Wek her miletî yê me kurdan jî du sembolên(remzên) me yên netewî
hene; yek ala rengîn e, yek jî sirûda nete wî ye. Herdu jî şerefa me û sembolên
hebûna û yekîtiya me ne.
Lema jî dibê em li hemberî sirûda netewî û ala xwe bi hurmet bin, tu carî bêhurmetiyê nekin.
Ancax kesên rentele û bêşiûr li hemberî ala miletê xwe bêhurmetiyê bike.
Yên li Brukselê al daxistin heqaretê li alê nakin,
xwedêgiravî bi vî rengî Barzanî rexne dikin, dibêjin hûn ne layiqî vê alê ne,
filan bîvan.
Lê dîsa jî karê kirin şaş e, ala Kurdistanê ne ya tu kesî û tu partiyê ye. Meriv bi daxistina alê şexsan protesto nake.
Daxistina alê ehmeqiyeke mezin e,
meriv ne dîn be li ser navê rexnekirina hinekan ala xwe danaxe...
XXX
Dera, warê tirk, ereb û îslamîst lê hebin tu carî ji gelşê,
ji pevçûnê, ji teşxelê û ji şer xalî û xilas nabe.
Her welatê lê gelşên siyasî û etnîkî heye, lê binêrin miheqeq li wir tirk, ereb û îslamîst hene, miheqeq tiliya tirkan, ereban û îslamîstan tê heye.
Heta dinya ereban, Tirkiyê, Îranê û îslamîstên wan nexesîne, baş qeyd û merbend neke, rehetî ne ji me kurdan ra tenê, ji Ewrûpayê ra jî tuneye.
Lê tiştê xuya dike Ewrûpa teslîmî Tirkiyê û îslamîstan bûye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar