06 april 2026

Çend numûne ji adet û baweriyên me yên kevn

Dema em zarok bûn em ji dê û bavên xwe, ji mezinan fêrî gelek baweriyên, adetên, tiştên belkî nuha nemane dibûn.

Meriv bi şev li neynikê nedinêrî. Meriv bi şev nenûkên xwe jê nedikir. Digotin ne baş e, bêyomî ye.
Bi şev li derve dawşandina sifra nan guneh bû. Digotin bihêle sibet ê xêr vêra.
Bi şev rijandina ava qilêrî, ava germ jî ne baş bû. Sebeb çi nîşan didan nuha nayê bîra min.
Meriv bi şev benîşt jî nedicû, digotin guneh e, wek meriv goştê miriyan bicû.

Ji bo ku zarokan ji nezerê, ji çavên pîs, ji çavînokê xelas bikin, di sehanekê da risas li ser serê zarokan dihelandin. Ûzelik, xwê di ser serê zarok ra digerandi û davêtin ji nava êgir da û hin dua dixwendin. Ji bo ku kes zarok nezerî, çavînokî neke.
Ji zarokan ra li ba melan nivişt, himêlî çêdikirin, dikirin dikirin hustuyê zarokan, ji bo ku zarok ji nexweşiyê, ji çavên xerab, ji cinan werin parastin.
Caranan mezinan jî himêlî dikirin husuyê xwe, pazbend bi zenda xwe ve girê didan. Nivişt û hêmiliya dayika min a rahmetî tim hebû. Heger ez ne şaş bim, dizaroktiyê da pazbendek min jî hebû.
Kespika nezerê bi pêşiya kumên zarokan ve dikirin.
Meriv devê meqesê tu carî vekirî nedihîşt. Gerek meriv devê meqesê bigirta û rakira. Meqesa devvekirî ne ji xêrê ra bû, bêyomî bû, kanîbû biba sebebê şerê nava malê.
Yek dema derdiket rêwîtiyekê satilek ya jî tasek av li dû dirjandin, ji bo oxira wî ya xêrê be, bêyî qeza û bela bigihîje ciyê xwe. Dema min berê xwe da Ewrûpayê diya min satilek av li dû min rijand.
Nan pîroz bû, gerek meriv nexista erdê û tu carî pê li nîn nekira. Gava meriv nan li erdê dît, gerek rakira, sê caran maç bikira û bida ser serê xwe û ya têxista qulika dîwarekî, ya jî daniya derekê.
Dema meriv li çolê gumgumok didît, gerek bigota ”gurugop, hesinê zop” û destê xwe bida ser devê xwe, devê xwe vekirî nehîşta û qise nekira. Ya na diranê merivê biweşiya.
Digotin avê ji piya, li hewa venexwe, li ser tutuka rûne û vexwe.

Gerek meriv sola xwe, şimika xwe tu carî bernixûm nehîşta, rast bikira. Sola, şimika bernuxûm ne baş bû.

Gava yekî xerîb dihat mala meriv û pesnê zarokê nuhbûyî dida, ya jî pesnê mihî û bizinên cot anîbûnb dida, piştî mîvan diçû, digotin, qîzê hela hinek xwê bavêjin ji êgir da, tirsim viya em çavînokî kirin.

Dema zarok nuh bi ser nigan diketin kosteka wî/wê dihat qetandin.
Tak dezîyê xav bi herdu tiliyên girikê yên nigên zarok va sist girê didan û zarokekî beza dadida wî benî û baz dida.
Çend zarokan jî berra dû didan. Yê kostek qetandî gerek nehata girtin, kostek paş da bianiya, bida diya zarok. Heger bihata zarokê dereng bi ser nigan keta. Wer bawer dikirin.

Dûra xwarin û şîranî li zarokan dihat belavkirin.
Heger çend zarokên meriv li dû hev bimra, porê zarokê dawî, heger law ba, kurr nedikirin, heta 7 salî, (belkî hîn jî derengtir)dirêj dihîştin, dikirin gulî û dihûnan.
Ev çend adetên hatin bîra min, ez pê dizanim. Lê miheqeq li herêmên din jî gelek adetên. Baweriyên me yên din jî hene, dibê meriv wan jî binivîsîne. Ji bo ku neyên jibîrkirin.
Çimkî ev adet û bawerî malê xezîneya me ya kulturî ne, dibê em wan ji nifşên dû xwe ra bihêlin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar