03 februari 2019

Suleyman Soylu nahêle kurd herin şîna hev jî


Serokwezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser kurdên dikujin gotiye:

”Em terorîstan dikujin, parlamenter dixwazin herin cenazeyên wan. De bira herin em wan bibînin, de bira herin…”

Mêrik ne wek wezîrê welatekî, tam wek serokê mafîayê peyivîye...


Ji ber pişta wî ji hukûmetê û dewletê rast e, saxlem e, lema kane van peyvên neînsanî bike. Hukûmet dixwaze ew van gefan li kurdan bixwe…

Hukûmetê di sala 2014a da biryara qirkirina kurdan girtiye û gav bi gav dixe praktîkê û qedexekirina çûna ceneaze û şînê jê medeyeke vê programa hukûmetê ye.

Gava ”wezîrek” ji hemwelatiyên xwe ra vê gotinê bibêje, ew welat êdî ne welatekî qanûnî ye, ew rêxistineke qetlê û înfazê ye.

Bi hezaran kurd bi AKPê ra ne, wezîr û parlamenterên AKPê yên kurd hene. Sibe, zarokên wan, zarokên bira û hevalên wan werin kuştin ewê nikanibbin herin şîna wan.

Çimkî hukûmet nahêle kurd cenazeyên zarokên xwe jî rakin, nahêlin kes here şîna kesî. 
Yanî ev hukûmet, ev rejîm hewqasî zalim û bêexlaq bûye…

Lê kurdên bêxîret dîsa jî vê çavsoriyê û vê zulmê qebûl dikin û dengê xwe nakin



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE