Di nivîsa xwe ya 9ê mehê da min qala romana Evîn Ahmed ”Zarokên me çîrokên xwe dinivîsin” kiribû û bi kurtî kitêb dabû nasîn. Do bi şev a min roman qedand.
Bi swêdî hin şirovekaran gotine roman, lê bi dîtina min ”Rojekê ezê ji pera kelehekê ava bikim” ne roman e, tiştekî di nabêna bîranîn û rojnivîsê (notên rojane) da ye.
Evîn Ahmed keçeka kurd e, bavê wê kurdekî ji Silêmaniyê û dayika wê jî ji Efrînê ye.
Ew bi xwe li Swêd, li Stockholmê li taxa Akalayê hatiye
dinê. Taxeke hema hema swêdî lê nemane û bûye ghetto, taxeke xerîban. Kesên li
van ghettoyan mezin dibin di çavê civatê da merivên ji tebeqa jêr in û şansê
wan ê pêşketinê pir hindik e, ji bo ku ji wir derkevin û bigihîjin ciyekî
bilind dibê pir bixebitin.
Evîn Ahmed keçeke jîr e, di dibistanê da serketî ye û xwedî xeyalên mezin e, dixwaze bibe lîstikvana tiyatro yê, şanogeriyê û dibe jî.
Û piştî lîseyê dikeve Dibistana Bilind ya Dramatîkê û bi serfîrazî diqedîne û di gelek fîlm û piyesên muhîm da, di fîlmên telewîzyonê da wek aktora sereke rol digre.
Malbata Evîn Ahmedê ne dewlemend e, gelek carfan rû bi rûyî zahmetiyên aborî dibin û ev yek jî tesîreke mezin li Evîna biçûk dike, dixwaze gava mezin bû pir zengîn bibe, bi peran bilîze, nehêle dê û bavê wê motajî kesî bibin.
Nivîskar, di berhema xwe da qala zaroktiya xwe, hevalên xwe
yên dibistanê, mamosteya jê ra gotiye ”tu nikanî tekêvî wê zanîngehê,
lîstikvanî ne li gorî te ye”, xeyalên xwe yên pera, jiyana li taxeke
dewlemendan, xaniyekî nava bajêr û jiyaneke baştir dike.
Û di dawiyê da jî digihîje armanca xwe; dikeve dibistana Swêd ya herî bi nav û deng, dibe lîsikvaneke bi anv û deng, dibe xwediyê xanieykî li gorî dilê xwe. Yanî Yanî qala rêwîtiyeke sinifî û întellektuelî dike.
Di ”romanê” da meriv dinya zarokên me, gelşên keçan û lawan, xeyalên keçek kurd, nêrîna xortan ya li me û li kultura me dibîne.
Tiştê herî balkêş Evîn Ahmed pir vekirî û bêsansor peyivîye, ji bikaranîna zimanekî kuçê û argo netirsiya, di fikrên xwe da, di xeyalê xwe da, bi kurtî di tu warî da xwe sansor nekiriye.
Piştî min kitêb qedand û devê wê girt û danî ser masê, min berçvaka xwe derxist da ser û ez bîstekê li ser naveroka wê fikirîm. Min ji xwe ra got xwezî me jî bikanîbûya serpêhatî û bîranîn xwe, zahmetiyên me li vê dîasporayê dîtin û kişandin, xeyalên xwe yên xortaniyê û yên nuha wek Evîn Ahmedê vekirî û bêsansor binivîsîya.
Edebiyata mezin bi sansorê nabe, heta em hestên xwe, dilê xwe azad nehêlin em nikanin berhemên nemir, mezin binivîsin.
Berhemeke xweş e, zimanekî(swêdiyek) sivik e, kurdê dixwaze gelşên zarokên kurdan, xeyalên wan, zahmetiyên dibînin bizanibe, dibê vê merhebê bixwîne. Meriv bi zarokên xwe ra, xwe jî tê da dibîne.
Careke din destxweş bin
SvaraRaderaSpas, mala te ava.
Radera