Dema em zarok bûn em ji dê û bavên xwe, ji mezinan fêrî gelek baweriyên, adetên, tiştên belkî nuha nemane dibûn.
Meriv bi şev li neynikê nedinêrî. Meriv bi şev nenûkên xwe
jê nedikir. Digotin ne baş e, bêyomî ye.
Bi şev li derve dawşandina sifra nan guneh bû. Digotin bihêle sibet ê xêr vêra.
Bi şev rijandina ava qilêrî, ava germ jî ne baş bû. Sebeb çi nîşan didan nuha nayê bîra min.
Meriv bi şev benîşt jî nedicû, digotin guneh e, wek meriv goştê miriyan bicû.

