Yê resam di pêşangeha
xwe da bi temaşevanan ra digeriya û bersîva pirsên wan dida. Gelek kes li ber
tabloya şerekî û nêçîrvanekî kom bûbûn û bi heyranî li ser tabloyê dipeyivîn.
Di tabloyê da şêrekî nêçîrvan kuştibû li erdê dirêjkirîbû û nêçîrvanekî hûrik, bi quretiyeke mezin li kêleka şêr sekinîbû û nigekî xwe jî dabû ser serê şêr û xwe nepixandibû.
Şêrê di tabloyê da ji nişka ve hat zimên û ji kesên li ber tabloyê kom bûbûn ra got:
-Resamên me şêran tunene. Heger resamên me şêran jî hebûna nuha yê li erdê
ewê ev nêçîrvan bûya û ji dêlî nigê wî, lepê min ewê li ser serê wî bûya.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar