Heta çend sal berê min kurdên rojavayê Kurdistanê(kurdên
binxetê)zêde nas nedikirin, kesên min ew nas dikirin hemû kesên welatparêz bûn
û bi kurdî dinivîsîn, hemû evîndarên kurdî û Kurdistanê bûn.
Min digot belkî
hemû wiha ne. Çimkî min yên xerab, yên evîndarên erebî nas nedikirin.
Li hemberî wan, min xwe hustuxwar his dikir, min digot xwezî kurdên bakur jî bi qasî yên rojava(binxetê) ji zimanê xwe hez bikirana. Çend caran jî min pesnê wan da û dilê xwe bijand kurdperweriya wan ya zimên.
Lê bi xêra pêşdeçûna medyaya sosyal nuha hêdî hêdî ez dibînim ew ji me xerabtir in, ne baştir in. Xerabên wan ji başên wan pirtir in.
Bi qasî kurdên me heyranê tirkî ne, ew jî heyranê erebî ne û heta hinekî jî zêde...
Tu dibêjî kurdiya te baş e, çima tu bi erebî dinivîse?
Dibêje, "ez bi kurdî jî dinivîsim û hevalên min yên bi erebî dixwînin hene."
Kêla maneyan tu carî tije nabe, miheq sebebekî dibînin. Yên me jî eynî tiştî dibêjin. Çimkî kurdî dilê wan rehet nake, dibê ilim bi erebî binivîsin.
Lê ev ne bes e, heyraniya Tirkiyê û tirkî jî li heyraniya xwe ya erebî zêde kirine.
Nufûsa kurdên rojava li dora 3 milyona ye, lê jimara partiyên wan ji yên her sê perçên din yên Kurdistanê pirtir in. Yanî di her warî da reqor di destê wan da ye...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar