31 oktober 2022

Du akademîsyenên hêja bi semînera xwe em îhya kirin

 

Dr. Mîkaîl Bulbul û Dr. Hîkmetîn Atli do li Stockholmê li Kitêbxana Kurdî semînerke pir hêja, pir bi fêde dan. Em gelek tiştên nuh fêr bûn.

Mistefa Aydogan moderatorê semînerê bû. Moderatoriyek mikemel kir. Herdu akademîsyenên hêja, xebatên wan, berhemên wan bi rengekî sîstematîk, pir xweşik bi me da nasîn. Nasandineke mikemel bû.

Dr. Mîkaîl Bulbul li ser Kolleksîyona Aleksander Jaba (1801-1894) û xebatên Mele Mahmûdê Bazidî peyivî.

Çend rêz ji bîranînên min -279-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1992-10-31

Tirkiyê eskerî giran şandiye Kurdistana Başûr. Celal Talabanî êrîşa Tirkiyê protesto kir, got emê hin dewletên dost agahdar bikin. Li gorî îdîayên medya tirk kampên PKKê gişk ketine destên eskerên Tirkiyê. Mesûlên hukûmeta Kurdistanê got balafirên Tirkiyê li hin deran êrîşî pêşmergeyan jî kirine, 14 pêşmerge hatine kuştin, 40 heb jî birîndar in.

Heger ev rast be felaketeke mezin e. Ji ber ku Îraq dengê xwe nake tirk nasekinin, çi ji destên wan were ewê bikin.

Tirkiyê hêzeke mezin, bi panzêr, tank, top ji deriyê Zaxo eşkere derbasî Kurdistana Başûr kir.

30 oktober 2022

Dilpakî û hevalên dilreş

Dibêjin rê ji dila diçe dila. Min jî wer bawer dikir. Lê nuha min fêm kir ev her tim ne rast e. Carnan tu li hember yekî pir dilpak î, lê tu pê dihese dilê wî li hemberî te wek qîra reş e.

Di van çend rojên dawî da sê kesan wek mahrên pir jahrî bi min vedan. Ez him xeyalşikestî bûm, him jî gelkî êşiyam...

Min tu carî bawer nedikir ev hersê kes(lê bi taybetî jî yekî ji wan)li hemberî min ewê hewqaqsî dilreş û bêbext bin û li ciyê rehetiyê wek dûpişkê bi min vedin.

Çend rêz ji bîranînên min -278-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1988-10-30

*Îro Şakirê Miho hat komela me. Me bîstekê sohbet kir. Kêfa min pir jê ra hat, merivekî zana, kibar e. Got ez dixwazim berpirsiyarên partiyên Kurdistana Başûr bibînim. Min got ez wan nas dikim. Ezê bi wan ra têkiliyê deynim ji bo ku hevdu bibînin.

*Husên Yildirim gerek îşev telefonî min bikira ji bo ku em hevdu bibînin, lê telefon nekir. Ew telefon neke ez nakim.

29 oktober 2022

Gerek yekî ev rastî bigota !

Kêfa gelek kesan ji pêşniyara min "herin fûarê, çend kitêban bikirin, bira fêda we bigihîje weşanxaneyan" ra hatiye.

Lema gelek kesan ev twîtta min ecibandine û parve kirine. Diyar e dibê yekî ev tişt bigota. Gotina rast xelk jê ra li çepika dixe.

Hinek dinivîsin, hinek çap dikin, hinek jî gerek bikirin. Heger bikir tunebin çerx nazîvire. Dibê kurd vê rastiyê bizanibin, dibê bi kirîna kitêban alîkriyê bidin weşanxaneyan.
Kitêb neyên firotin kes çap jî nake.

Dema fûar vedibin her kurd kane çend kitêban bikire. Dibê meriv viya wek alîkariyeke kurdperweriyê bibîne, bi vê riyê destegê bide nivîskar û weşanxaneyan.

Çend rêz ji bîranînên min -277-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-10-29

Piştî danê nîvro ez çûm mala Mele Baharî Koçkaya. Min xwest li ser Fehmiyê Licî  ji bo Armancê pê ra hevpeyvînek  bikim.

Nexwest dîrek bipeyive, got pirsan bide min. Min pirsên xwe danê. Ewê bersîvên wan binivîsîne û dûra bide min.

Min dixwest pê ra sohbet bikim, lê wî pirsên nivîskî tercîh kir. Sohbet bûya ewê baştir ba, pirs pirsê vedike. Lê dîsa jî baş e, meriv li ser Fehmiyê Licî çi binivîse baş e. Belkî jî ev cara pêşîye kurd li ser wî tiştekî dinivîsin.

28 oktober 2022

Roman û şiir

Du roj berê min got şairî ji nivîskariya romanê zortir e, lema gelek kesên bi şiirê dest bi rêwîtî û seruwena edebî dikin piştî demekê dev ji vê rêwîtiyê ber didin, dest bi nivîskariya romanê ya jî çîrokê dikin.

Ji ber ku nivîsîna romanê ya jî çîrokê li gorî şiirê rehettir e. Her kesê bi nivîsê, bi edebîyatê ra hinekî aşîna ye heger bixwaze kane romanê binivîse.

Lê ew kes bixwaze jî nikane bibe şair. Ji bo şairîyê zanebûn, teorî, teknîk tenê têrê nake; dibê ruhê şairiyê bi meriv ra hebe.

Di telewîzyona Swêd da henekek bi Erdogan kir ji karê xwe bû

 


Kristoffer Ahonen Appelquist

Kristoferê swêdî di programeke Xwe da henek bi serokê Tirkiyê Erdogan kir ji karê xwe bû. Wiha here Swêd jî ewê hêdî hêdî bibe Tirkiye.

Komedyenê swêdî Kristoffer Ahonen Appelquist di telewîzyona Swêd da dev ji programa xwe ya mîzahî "Svenska nyheter/xeberên swêdî" berda.

Bi îhtîmaleke mezin li ser daxwaza serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan mêrik ji karê wî derxistin. Çimkî Kristoffer 
Ahonen Appelquist di programeka xwe da li ser Erdogan jî hin henek kiribûn.

Çend rêz ji bîranînên min -276-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1999-10-28

Îro eşkere bû bi rastî jî PKK sibe gurûbeke din ji Ewrûpayê dişîne Tirkiyê. Li ser navê gurûbê, yekî bi navê Haydar di civîneke pressê da got em gurûbek sibe diçe Tirkiyê.

Diyar e  29ê cotmehê yanî roja îlankirina cimhûrûyeta Tirkiyê bi zanîn hatiye hilbijartin. Ez wer texmîn dikim.

Di civînê da navên kesên ewê herin û jimara wan eşkere nekir.