Sebebê cenga Îsraîl, Îranê û Amerîkayê êrîşa Hamasê ya 7´ê cotmeha 2023´a ye. Heger Hamasê di 7´ê cotmeha 2023´a da 1200-1500 yahûdî nekuştana, 240 kes jî nerevanda Amerîkayê û Îsraîl êrîşî Îranê nedikirin; herba îro bûye sebebê malwêraniya Îranê, Xezayê, Libnanê û Îsraîl ewê çênebûya.
Ev qetlîama mezin ya Hamasê di 7´ê cotmeha 2023´a da kir bû sebebê destpêkirina şerê Xezayê, dûra jî yê Îranê û Îsraîl û Amerîkayê.
Hamasê di wê êrîşa xwe da li dora 1500 svîl bi hovane kuştin û 240 kes jî dîl girtin. Tecawizî hin jin û keçan kirin.Jinên dîl girtibûn li Xezayê bi kêf û şahî şût tazî gerandin.
Navê qetlîama xwe kirin,”Tovana Aqsayê” û li Xezayê, li çarhawêlî dinyayê pîroz kirin. Serokên Hamasê qatilên ev qetlîam kirin wek qehreman bi nav kirin û pîroz kirin.
Ne filistîniyan tenê, li Tirkiyê, li Amedê û li gelek welatên misilman qetlîama Hamasê bi mitîngan hat pîrozkirin.
Kesên Qetlîama 7´ê Cotmehê kirin û yên ew qetlîam pîroz kirin gerek bizanîbûna ev ji filistîniyan ra namîne, Îsraîl ewê Xezayê wêran bike, bi hezaran filisîniyan bikuje.
Jixwe piştî qetlîamê serokwezîrê Îsraîl Netanyahu got, ”Rojhilata Navîn êdî ewê wek xwe nemîne”.
Di vê êrîşa Hamasê da Îran ne bêguneh e, sûcê Îranê û Tirkiyê jî pir e. Heger Îranê û Tirkiyê destûr neda Hamasê, wan êrîş qebûl nekirana Hamasê ew qetlîama mezin nedikir.
Îran serê salan e haziriya êrîşeke ser Îsraîl dike. Hedefa Îranê jî wek a Hamasê, Îsraîl ji ortê rake, yahûdiyan qir bike.
Ji bo vê yekê Îranê, Hamas,
li Libnanê Hizbullah, li Yêmenê bi sedhezaran însan perwerde û çekdar kirine.
Îsraîl girtiye nava çembereke êgir. Îsraîl viya dibîne, pir normal e bixwaze vê
çembera Îranê li dora Îsraîl çêkiriye bişkîne.
Yanî kesên, misilmanên îro bûne kevokên aştiyê, Amerîkayê, Îsraîl rexne dikin,
dibê desteke nedana qetlîama Hamasê ya 7´ê Cotmeha 2023´a.
Dibê ereban li Xezayê, misilmanan li Tirkiyê, li Kurdistanê û li Ewrûpayê
qetlîam pîroz nekirana, ew mahkûm bikirana.
Di vê cengê da miletê herî bêrî, herî bêguneh kurd in. Lê Îran û çeteyên wê yên
ereb dîsa jî bela xwe ji kurdan venakin, herr oj bi drona êrîşî Kurdistanê
dikin û xwîna kurdan dirjînin.
Do dîsa li gundekî Hewlêrê di êrîşeke dronê da
jin û mêrek hatiye kuştin, du keçên wan ên 5 salî û 3 salî sêwî mane.
Destpêkirina şer rehet e, lê sekinandin pir zor e. Bi taybetî jî li Rojhilata
Navîn zortir e. Lema şerê Îsraîl, Amerîka û Îranê ewê hîn pir bajo, ewê hîn
gelek tiştên din jî wêran bike.
Sûcdarê vê rewşê meleyên Îranê, Tikriye û
filistînî ne. Dibê Qetlîama 7´ê Cotmeha 2023´a nekirana, nebûna sebebê vê cenga
malwêran.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar