Ji do da ye ez bi bapêşê(arsimê)ketime. Do danê êvarî ji
nişka ve, li kompîtorê bi min girt û min tavilê ji xanimê ra got, “weleh ez bi
bapêşê ketim !”
Min nedixwest haya we pêxim, lê di veşartinê da jî tu mane tuneye. Diyar e ewê çend rojan bajo. Baştir e hûn jî bizanin ez ne di nava kêf û rehetiyê da me...
Her sal care, du caran ji nişka ve wek maran bi min vedide û çend rojan îmanê li min diçikîne.
Çavên min û pozê min wek du kaniyan diherikin, ev yek jî min pir nerehet dike.
Ji bo ku rûtîna xwe ya rojane xera nekim û nabênê nedim nivîsên xwe ji do êvarî da ye ez û bapêş(arsim, nezle)li ber hev didin. Carnan zora min dibe û min dixe nava nivînan, lê piştî saetekê, du saetan ez wek şêrekî dîsa hêzî ser xwe dikim û têm xwe didim ber vê qutîka destê min jê nabe.
Ya xerab dermanê diya min exlamûr jî li mal tuneye. Min zor daye avê û çayê lê herikandina pozê min nasekine. Nizanim qahwe baş e ya na?
Min hîn baş biryara xwe nedaye, hîn dudil im, nizanim herim xwe dirêj bikim ya jî hinekî din jî li ber xwe bidim.
Berxwedan jiyan e û halê kurdan jî tim berxwedan e. Wek kalekî kurd ez jî li br xwe didim û teslîmî vê nexweşiya pîsik nabim.
Ax, ax, xwezî ev bapêş tunebûya û pozê min û çavên min wek du kaniyan neherikîyana...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar