25 februari 2019

Nuha dorê were me jî



Du ereb, Abd al Jabbar û Abd al Samî, li Stenbolê bi mînîbusê diçûn derekê. Şofêr her cara nêzî rawestgehekê dibû navê wê digot, ”Lewent, Fatîh, Eyûb” filan bîvan…
Ereb e, rê dirêj ajot sebra Abd al Jabbar nema. Ji Abd al Samî ra got:
-Ma emê kînga dakevin?
Abd al Samî got: 

-Hinekî sebir bike, nuha dorê were me jî, dema navê me xwend emê dakevin.


Qahwa bi jahr
Churçhîl li Meclîsê dipeyivî. Ji partiya mixalif parlamentereka jin ji axaftina Churchîl pir aciz bû û bi hêrs jê ra got:

-Heger ez pîreka(jina) te bûma minê jahr tevî qahwa te bikira.
Churçhîl berê xwe bi jinikê da kir û bi dengekî gelkî sakîn got:
-Xatûna delal, heger tu pîreka(jina)min bûya minê jî ew qahwe bi kêfxweşî vexwara…

Dojeh
Yekî cilînî êvarekê çû nimêja terewîhan. Mele di weazê da qala cehnimê(dojehê) dikir. Lê cehenemê wisa taswîr dikir cimat hemû ji tirsa qutufî bû. Hinek ji tirsa kûre kûre wan bû digrîyan. Lê qet ne xema yê cilînî bû.
Ji cimatê yekî ji tirsa devê wî ketibû hev û ji yê cilînî ra got:
-Bira ma qey tu li mele guhdarî nakî?
Yê cilînî got:
-Ez guhdarî dikim, çawa nakim?
-Ê tu fêm dikî mele çi dibêje?
-Ez fêm dikim, ma çima ezê fêm nekim?
Mêrik got:
-Bi waeza mele cimat biziya ye, her kes digrî, lê bala min lê ye qet ne xema te ye. Ma qey tu ji ezab û agirê cehnimê natirsî?
Yê cilînî got:
-Ji bo çi ezê bitirsim? Ez riya xwe bi cehnimê naxim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE