04 februari 2019

Gava meriv serokê dewleta xelkê be dibe berdevkê xelkê


Serokê Amerîkayê Donald Trump do got ewê beşekî ji leşkerên xwe yên ewê ji Sûriyê vekişînin li Îraqê, li Binkeya Serbazî ya El-Esed bi cî bikin û ewê ji wê derê çavdêriya Îranê bikin.

Serokkomarê Îraqê Berhem Salih îro li dijî vê beyana Trumpderket û got:


“Hebûna armanca hêzên Amerîkayê şerê li dijî terorê ye û bi destûra Iraqê li vir in. Amerîka pêwîst e girêdayî vê armancê bimîne. Mafê Amerîkayê nîne ji axa Îraqê çavdêriya Îranê bike.”

Berhem Salih mecbûr e wiha bibêje, çimkî ew serokê Îraqê ye û hukûmeta Îraqê jî ji Amerîkayê bêtir dost û mitefikê Îranê ye. Piştî ku meriv bû serokê Îraqê mecbûr e berjewendiyên ereban û Îraqê biparêze.

Heta kurd bi Îraqê ra bin û bibin wezîr û serokên Îraqê, ewê tim ji kurdan bêtir ereban biparêzin, berjewendîyên ereban bigrin ber çavan. 

Lema jî kurd nikanin xwe ji vê beyana Berhem Salih aciz bikin. Heger em dixwazin hesabê ereban nekin û tenê li gorî berjwendiyên xwe herket bikin, dibê em ji Îraqê veqetin, em bibin dewleteke serbixwe.

Gava meriv bibe serokê dewleta xelkê ewê wiha be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE