Prof. Yalçin Kuçukê tirk, teşxele, demagogê teqlebaz îro li Anqerê di 78 saliya xwe da miriye.
Ji bo min ew zû da miribû. Çimkî min belkî 10-15 sal berê kitêbên wî yên di
kitêbxana xwe da giş avêtin.
Piraniya kitêbên wî li ba min hebûn. Min hinek xwedibûn, hinek nexwendibûn. Min
giş avêtin ser sergoyê kaxetan.
Min ne kitêbên wî tenê, kitêbên nivîskarên tirk hema hema giş avêtin. Tenê çend
hebên li ser kurdan hîştin.
Yalçin Kuçuk di jiyana xwe da gelek teqleyên siyasî dan xwe, merivekî bêîstîkrar, xwedî şexsîyeteke tevlihev bû.
Di salên 1970-1980´î da xwe wek çepekî radîkal û dostekî kurdan nîşan dida, navê wî deng da, pir populer bû.
Gelek ciwanên tirk û kurd bûn heyranên wî, kitêbên wî, tezên wî pir populer bûn.
Kovar desrxist, kitêb li ser kitêbê diweşand.
Pir ji teoriyên komployê hez dikir, xwe pir zana, wek yekî bêemsal didît.
Şikir sempatiya min tu carî jê ra çînebû. Carê hat Stockholmê, civîn çêkir, ez neçûm civîna wî. Sal nayê bîra min, kane 1994-1995 be. Belkî selekê zûtir ya jî derengtir be.
Çimkî min him ji wî, him jî ji tevgerên tirk û zimanê tirkî hez nedikir. Min nexwest herim li qurretî û demagojiyên wî guhdarî bikim. Lê gelek kurd çûn civîna wî.
Erê di wan salan da ez merivekî sosyalîst bûm, lê nasyonalîstekî kurd bûm. Ji bo min ji salên 1970´î da ye Kurdistan û kurdî di ser her tiştî ra ye. Min tu carî ji tirkî û ji hevaltiya bi tirkan ra hez nekiriye.
Yalçin Kuçuk merivekî demagog û narsîst bû, pir heyranê xwe bû. Lê yekî nîvdînik bû, gava di telewîzyonan da dipeyivî dibû birre birra wî, xwe dînomîno dikir.
Cara pêşî di sala 1992'a de çû Bekayê, bi Abdullah Ocalan ra
hevdîtinên dirêj kir. Ev hevdîtina Bi Evdila Ocalan ra wek kitêbekê(Kurt
Bahçesinde Soyleşi/Di bexçê kurdî da hevpeyvîn)hat weşandin.
Dû ra bû hevalê PKK´ê, 2-3 carên din jî çû ba Evdila Ocalan.
Di telewîzyona PKK´ê da program çêkir, ji Evdila Ocalan ra digot, ”birayê min”.
Demakê di nava hevalên PKK´ê da bû dostekî wan ê pir bi qîmet.
Lê dû ra çerx kir, vê carê bû nasyonalîstekî tirk û yekî antî-kurd. Bi taybetî
jî pir neyartiya PDK´ê û malbata Barzanî kir.
Yalçin Kuçuk çend caran hat girtin, li dora 10 salan di zindanê da ma.
Di sala 1998´a da dema ji Ewrûpayê, ji ba hevalên PKK´ê vegeriya, ji ber
hevpeyvîna wî ya bi Evdila Ocalan û nivîsên wî hat girtin, çend salan girtî ma,
dûra hat berdan.
Di sala 2009´a da ji doza Ergenekonê jî hat girtin û 5-6 salan girtî ma. Kesên(esker
û sivîlên) ji doza Eregenekonê ahtin girtin, bi îdîa dikirin darbeyeke li
hemberî hukûmeta AKP´ê û Erdogan bikirana.
Yalçin Kuçuk piştî ji doza Eregenekonê hat berdan, çira wî vemirî, êdî kesî
qedir û qîmet nedayê. Telewîzyonan deriyên xwe jê ra girtin.
Ji wê demê vir da ye Yalçin Kuçuk bûbû merivekî pantirkîst û antî-kurd.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar