Gur li nêçîrekê digeriya, çû ket nava zeviyê ceh. Ewê ceh çi bike. Di nava erd da li mişk û xiltekî geriya lê tişt nedît. Da rê çû. Bi rê da rastî kerekî hat. Ji ker ra got:
-Bawer bike ji vêsê da ye ez li te digerim. Li dera han min zevîyekî(erdekî) ceh dît. Lê min nexwar, min ji te ra hîşt. Gelkî kêfa min ji şiklê xwarina te ra tê. Gava tu ceh dixwî qîrçîn û xirmîna diranên te kêfeke mezin dide min. Tu kes nikane wek te ceh xweş bixwe. Ka were em bi hev ra herin, tu bixwe û ez jî li xirmîna diranên te guhdarî bikim.
Ker bi van gotinên gur nexapiya, jê ra got:
-Lawa ma ez guran nas nakim, tu dikî kê bixapînî? Heger te bikanîbûya ceh bixwara te zikê xwe birçî nedihîşt û tu li kêfa guhê xwe nedifikirî. Tu here van derewan ji yekî guran nas nake ra bibêje…
Û dû ra jî dest bi zirînê kir. Gur bala xwe dayê nikane ker bixapîne, lêxist û çû...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar