Îsal 9´ê nîsanê pir zû hat, ya jî bi min wer hat. Gava meriv kal û pîr dibe sal zû di ser hev ra diqulibin. Min hew dît ji 9´ê nîsanê ra du roj mane. 9´ê nîsanê ji bo min rojeke pir bi êş e.
Min ji xanimê ra got, xanim, em serdana gorra Aslan ji bîr nekin; dusibe roja
wefata Aslan e(Mehmet Kaya).
Xanimê got, di bîra min da ye…
Me vêsê zû, piştî me xurîniya xwe kir, me berê xwe da Goristana Strandkyrkogardenê.
Seet li dora 10.00 em gihîştin ser gorra wî. Ji ber ku xanimê here ber zarokan,
em zû çûn.
Ji ber ku em zû çûbûn, vê carê em yê pêşî bûn, berî me hîn kes nehatibû.
Me silav lê kir, kulîlka xwe danî ber serê wî. Ser gorra wî, dora wê paqij bû. Karkirên gorristanê karê paqijiyê baş dikin, li ser gorran qirş û qal nahêlin.
Wek ez her sal dikim, îsal jî min jê ra qala xwe û rewşa kurdan û herêma me kir.
Hevalo, 25 sal pir zû derbas bû, em jî hêdî hêdî nêzîkî dawiya rê dibin, çend salên din ciyê me jî ewê binê vê axa sar be.
Li her çar perçên Kurdistanê halê kurdan ne tu hal e, hîn jî em bindest in.
Li herêma me, li derdora welatê me cengeke mezin heye. Îran, Îsraîl û Amerîka bi hev ketine, Îsraîl û Îranê malik li hev wêran kirine.
Xeza, Libnan, Îran, gelek welatên ereb di nava cengeke mezin da ne, hevdu perîşan kirine. Meleyên Îranê bûne bela serê dinyayê, Tengava Hurmuzê digre, dixwaze sîleha atomî çêke, Amerîka û Îsraîl jî li dij in. Lema meh û nîveke şerekî mezin li herêm heye.
Îran her roj fuzeyan davêje ji Îsraîl û welatên ereb da. Îsraîl û Amerîka jî Îranê bombebaran dikin. Rewş pir xerab e. Du roj berê di nabêna Amerîka û Îranê da agirbesteke du hefteyî çêbû, lê şer hîn bi temamî nesekinî ye.
Serkeftinên kurdên Kurdistana Rojava hemû bi destê Evdila Ocalan û PKK´ê hatin pêçkirin.
Kurd 12 salan li wir bûbûn dewlet, perwerde, jiyan, alvêr, her tişt bi kurdî bû, nuha wan mafên bi xwîna bi hezaran şehîdan hatibûn bidestxistin yek bi yek ji kurdan tên stendin.
Kurdan hîn her tişt ji dest nedane, lê rewş pir
krîtîk e. Evdila Ocalan mala kurdan şewitand. Ne ew bûya kurdan entegrasyon û
serdestiya erebên îslamî qebûl nedikirin. Evdila kurd mecbûrî tawîzên mezin
kirin.
Li Kurdistana Başûr jî rewş ne baş e, PDK û YNK ne li hev in, du sal di ser
hilbijartinan ra derbas bûye meclîs hîn girtiye, hukûmet ava nebûye.
Kes qala
avabûna hukûmetê û vekirina meclîsê jî nake. Malbata Barzanî û Talabanî li hev
nakin.
Li alî din çeteyên Îranê yên ereb her roj bi dronan êrîşî kurdan dikin.
Heta
nuha gelek 9-10 pêşmerge û hewqas jî sivîl hatine kuştin. Di vê rewşê d ajî
serokên PDK´ê û YNK´ê nayên ba hev û hukûmetê ava nakin.
Ez bawer nakim tu carî
bikin jî. Ancax Amerîka wan mecbûr bike, lê ew jî pir meşxûl in, zêde zorê
nadin wan.
Hevalên me yên di salê me da hêdî hêdî kêm dibin, yek bi yek wefat dikin. 25
sal berê li vê gorristanê belkî 60-70 gorr tunebûn, nuha çend hezar in. Ji
berêvkê da daran dibirrin û gorristanê mezintir dikin.
Te ji nava me pir zû bar kir, nizanim ecela te çi bû?
Li vî welatê xerîb em du xortên wêranşarî bûn, em du hevalên ji bajarekî, ji
axekê bûn. Sebra me bi hev dihat.
Te ez bi tenê hîştim. Ez nuha kal bûme, 76
salî me, zarok giş mezin bûne, ji ba me bar kirine.
Em nuha li warekî nuh in, cîranê Rojen in. Rojenê te pir jê hez dikir, te ew
bêşekir nedihîşt, nuha bavê du lawan e, Oliver Aras û Leo Ronî. Aras du sal û
nîv e, Ronî 8 mehî ye.
Hêvî her roj dihere 3-4 seetan ber wan, heta Rojen ji kar
tê. Zarok banîne me, pir ji me hez dikin.
Dema Aras min dibîne baz dide ba min,
xwe davêje himêza min. Bi hebûna wan em pir dilşa ne, zarok jî bi dîtina me
kêfxweş dibin. Xwezî tu nuha sax bûya û te bi Aras û Ronî ra bilîsta, te şekirê
wan jî bianiya.
Aslan, jiyan wa ye, taliya me gişan mirin e, lê te pir ecele kir, te zû xatir ji me
xwest.
De hetanî salê tê 9´ê nîsanê bimîne di nava xêr û xweşiyê da.
Çi heyf min ji bîr kir fotografekî bigrim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar