek her miletî yê me kurdan jî du sembolên(remzên) me yên netewî hene; yek ala rengîn e, yek jî sirûda nete wî ye. Herdu jî şerefa me û sembolên hebûna û yekîtiya me ne. 

Lema jî dibê em li hemberî sirûda netewî û ala xwe bi hurmet bin, tu carî bêhurmetiyê nekin.

Mîrê meyê jî ji vê dinyayê koç kir

Egîdê Cimo 


Egîdê Cimo çû rahmetê. Serê malbata wî sax be. Gorra wî buhişt be. Egîdê Cimo hunermendekî hêja bû, bi meya xwe ji gelê xwe ra xizmeteke hêja kir, di muzîka kurdî da şopeke nemir li pey xwe hîşt. Ewê dilê me da bijî.

Bala min lê ye gelek kes di mesajên serxweşiyê da jê ra dibêjin "Mîrê bilûrê. Egîdê Cimo Mîrê bilûrê bû"!

PARVE BIKE