30 juni 2022

Gerek em netirsin û bêdeng nemînin !

Peymena Swêd bi Tirkiyê ra îmze kiriye dibê tirsê nexe dilê kurdên Swêdê û li hemberî terora Tirkiyê xwe bêdeng nekin.

Parlamenterên kurd, kurdê gotina wan pere dike dibê bêdeng nemînin, tawîzên hukûmeta Swêd rexne bikin.

Gerek welatekî wek Swêd demokratîk û xwedî edalet li hemberî dîktarorekî hustuyê xwe xwar neke.

Şerm e ji bo Swêd !

Ji her kesî bêtir em kurd li dijî terorê û terorîzmê ne.

Serokatiya Kemal Kiliçdaroglu umrê îktîdara Erdogan dirêj dike

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bûye bela serê me, heger yekî ji wî baştir serokê CHPê bûya ewê bawerî bida milet û dinyayê û kanîbûya Erdogan bixîne.

Lê bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglu û bi vê siyaseta xwe ya nuha CHP tu carî nikane zora Erdogan bibe û were ser hukim.

 Erê Erdogan bi rehetî dev ji kursiya xwe bernade, ew zane roja ew ji ser hukim bikeve ew di qulikê da ye.

Çimkî wî gelek sûcên mezin, sûcên li dijî kurdan, li dijî mirovahiyê kirine.

Çend rêz ji bîranînên min -165-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-6-30
Min û Nafî (Nafî Çilgin) li çarşiyê hevdu dît, em bi hev ra çûn mala wî. Em li ser civîna KM a Danîmarkayê peyivîn. Me herduyan jî got maşalê perçebûnek din çênebe.
Lê ez bi xwe bêhêvî me. Min ji Nafîra got tiştê Seîd(Seîd Aydogmuş)îro dike nîşana perçebûnek nuh e, tas ha çingiya, ha şikiya.
Saet di 20-30î da ji mala wî rabûm, çûm bajêr ba Yilmaz(Selîm Bahçe). Min û Yilmaz hetanî 23.30î afîşên 10 saliya partiyê li dîwaran xist.

29 juni 2022

Derdê Erdogan kurd azad nebin, Kurdistan çênebe

Kurdekî gotiye Fînlandiya û Swêd ne li dijî kurdan, li dijî PKKê bi Tirkiye ra li hev kirine. Rast e PKK terorîst e û dibê ji ortê were rakirin.

Min jê ra got, ”Tirkiye ji PYDê, YPGê, YPJê û gelek komele û dezgehên kurdan ên din ra jî dibêje terorîst, ji parlamenterên kurd ên Swêdê ra jî dibêje terorîst” û dixwaze wan teslîm bigire.

Ji bo tu jî wek Erdogan û Çavuşoglu difikirî û piştgiriyê didî zorbatî û terorîzma Tirkiyê ez te ji hevaltiya xwe derdixim û bloqe dikim.

Fînland û Swêd pir rehet teslîmî Erdogan bûn

Peymana Swêd ji bo endametiya NATOyê bi Tirkiyê ra îmze kiriye di medyayê da belav bû.

Bi baweriya min ev ne temamiya peymanê ye, hin madeyên peumanê yên veşartî jî hene.

Yanî Swêd di mesela kurdan da gelek sozên din jî dane Tirkiyê, lê ew soz eşkere nekirine.

Li dinyayê dewleta bi kurdan ra bêbextiyê, xiyanetê neke tuneye.
Çimkî ne çoyê me heye, ne jî perê me. Ne kes ji me ditirse, ne jî em kanin kesî bikirin.

Çend rêz ji bîranînên min -164-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-06-29

Min îro Serhat û Rojen birin Grona Lundê(Bexê zarokan). Di vê tahtîlê da ev cara pêşî ye em zarokan dibin derekê. Hewa ne xweş bû, bîstekê jî baran barî. Lê dûra vekir. Hefteyek tahtîla min maye, dibê em zarokan bibin çend derên din.

28 juni 2022

Ço û perê Erdogan qezenc kir

 

Tirkiyê û Swêd di mesela NATOyê da li hev kirin. Tirkiyê wetoya xwe ya li hemberî endametiya Swêd a NATOyê da rakir.
Swêd û Tirkiye nuha du mitefikên di her warî da pir dost û nêzî hev in. Di mesela kurdan da Swêd êdî di cepheya Tirkiyê da ye. Hukûmeta Swêd ev soz daye Tirkiyê.

Serokwezîra Swêd Magdalena Andersson di beyana xwe ya piştî civînê da negot bi Tirkiyê ra li ser çi li hev kirine, kîjan şertên Tirkiyê qebûl kirine, naveroka peymana bi Tirkiyê ra îmze kirine çi ye?

Çend rêz ji bîranînên min -163-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX

1985—06-28

Min îşev telefonî Seydo Aslandag kir, me bîstekê sohbet kir.

Min jê ra got nêta min heye di tahtîlê da werim Parîsê. Got were, ez li vi rim.
Ez nikanim xanimê û zarokan bibim, ezê bi tenê herim. Hêvî dikim li hev derkeve.

Min xwest Bavê Nazê dawetî malê bikim, lê Seîd (Sadedîn Mele) ne li mal bû. Bavê Nazê li ba Seîd dimîne.

Bi Sabîhe xanimê û Heyder Diljen ra rojek xweş

 


Do ez û xanima xwe, em mîvanên Sabîhe xanimê û Heyder Diljen bûn. Nêta me ew bû emê bi hev ra fîncanek qeh vexun û rabin.

Lê xwişka Sabîhe û Heyder em berndan, gotin ev çi çax e, ev çi derax e, hesabê we ji kok da şaş e, hûn îro mîvanên me ne, emê hetanî dereng bi hev ra bin, emê we li herêma xwe Hammarby Sjostadê bigerînin, derên gelkî xweş nîşanî we bidin.
Hêrama Hammarby Sjostad li başûrê Stockholmê taxeke nuh e, ev 20 sal e şên kirine, pir populer e.

Xêrhatin min bi dubleyek Whisky, xanimê jî bi qedehek şeraba sor dest pê kir.