03 februari 2019

Berf, bêdengî û ez



Saetek berê ji xew rabûm, ji bo ku bizanibim hewa çawa ye min derî vekir û bala xwe da hewşê. 

Min bala xwe dayê berfê hewş kîp kiriye, lampeyên hewşê di bin berfê da mane û ronahiya di nava berfê da loşek, manzareyek xweş daye dora xwe.

Dîmenê min dît muhteşem bû, berfa çîk sipî û ronahiya loş ya lampeyên hewşê pir li hev kiribûn, bûbû tabloyeke gelkî xweş...


Do derengê şevê gava ji şevbêrka PAKê hatim berfê dest pê kiribû,  lê rê nehatibû girtin û berf hewqasî ne pir bû. Lampeyên hewşê di bin berfê da wenda nebûbûn.


Nuha dîmenekî din heye, menzereyeke muhteşem heye..

Lê nuha, di vê saetê da (07.00)berfa çîk sipî daye ser lampeyên min, ronahiya di bin berfê da bêemsal e, hewş xweştir e, her tişt xweştir bûye.

Lê nuha hewş sipî boz dike, lampeyên hewşê jî di bin berfê da mane û berfa me jî berdewam e. 


Kêfa min ji dîmenê derva ra hat, min çend fotograf girtin. Min do bi şev jî du sê foto girtin, wê demê berf ne zêde bû. Lê nuha hewş pir xweş bûye. 

Ev çend roj in hal û karê min avêtina berfê ye. Îsal berfê em û stockholmî xenê kirin.


Şeş(6) sal berê di sisiyê sibatê da dîsa berf li erdê bûye lê îro rojeke pir xweş bûye. Wê rojê(3/2-13) min wiha nivîsîye: 

”Îro li Stockholmê rojeke pir xweş heye, meriv naxwaze ji ber enîşka dîwaran rabe. Min û xanimê jî wer kir.
Ez û xanim, em nuh ji gerra xwe ya rojê hetin. Em îro dîsa çûn ser gola xwe ya qeşagirtî û bîstekê bi temkîn û bi tirs li ser geriyan.
Em zêde bi pêş da neçûn, lê swêdî mêrikan ne xema wan bû, bêtirs li ser digeriyan. Me got, em herdu jî ne ajnêber in, ku bûz bişkiyê çû ji me da, emê herdu jî bifetisin
Ji ber ku roj pir xweş bû, em bîstekê jî li kêlek golê, li ser kursiyekê rûniştin û me xwe da ber tavê. Roj li vî welatê sar êdî ji me kal û pîran ra derman e.
Çi heyf ku îro kamera me ne bi me ra bû, heger bi me ra bûya, me yê hûn jî bikirana hevalên gerra xwe ya nava berfê û ser gola Albysjonê…”

Lê îsal bû qismet min çend goto jî girtin…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE