Di dema osmaniyan da qadiyekî(hakimekî)bertîlxur hebûye. Kê bertîl(rişwet)zêde bidayê heq dida wî, carnan berat û carnan jî ceza dida eynî sûcî.
Rojekê Xoce Nesredîn(Melê Meşûr) ji bo ku sextekariya qadî nîşanî milet bide, çend kes dan pêy xwe û çûn ba qadî.
Xoce got:
-Qadî efendî, li çolê dema dewar diçêriyan mangeyek belek -ez bawer dikim manga we ye- qoçê xwe li zikê manga me xistiye û mange kuştiye. Tu ji vê ra çi dibêjî?
Qadî got:
-Xoce, ma di vê da çi qebeheta(kêmasiya)xwedîyê mangê heye? Û li heywanê kerr û lal jî doza xwînê û cezê nayê kirin.
Xoce peyva xwe guherand, got:
-Na na min şaş got, manga me manga we kuştiye.
Li ser vê gotina Xoce, qadî kitêba qanûna li ber xwe vekir û got:
-Ê wê demê rengê mesele guherî, ka ez binêrim qanûna vê kitêba qapaxreş çi dibêje ?
Destmêj
Ava Melê Meşûr(Xoce Nesredîn)têra destmêja wî nekir, nigekî wî neşuştî ma.
Dema nimêja xwe kir nigê xwe yê neşuştî rakir hewa. Vê yekê bala kesên li dorê kişand, ji pirsîn, gotin:
-Mele ev çawa nimêj e?
Mele got:
-Ev nimêja nigekî bêdestmêj e.
Xapandin
Jinikê ji keçika dezgahdar ra got:
Tu ji vê beteniyê ra dibêjî hirî ye, lê wa ye li ser "naylon e" dinivîse.
Keçika dezgahdar got:
-Tu guh nede wê nivîsa li ser, ji bo ku bizûz bixapin me li ser "naylon e" nivîsîye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar