01 februari 2019

Mîrê meyê jî ji vê dinyayê koç kir

Egîdê Cimo 


Egîdê Cimo çû rahmetê. Serê malbata wî sax be. Gorra wî buhişt be. Egîdê Cimo hunermendekî hêja bû, bi meya xwe ji gelê xwe ra xizmeteke hêja kir, di muzîka kurdî da şopeke nemir li pey xwe hîşt. Ewê dilê me da bijî.

Bala min lê ye gelek kes di mesajên serxweşiyê da jê ra dibêjin "Mîrê bilûrê. Egîdê Cimo Mîrê bilûrê bû"!


Bi qasî ez zanim Egîdê Cimo ne bilûrvan bû û min qet nedîtiye li bilûrê xistibe. 

Ew hosteyekî, hunermendekî "MEYê" bû, ne bilûrvan bû. Amûra lêdixist ne bilûr bû, mey bû.


Yasîn Boyraz li bilûrê dixe. Bilûr ev e


Bilûr û mey du amûrên(alavên, înstrumentên) cihê ne. Mey ji bilûrê bêtir nêzikî zurnê, neyê û tûtikê ye. Di rismê jor da Yasîn Boyraz li bilûrê dixe. Lê ya Egîdê Cimo lêdixe ne bilûr e, mey e.

Lema jî ne rast e meriv ji Egîdê Cimo ra bibêje "Mîrê bilûrê", dibê bibêje "Mîrê meyê", ev nav, ev sifet rasttir e !
Kê ev nav(mîrê bilûrê) lê kiribe, dixwaze bira wî li xwe kiribe şaş e, Egîdê Cimo ne "Mîrê blûrê",  mîrê meyê ye.

Yekî li tembûrê, sazê xwe ne rast e meriv wî bike hosteyê ûdê û ya yê cumbûşê.

Egîdê Cimo çû warê xwe yê ebedî, lê dengê meya wî ewê her û her bimîne, emê tim û daîm bi zewq li deng û awazên meya wî guhdarî bikin.
Gorra wî behişr be....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE