08 april 2026

Meleyên Îranê rastiyê nabêjin


Îran wêran bûye, meleyên celad pesnê xwe didin, dibêjin, ” Amerîka û Îsraîl neçar man şert û mercên me qebûl bikin û bi paş de vekişin....”

Vir e, kesî şertên Îranê qebûl nekiriye, tu peyman nehatiye îmzekirin. Tenê Amerîka û Îranê du hefteyan nabên dane şer.
Lê li gel vê jî îro şer berdewam bû. Îranê çend fuze avêtin ji welatên Kendavê da, Îsraîl êrîşên xwe yên ser Lubnanê domand.
Berdevkekî Qesra Sipî gotiye, ”me pêşniyara Îranê ya 10 xalî avêt qutiya zibil.”

Wezîrê şer yê Amerîkayê Pete Hegseth gotiye:

”Li gorî peymana agirbesta demkî ya Amerîka û Îranê divê madeyên nukleer ên di destê Tehranê da bêyî ku dereng bikeve ji Îranê werin derxistin.

"Em naçin tu deran. Heta em piştrast bin ku Îran bi vê agirbestê pabend e û emê di dawiyê da li ser maseyê rûnin û peymanekê îmze bikin. Heger ew li ser maseya dan û standinan biryareke şaş bidin, ew dê ji bo lêdana me armancên leşkerî yên hêsantir biafirînin."

Yanî wek tê dîtin tu peyman, li hevhatinê çênebûye, tenê li ser agirbesteke du hefteyî Îranê û Amerîkayê li hev kirine.

Îsraîl ne tevê ye. Ji ber wê jî Îsraîl îro li Bêrûdê 100 ciyên Hizbullahê bombebaran kir. Gelek mirî û birîndar hene, xelkê sivîl jî bûne hedef. Bi dehan avahî wêran bûn.
Di nav du hefteyan da Amerîka û Îran ya ewê li hev bikin, ya jî şerê dîsa dest pê bike.
Bi texmîna min Îsraîl naxwaze şerê li dijî Îranê û Hizbullahê rawestîne.
Îsraîl naxwaze vê fersenda çêbûye ji dest bide, dixwaze Îranê hinekî din jî qels bike.
Bi texmîna min Amerîka û Îran li hev bikin jî Îsraîl ewê tevî peymanê nebe. Amerîka bi xwe şer nedomîne, ewê bi Îsraîl bide domandin. Amerîka ewê bibêje Îsraîl gurra me nake, hûn û Îsraîl li hev bikin. Lê di şer da ewê alîkariya Îsraîl bike.

Tiştê herî xerab rejîm neket, zeîf bû, gelek xwîn wenda kir, derbeke mezin xwar lê neket, li ser hukim ma. Ev pir xerab e. 

Min digot vê carê ewê bikevin, lê bêbavan xurt in, bi hazirî ne, xwe baş parastin, neketin. Ev yek ji bo hemû gelên Îranê û kurdan û ji bo dinayyê jî xerab e.

XXX

Çetetên Îranê yên ereb piştî agirbesta nabêna Amerîka û Îranê ya du hefteyî ji qulik û şikeftên xwe derketine, hirre hirra wan e zafera xwe pîroz dikin.

Li ber xwe nakevin, Îran, Lubnan, Xeza, gelek welatên ereb wêran bûne, ew wek dînên tîmarxaneyê xwe huldikutin, zafera xwe pîroz dikin. We çi qezenc kiriye?

Heta nuha hûn wek xiltan di bin erdê da bûn. Qey ji bo ku hûn ji bin erdê derketine hûn hewqasî kêfxweş in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar