08 april 2026

Amerîka û Îranê agirbesteke du hefteyî îlan kirin, gelo kî li karê ye?


Piştî 38 roj şerekî giran Amerîkayê û Îranê 88 deqe berî dema Donald Trump dabû Îranê biqede, Îranê û Amerîkayê li ser agirbesteke 2 hefteyî li hev kirin, Kendava Hurmuzê ji trafîka keştiyan ra vebû.

Amerîka û Îran ewê di nav van herdu heftan da li ser şertên peymaneke daimî danûstendinê, muzakerê bikin. 
Yanî agirbesteke demkî çêbû, kêfa dinyayê hat; lê şer hîn neqediya ye. Piştî du heftan şer ya ewê bi temamî biqede, ya jî dîsa dest pê bike.
Pakîstan, Misir, Siûdî, Tirkiye û Fas dewletên nabênkar bûn, agirbest bi nabênkariya wan hat îlankirin. Pakîstanê serkêşiya hevdîtinan dikir.

Hin pispor dibêjin Îran li karê ye, Îranê şertên xwe bi Amerîkayê da qebûlkirin. Hin pispor jî dibêjin Amerîka li karê ye; siyaseta Donald Trump ya agresîv Îran mecbûrî agirbestê kir. 

Donald Trump dibêje wî zafereke sedîsed qezenc kiriye, meleyên îranê jî dibêjin ew bi ser ketine, Amerîkayê şertên wan qebûl kiriye. Li Tehranê zafera xwe pîroz dikin.

Bi baweriya min Îran bêtir li karê ye, Amerîkayê şertên xwe bi Îranê neda qebûlkirin, Amerîkayê şertên Îranê qebûl kiriye.

Erê Kendava Hurmuzê vebû, lê bi bedelekî, bi şertên di lehê Îranê da vebû.
Amerîkayê ji bo agirbestê pêşniyareke 15 xalî dabû Îranê. Îranê ew pêşniyar red kir.

Li hemberî wê, Îranê ji bo agirbestê pêşniyereke 10 madeyî daye Amerîkayê.
Şertên Îranê:

-Yek, Amerîka ewê êrîşên li dijî Îranê dubare neke.

-Dudu, kontrola Îranê li ser Kendava Hurmuzê ewê berdewam be.
-Sisê, Îranê bikanibe ûranyûmê dewlemend bike.
-Çar, ambargoyên li ser Îranê ewê rabin.

Lê Amerîkayê ev şertên Îranê qebûl nekiriye, ewê li ser muzakere bikin.
Nuha li ser agirbestekeke du hefteyî li hev kirine. Vê yekê jî tesîreke pozîtîv li borse û bazarên dinayayê kir.
Di şerê 38 rojan da derket holê meleyên celad ji bo cengeke giran haziriyeke pir mezin kiribû. Bi hezaran fuzeyên menzîldirêj di destê wan da hene û di ciyên pir ewle da veşartine. Gîhandina wan deran ya ne mimkûn e, ya jî pir zor e.

Amerîkayê ev yek fêm kir, fêm kir mele teslîm nabin, lema jî xwest şer raweste.
Mayina komara celadên îslamî him ji bo gelên Îranê û kurdan, him jî ji bo dewletên kendavê pir xerab e. Mele ewê bêtir har bibin.

Lê her tişt hîn neqediya ye. Piştî du hefteyên din ewê diyar be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar