05 januari 2024

Dilxwaz û dilnexwaz di şîn û şahiyan da diyar dibin

Dibêjin serokên PDKê, PKKê û PYDê, YNKê, Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî mesajên sersaxîyê ji malbata Salahedîn Demirtaş ra neşandine. Ji van partiyan, ji van serokan kesî ji Salahadîn Demirtaş ra sersaxî nexwestiye.

Salih Muslim tenê di platforma Xê da mesajek belav kiriye, ji Salhadîn r agotiye bira serê we sax be. 

Bêyî Salih Muslim tu serok û partiyê ji malbata Demirtaş ra sersaxî nexwestiye.

Li Tirkiyê peqlawe êdî dîlim bi dîlim tê firotin

Li Tirkiyê dîlimek peqlawe bûye 308 lîre. Li dera herî erzan û dîlimê herî biçûk bûye 21 lîre.

Însan wek berê êdî nikanin peqlawê bi kîluyan bikirin. Ya devê wan û zarokên wan bi peqlawê nabe, ya jî dîlimekî dikirin, dibin mal, li hev par dikin; kom û kuflet bi dîlimekî devên xwe şîrîn dikin.

04 januari 2024

Zivistana Swêd îsal pir no ye


Swêd di bin berfê da maye, sir û sermayek zêde, wek ya Sibîryayê heye. Tu salê kaoseke wiha mezin çênebûye.
Li bakurê Swêd serma ji ya Sibîryayê jî xerabtir bûye, gihîştiye 35-40 dereceyî. 

Hin rê hatine girtin, li hin herêman, gundan ceyran qut bûye.

Li başûrê Swêd berfeke pir zêde ketiye, ji do da ye bi hezaran wesîte di riyan da mane, bi hezaran însan 24 seet e di erebeyên xwe da tî û birçî ne. 

03 januari 2024

Demirtaş di mahkimê da ala kurd û Kurdistanê bilind kir

Selahetîn Demirtaş di parastina xwe ya do da tiştên baş û hêjayî teqdîrê gotin.

Parastina wî gelkî dirêj e, hin fikrên wî yên li ser emparyalîzmê, Amerîkayê, Netanyahû ez ne pê ram e.

Lê ya muhîm şêla wî ya kurd û Kurdistanî ye. Demirtaş di parastina xwe xwe vê carê bi xurtî li tarîxa Kurdistanê xwedî derketiye, xwe wek neviyê Selahedînê Eyûbî, Şêx Seîd dîtiye, doza wan, xeta wan parastiye.

Gava meriv karekî diqedîne çiqasî xweş e !

Berî ez û xanim vêsê herin meşa xwe ya rojane, min pêşgotina ”Hebû Tune bû” ji bo çapa nuh nivîsî,ji Weşanxana DARA´yê ra şand. Di çapa berê da 189 çîrok hebûn, min 24 çîrokên din lê zêde kirin, bûn 213 çîrok.

Gava meriv karekî diqedîne çiqasî xweş e, fena meriv barekî giran ji ser pişta xwe deyne.

Piştî min pêşgotin qedand û ji xortê pîzanpajê çêdike ra şand, min û xanimê berê xwe da sar û seqemê.

02 januari 2024

Vê zivistanê berfê em îhya kirin


Îsal sir û serma Sibîryayê girtiye ser Swêd. Seranserê Swêd din bin berfê da ye.
Berfeke kapekî dibare, bayekî sar tê, berfê ditozîne. Ji serma meriv diqerise. Jora Swêd serma 40 derce daketiye binê sifirê. Xwedê kir Stockholm hîn hewqasî ne sar e.

Min bîstek berê berfa hewşê avêt, wa ye dîsa çar tiliya barîye, dîsa rê hatiye girtin. Tiştê baş ne berfa şilope ye.

Îsal jî gelek kesan dîsa ne sala nû, ”sersal” pîroz kirin

Wek her sal, îsal jî gelek kesan dîsa ji dêlî sala nû pîroz bikin, ”sersal, serê salê” pîroz kirin. Bi her zimanî xel û alem sala nû pîroz dike, lê ji me hin kes ”sersalê”, serê salê pîroz dikin.

Mesajên tên belavkirin ne ji bo şahiyên serê salê ne, ji sala nû ra ne, hêvî û daxwazên ji sala nû ne.

Pîrozkirina "sersalê", pîrozkirina şeva serê salê ye, pîrozkirina şahiya şeva serê salê ye. Kurdan ev yek şeva serê salê bi gelek rengan pîroz kirine.

01 januari 2024

Saleke din jî ji umrê me çû

Hin kes bi sala nû ra hin sozan didin xwe, hin biryaran digrin, dibêjin emê viya, viya bikin. Emê herin filan derê, filan welatî, filan bajarî bibînin.

Min îsal biryareka wiha nedaye. Jixwe ez tu carî ji bo sala nuh tu soz, mozan nadim xwe, tu biryaran nadim.
Îsal jî ji bo sala 2024´a tu pilan û biryareka min a xusîsî tuneye.
Tenê tiştek di serê min da heye, ez dibêjim îsal emê herin welêt, ya atar e, ya batar e; hema di ku da zirav e, bira di wir da biqete.

Îro me ji sala nuh ra got merheba


Îro roja yekê ya sala nuh e. Malî, mîvan hîn giş raketîne. Do hetanî destê sibê em şiyar bûn, leqleqa me bû.

Cîranên me na bi fîşekên hewayî qiyamet rakirin. Me bîstekê li wan temaşe kir û çend rismên xwe jî girtin.
Em giş pir westîyan e, em tevizîne. Bîstek din ewê rabin û di saleka nuh da bijîn. 

Emê xurîniya xwe bikin, dû ra jî ezê xwarziyê xwe rêwî bikim. Nikane zêde bimîne, dibêhere.