Di jiyanê da însan bi gelek tiştên cihê kêfxweş û bextewar dibin. Hinek bi malê dinyayê, hinek bi kursî û rutbeyê, hinek jî bi gihîştina evîndara xwe bextewar dibin.
Bi baweriya min meriv ne ferdê miletekî bindest be, xwedî
dewlet be, xwedî nasnameya netewî be, meriv bextewar e; dibê bextewar be.
Tu tişt ji bindestiyê xerabtir, pîstir tune ye.
Meriv tim xwe wek bêkesê,
bêmalê li kuçan his dike.
Ya sisiya jî, di nava malê da, malbatê da huzûr, tifaq hebe, bêhuzûrî, şer û teşxele tunebe, meriv bextewar e; dibê bextewar be.
Bindestî jî, bêsihetî jî, bêtifaqî jî jiyanê li meriv dike zindan, meriv tim nerehet û bêhuzûr dike.
Siheta meriv ne li cî be, malê dinyayê rehetiyê, huzûrê nade meriv, meriv tim bê huzûr e.
Bêtifaqî, şer û teşxeleya nava malbatê jî jiyanê li meriv diherimîne, rehetiyê nade meriv.
Ev hersê tişt tunebin, hebûna malê dinyayê, qesir û qonax meriv bextewar nake.
Xwezî di dilê wî kesî, wê kesê ne ferdê miletekî bindest e, siheta wî li cî ye û di nava malbatê da tifaq û huzûr heye...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar