05 april 2026

Bi sê hevalên ezîz ra


Dostê minê hêja Rêbwar Hassan îro ev fotografê me yê bi hev ra parve kiriye. Fotograf di Newroza sala çûnî(par,2025)da hatiye girtin. Ji milê çepê Keya Îzol, Hamîd Aban, ez, xanima min û dostê minê ezîz Rêbwar Hesen.

Şeveke pir xweş bû. Di şevên wiha da meriv dost û hevalan dibîne, bîna meriv hinekî fire dibe.

Cî Stockholm e, Muzexaneya Tarîxê(Hîstorîska Museet)e.
Avahiyeke tarîxî, muhteşem e.
Ev çend sal in nûnertiya Kurdistana Federe ya Swêd Newrozê li wir pîroz dike.

XXX

Li gorî kitêbên tirkî kitêbên kurdî, him yên zarokan, him jî yên mezinan kêmtir tên firotin. Çimkî xwendevanên kurdî hindik in.

Sebê vê yekê piraniya kurdan nizanin bi kurdî bixwînin. Ji bo wê jî xwendevanên kurdî, zarok û mezin, li gorî tirkî kêmtir in.

Însanên zanin bi kurmancî, zazakî bixwînin li gorî tirkî hindiktir in. Dibê meriv rê û metodeke zêdekirina xwendevanên kurdî bibîne.

Ji bo vê jî reqlam lazim e, dibê meriv kurdan, dê û bavan teşwîqî xwendina kurdî bike.

Dê û bav fêrî xwendina kurdî bibin, ewê ji zarokên xwe ra jî kitêbên kurdî bikirin.. 

Tirkan jî bi guhertinê em em asîmîle kirin, em xistin vî halî. Em berê ne wiha bûn. Ji sedî 1´ê me ancax bi tirkî zanîbû. 

Di 100 salî da tirkan tiştek di me da nehîştin, bi milyonan ji me kirin tirk. Dibê em vê rewşê biguherînin. 

Dibê weşanxane reqlama kitêban bikin. Kitêban bidin naskirin. Meraqê bi însanan ra çêkin.

XXX

Komara celadan a Îranê îro, di vê qiyametê da du xortên din îdam kirine.

Meleyên xwînxar di herbê da jî nabênê nadin celadiya xwe.

Însan çawa kanin hewqasî sadît bibin ez fêm nakim !

Van meleyên vampîr ji xwînê têr nabin. Li dinyayê hebûna dewleteke wiha rûreşiya Neteweyên Yekbûyî û hemû dewletên bi Îranê ra tîcaretê dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar