07 februari 2019

Çima jin ji mêran bêhtir asîmîle dibin?



Xortekî bi navê #Mansûr Zêrînger, di twîtta xwe da gotiye ”Jin ji mêran bêhtir asîmîle bûne û dibin ma hewceyî nîqaşê ye?”

Gelek kesan ev dîtina Mansûr Zêrînger piştrast kirine û gotine reast e, qala hin serpêhatiyên xwe kirine û hin numûne dane.


Ev ne cara pêşî ye ez îdîa jin(pîrek) ji mêran(ji peyan) bêhtir asîmîle bûne û ji mêran bêhtir heweskarên tirkî ne dibihîzim. 

Lê ne tenê dibihêzim, çavdêriyên min yên li Kurdistanê û tiştê min dîtiye û ez bûme şahid jî vê dîtinê piştrast dike.

Lê ev yek nayê maneya jinên asîmîlasyonê red dikin û asîmîle nebûne qet tunene. Helbet jinên asîmîle nebûne hene, lê ne pir in. Qest di vir da piranî ye, gelşeke civakî ye.

Li Kurdistanê jin ji mêran pirtir û bi lez dev ji kurdî berdidin, bi hev ra bi tirkî dipeyivin û tirkî dikin zimanê xwe yê malê û rojane. Bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin.

Bi rastî gava meriv li Diyarbekrê, li Wanê û li bajarên Kurdistanê digere, gava rêwîtiyê dike, meriv vê rastiya jin ji mêran(peyan)zêdetir asîmîle bûne dibîne.

Meriv li tu derê qet rastî du pîrekên bajarî bi hev ra kurdî dipeyivin nayê. Lê rastî peyayên, xortên bi hev ra kurdî dipeyivin tê. 

Ji xwe em zanin dewletê jî di van 20-30 salên dawî da bêtir dest avêtin jinan û keçan. Dewletê jî dît yên zinmanê kurdî heta vira anîne, yên ne hîştine kurd wek milet bihelin û bibin tir kesas dayik in, yanî jin  in. Heger dayik bi zarokên xwe ra bi kurdî nepiyeviyana kurdî nuha di rewşeke pir xerabtir da bû.

Dewlet nuha jî dixwaze bi jinan kurdî ji ortê rakin. Dewletê di vî warî da mesafeyeke mezin jî girtiye û baş jî bi ser ketiye.

Yanî em kanin bibêjin kurdiya bi saya dayikan heta nuha ma, nuha jî dike bi destê dayikan were gorkirin.

Bêguman di vir da sûcê bavan jî heye, dibê ew jî asîmîlasyonê qebûl nekin û li zimanê xwe xwedî derkevin. 

Di bloga min da gelek nivîsên min yên li ser vê meselê hene. Lê ya muhîm li hemberî vê em kanin çi bikin? 

Dibê meriv li ser wê serê xwe biêşîne. 

Sebê jin hewqasî bi rehetî dikevin bin bandora tirkî û dev ji zimanê xwe berdidin çi ye û em kanin çawa û bi çi hawî rê li ber vê malwêraniyê bigrin? 

Dibê li ser vê mijarê lêkolîn were kirin, sebebên vê asîmîlasyona jinan werin tespîtkirin û tiştên em kanin bikin çi ne werin zanîn.

Bi baweriya min zeîfîya şiûra netewî û nasyonalîzmê, kompleksa xwebiçûkdîtinê dibe sebebê însan asîmîlasyonê rehet qebûl bike, rehet dev ji zimanê xwe berde.

Merivê zanîn û şiûra netewî pê ra xurt be û neteweparêz (nasyonlaîst,mîlîyetçî) be dev ji zimanê xwe bernade û bi zarokên xwe bi tirkî napeyive.

Mimkûn e hin sebebên din jî hebin, zulm û neheqî bêtir li jinê dibin û ev jî dibe sebebê jin li gorî mêr bêtir qudûmşikestî bibe, ji mêr rehettit asîmîlasyonê û entegrasyonê qebûl bike.

Lê rewş çi ye dibê carê analîza wê were kirin û tiştên em wek milet, jin û mêr bi hev ra em kanin bikin diyar bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE