Cîgirê serokê AK Partiyê Kurşad Zorlu gotiye, ewê 21´ê adarê cejna Newrozê li Tirkiyê û li Kurdistanê bikin rojeke tahtîlê.
Cejna Paskalyayê çawa ku têkiliya wê bi tirkan ra tune ye,
têkiliya Newrozê jî ne ji dûr, ne jî ji nêzîk va bi tirkan(bi mahcirên balakanî û
kafkasî)ra tune ye.
Ji bo ku Newrozê wek cejneke kurdan tenê qebûl nekin, Newroz kirine ya tirkan jî. Çimkî naxwazin tu tiştek bi navê kurdan hebe. Gava kurd Newrozê pîroz dikin xurî dikeve canê wan, ji qahra kezebreşî dibin.
Navê kurd û Kurdistanê xurîyê dixîne canê wan. Navê kurd û Kurdistanê dagirkeriya wan, xerîbiya wan tîne bîra wan, gelkî ditirsin, bêhuzûr dibin.Lema naxwazin tu tiştek bi navê kurd û Kurdistanê hebe.
Ji Kurdistana Başûr ra dibêjin "bakurê Îraqê", ji Kurdistana Rojava ra dibêjin "bakurê Sûriyê"...
Heger pêşniyar bibe qanûn, tirk jî ewê roja Newrozê
têkevin tahtîlê. Yanî xêra me kurdan ewê jî rojekê îsrehet û ”Newroza tirkan ya
derewîn” pîroz bikin.
Ya din bi tiştên wiha dixwazin kurdan bixapînin. Tu mafekî
kurdan yê netewî nadin, Newrozê li Tirkiyê dikin rojeke tahtîlê...
XXX
Berdevkê Baregeha Xatemul Enbiyayê yê Îranê Îbrahîm
Zulfîqarî him gef li Amerîkayî û Îsraîlê xwariye, him jî henekê xwe bi wan
kiriye, gotiye:
”Agahiyên Amerîkayê û Îsraîlê li ser hêza me ya leşkerî kêm
e. Hûn li ser hêza me ya stratejîk a berfireh bi tiştekî nizanin. Xwe bi
jmartina fuze û dronên me mewestînin.
Amerîka û Îsraîl wer bawer dikin ku wan navendên hilberîna
fuzeyên stratejîk, dronên êrişê, pergalên parastina asmanî û şerê elektronîk têk
birine, lê ev ne rast e.
Hilberîna me ya stratejîk a leşkerî li cihên wiha ne ku hûnê
tu carî nizanibin li ku ne û hûnê nikanibin tu carî xwe bigihînin wan.
çimkî bê guman hûn dê bikevin xeletiyê û hûn dê negihin ti
encaman.”
Bi baweriya min Îran ji texmîn û agahiyên Amerîkayê û Îsraîlê pir û pir xurttir e. Tiştê Îbrahîm Zulfîqarî gotine ne fortên vala û bêbingeh in, Îran bi rastî jî bi xurt e û fabrîkeyên dron û fuze lê çê dibin xera nebûne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar