Di 7'ê nîsanê da di navbera Îran û Amerîkayê da agirbesteke du hefteyî hat ragihandin, dinyayê kêf kir.
Piştî 40 rojên şerekî malwêran her du alî jî dibêjin em bi ser ketine.
Lê belê di rastiyê da rewş hîn ne zelal e, bingeha peymanê ne saxlem e. Şer jî
li her derê hîn nesekinî ye. Tenê Amerîkayê nabên daye êrîşên xwe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbestê ji bo xwe wek "serkeftineke %100" bi nav dike.
Amerîka dibêje ew gihîştine hemû armancên xwe yên leşkerî. Bi taybetî jî vekirina Tengava Hurmuzê wek serketineke mezin dibînin.
Îran jî dibêje, wan bi berxwedana xwe Amerîka û Îsraîl
"neçar hiştine" agirbestê qebûl bikin.
Berpirsiyarên Îranê dibêjin wan bi vê peymanê pêşî li êrîşên mezin girtin û ya
din jî mafê zengînkirina uranyumê ji dest wan nehatiye girtin.
Gelo kê qezenc kir, kî li karê ye?
Ev pirs hîn bê bersiv e. Lê hin şirovekar dibêjin, piştî nûçeya agirbestê,
bihayê petrolê daket û bazarên aborî hinekî rehet kirin. Ev yek wek qezenceke
giştî tê dîtin.
Agirbest li ser kaxetê heye, lê êrîşên Îsraîl ên li ser
Libnanê hîn berdewam dikin. Di êrîşa do da dibêjin 250 kes hatine kuştin. Heger rast be, felaketeke
mezin e.
Ev jî nîşan dide aştî li piyasê xuya nake, agirbest li ser kaxetê heye, lê şer,
bêîstkrarî berdewam e..
Bi kinî, her du alî ji bo ku di hundirê welatên xwe da piştgiriya milet winda nekin xwe "serkeftî" îlan dikin.
Agirbest ji bo du hefteyan e, heger di muzakereyên roja îniyê li Îslamabadê da li hev nekin şer ewê dîsa dest pê bike.
Yanî ew îhtîmal
heye. Dibe ku Îran û Amerîka li hev bikin, lê Îsraîl qebûl neke.
Lê ji bona lihevkirineke saxlem, mayinde du hefte demeke pir kin e, dibe ku
agirbest were dirêjkirin.
Amerîkayê ewê alîkariya kurdan bikira Tirkiyê nehîşt. Erdogan bi Donald Trump
ra peyivî, nehîşt alîkariyê bide kurdan.
Dibê kurdên her çar perçên Kurdistê baş bizanibin, tirk ne tenê neyarên kurdên
Kurdistana Bakur in, ew neyarên kurdên her çar perçeyên Kurdistanê ne.
Ji bo tirkan hemû kurd dijminên wan in, lema jî dibê li tu derê kurd azad nebin. Ji bona vê tirk tim di hereketêda ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar