Glad Påsk !
Paskalya heval û dostên me kurdan pîroz be !
Bîstek berê ximîna baranê bû. Nuha berfê dest pê kiriye, erd sipî bûye. Bû wek heneke 1´ê nîsanê.
Ewrekî giran, wek konekî reş girtiye ser Stockholmê. Xanim hîn di xew da ye. Min xurîniya xwe kir, qahwa xwe ya sibê vexwar. Hewa sar e, 2 derece di ser sifirê ra ye.
Îro li Swêd roja erefê ye, şeva Paskalyayê ye, wek roja erefa Remezanê ye.
Cejna Paskalyayê, swêdî dibêjin "PÅSK", ji bona swêdiyan, xiristîyanan cejneke herî girîng û pîroz e. Di vê cejnê da mirin û vejîna Hz. Îsa bibîr tînin, pîroz dikin.
Cejna Paskalyayê 5 rojan, ji 2´ê nîsanê, heta 6´ê nîsanê dom dike.2´ê nîsanê Pênşema Pîroz e(Skärtorsdag e). Dahîreyên resmî piştî nîvro tên girtin, nîv kar e.
3´ê nîsanê, Îniya Pîroz e, jê ra dibêjin(Långfredag e).
Li gorî baweriya xiristîyanan roja 3´ê nîsanê Hz. Îsa çarmîx
kirine.
4´ê nîsanê, îro, Şemiya Pîroz e(Påskaftone), her der girtî ye, her kes li mal
e. 5´ê mehê, sibe jî Paskalya ye.
6´ê mehê roja duda ya Paskalyayê ye.
Ji 3´ê nîsanê heta 6´ê nîsanê li Swêd tahtîl e, marketên
xwarinê ne tê da, hema hema her der girtî ye.
Di 1980´î da çaxa em nuh hatibûn Swêd me nizanîbû, me haziriya xwe nedikir, me
têra van rojan nan, xwarin nedikirî, em perîşan dibûn.
Dûra em fêr bûn, hevalên
berê li vir bûn ji me ra ,esele gotin.
Wan çaxan di cejna Paskalyayê da, swêdî dibêjin ”Påsk”, market jî dihatin
girtin.
Em di hundurên malên xwe da perîşan dibûn. Trafîk kêm dibû, her der girtî bû. Te digot li vî welatî qet ne însan, nej î heywan hene. Teyr jî nedifiriyan. Qey wan jî Paskalya pîroz dikir.
Nuha market heta danê êvarê vekirîne, hinek heta dereng jî vekirî dimînin.
Berê
ne were bû, her der girtî bû, bajar xirr û xalî bû, li kuçe û kolanan ne ins,
ne cins hebû.
Xerîbên ne xiristîyan bi xwe ra adetên xwe jî anîn Swêd, kultur û
tradîsyonên swêdiyan guhertin.
Glad Påsk !
Paskalya heval û dostên me pîroz be !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar