Gelî dost û heval û şopînerên hêja, ji bo ku sibe li mala me tahmîrat, sewax û boyax dest pê dike, ji mecbûrî ezê 4-5 rojan nabênê bidim nivîs û parvekirinên xwe.
Li gorî soza hoste daye min, ewê di nava 4-5 rojan da biqedînin. Hêvî dikim wer derkeve, dirêjtir nebe.
18 augusti 2025
Dîsa agahdariyek mecbûrî !
Rohat Alakom vê carê jî lêkolîneke li ser Selahedînê Kurd li kitêbxana kurdî zêde kir
Dostê minê hêja Rohat Alakom, do di civîna nasandina kitêba kekê Omer Şêxmûs da kitêba xwe ya nuh, ”Li gorî çavkaniyên swêdî Selahedînê Kurd(Kurden Saladîn)ji min ra îmze kir.
Rohat Alakom
lêkolînerekî pir mustesna ye, tu carî nasekine, westa
xwe nagire; nabêna nadê,
tim û daîm, sal doznzde meh wek mûriyan dixebite.
Lêkolînekê diqedîne, çend mehan ji kozika wî deng nayê, dûra tu
hew mêze dikî
bi esereke nuh, balkêş derket pêşbrî te.
Li Kurdistana Bakur nifşê dawî ye bi dayikên xwe ra kurdî dipeyive !
Xew li min gerîya, seet di çara da bi xwe hesîyam, min xwe bi vî alî û wî alî da borr kir xewa min nehat. Hezar mesele di serê min da li bin guhên hev ketin, nehîştin xew têkeve çavên min.
Ez rabûm, min kompîtora xwe vekir, bala xwe da bloga xwe û malperên xwe ya Facebokê
û û X´ê. Dûra dagerîyam ser parvekirinên medyaya sosyal, ji wir çûm malpera
Rûdawê.
Sernivîsa ”Ev nifşê dawî ye ku bi dayîkên xwe re bi Kurdî diaxive” tavilê bala min kişand.
17 augusti 2025
Kitêbxana Kurdî ya Stockholmê îro mazûbaniya kek Omer Şêxmûs kir
Îro em gelek kes, nas û dost û hevalên kekê Omer Şêxmûs bi minasebeta nasandina du kitêbên li ser jiyana wî û xanima wî Agneta Kling hatin ba hev.
Amedekarê kitêbê Newzad Alî û kek Omer Şêxmûs li ser kitêbê hin agahdarî dan.
Piştî agadariya guhdaran hin pirs ji Newzad Alî û kek Omer Şêxmûs kirin, wan jî
bersîvên pirsan dan.
Kitêb ji alî weşanxana DOZ´ê va hatiye weşandin.
Xecê Yaşar û Roza Kurdî moderatoriya civîn kirin.
Durzîyên Sûriyê: Em serxwebûnê dixwazin
Bi hezaran durzî do li Sûriyê, li bajarê Siwêdayê daketin û kuçe û kolanan û bi dengekî bilind serxwebûna xwe xwestin.
Gotin, "Em federasyonê naxwazin. Em birêveberiya xweser naxwazin. Em
serxwebûnê dixwazin"!
Aqûbet li serê me be. Bi hêvîya ev serîhildana durzîyan îlhamê bide serokên
kurdan jî.
Tiştê hîn jî balkêştir, ji bo kurdan jî azadî û serxwebûn xwestin, gotin,
"kurdino em bi we ra ne heta mirinê !"
16 augusti 2025
PDK û YNK çima û ji bo çi li hev nakin?
10 meh di ser hilbijartinên Kurdistana Başûr ra derbas bûye, hîn ne meclîs civiya, ne jî hukûmet çêbû. Jixwe serokên PDK´ê û YNK´ê êdî qala vekirina meclîsê û avabûna hukûmetê nakin.
Ev yek ji bo wan skandaleke mezin e.Heger we yê hukûmet ava nekira hilbijartin çima çêbû?
Ji bo wan tu qîmeteke hilbijartinan û îradeya milete tune ye. Heger hebûya ev rewşa kambax nedidomandin.
15 augusti 2025
Tirk dewlet û cîrantiya her miletî li dilê xwe dixin, tenê cîrantiya kurdan qebûl nakin
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji kurdên Kurdistana Rojava ra, ji HSD´ê ra dibêje, ya hûnê teslîmî çeteyên HTŞê bibin ya jî emê midaxele bikin.
Neyartiya kurdan a dilê tirkan da pir kûr e, tehamul nakin li tu beşekî
Kurdistanê kurd azad bijîn.
Tirk dewleta her miletî li dilê xwe dixin, cîrantiya ereban, farisan, bûlgaran,
gurcîyan, yûnanan, êrmenîyan, azerîyan bi kêfxweşî qebûl dikin, tenê cîrantiya
kurdan qebûl nakin.
Gelo Trump û Pûtîn ewê çi biryarê bigrin?
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn îro li eyaleta Alaska ya Amerîkayê dicivin.
Civîn bêyî beşdariya Ukraynayê û Ewrûpayê dibe.
Dinya bi meraq û heyecan civînê taqîb dike û netîceyên civînê meraq dike.
Gelo civînê çawa biqede?
Ev yek ne diyar e. Lê du îhtîmal hene, ya ewê ji bo Trump bibe fîyasqoyeke mezin, ya jî serketineke tarîxî.
14 augusti 2025
Em êdî ne mecbûr in wergerên tirkan kirine bixwînin
Kekê Abdulah Keskîn di vê gazin û rexneya xwe da ji erd hetanî ezman bi heq e. Em giş zanin tirk di wergerên ji zimanên din beşên li ser kurdan ya diguherin, ya jî jê derdixin.
Di vî warî da bi sedan numûne hene. Navê kurdan û Kurdistanê di Quranê da jî hebe ewê jê derxin.
Şikir êdî zana, zimanzan û tercumanên kurd pir in, weşanxaneyên me berhemên li ser kurd û Kurdistanê yek bi yek tercumeyî kurmancî dikin. Em êdî ne mecbûrî xwendina wergerên bi tirkî ne. Em zanin tirk di wergeran da, dema li ser kurdan be her sextekariyê dikin.





