05 juni 2020

Milahîm


Rojekê yekî tu dibê beşt bi rê da rastî yekî kinikî gelkî zeîf hat. Piştî ku silav û kilam li hev kirin, yê dirêj û gelkî gir ji yê kinik û zeîf ra got:
.Bira, navê te bi xêr?
Mêrik got:
-Navê min Milahîm efendî ye.
Yê dirêj got:

04 juni 2020

Ez ditirsim ev fersend jî ji dest me here


Dijminên me wek gurên har dora me girtine û di her fersendê da êrîşê me dikin, bi sedan, bi hezaran ji me dikujin û zîndan dikin, gelê me bi çolan dixin.

Welatê me wêran bûye, bûye gola xwînê. Milet perîşan e. 

Her roj keç û xortên wek şêr û şepalan şehîd dikevin. Lê em hîn jî li hev nakin, bi civînan serî li xwe digerînin.

Heta hûn kanin bîranînan bixwînin


Ji bo ku meriv bizanibe tirkan çi zulm li pêşiyên me kirine, çi anîne serê wan, dibê meriv kitêbên tarîxî û xatiratên hatine nivîsîn gişan bixwîne.

Bi taybetî jî apo Osman Sebrî û Ekrem Cemîl Paşa di bîranînên xwe da wahşeta tirkan baş radixin ber çavan, meriv dibîne tirkan çawa Kurdistan ji meznên kurdan vala kirine.

Lê gava meriv dixwîne û zulma li kurdan kirine dibîne gurrûzî digre canê meriv.

03 juni 2020

Neyarhewîn !



Apê Osman Sebrî, di bîranînên xwe da ji bo kesên hevalbendên dewletê, yên li hemberî serîhildana Şêx Seîd piştgirî dabûn dewletê gotiye ”neyarhewîn”.

Dema li Diyarbekrê apo Osman Sebrî, herdu apên wî û pismamên wî dibin Mahkima Îstîqlalê, wan di ber cendekên Cemîlê Çeto û Qadirê Bêndûr yên hîn bi sêpiyan ve ne derbas dikin; bi şev ew bi darde kiribûn.

Gava apo Osman Sebrî cendekên wan yên bi sêpiyan ve li ba dibin dibîne, dibêje her çiqas ew axayên ”neyarhewîn” bûn jî ”çavên min bar nebû li wan binêrim.”

Wek tê dîtin ”neyarhewîn” di maneya hevalbendên dewletê, xayin, kesên bûne cahşên dijmin da bi kar aniye.

Bi baweriya mn gotineke xweş e, dibê meriv bi kar bîne. Min li hin ferhengan nêrî min nedît. Dibê meriv vê gotinê û yên wek "dosthewîn, mîvanhewîn, feqîrhewîn" li ferhengên internetê zêde bike. Mîvanhewîn sînonîma mîvanperwer e.
di bîranînên apo Osman Sebrî da gelek gotinên balkêş hene, kesên li ser ziman dixebitin dibê carê bala xwe bidinê.

Mahmut Alacabek Keké Zınar, té gotın " Délık jı Bajara Kopek a lıxwe Vedıhewine.

Sores Bladhede Apê Osman Sebriyê Mêrdesî tola apê xwe Şûkrî neyarhewîn bixwe destê hildigre!

Mustafa Kalpak Mala min a zaroktîyê de: Dosthewîn, misafirhewîn, feqîrhewîn, neyarhewîn dihat gotin.

Kemal Bakan Bîranînên apê Osman Sebrî pir bi wate û xweş in,
Gora wî bihuşt be,
Gelek peyv di ferhengan de tune ne,divê lê zêde bibin,
Slav û hurmet apo

XXX
-Însan dibê ji sirgûnê jî, ji zindanê jî, ji mirinê jî netirse, tenê ji tirsonekbûnê bitirse.
Epictetos
Hûn tirsonekan dikin çi bikin, lê tu carî nekin berpisiyar û serokên xwe. Tirsonek tu carî bi ser nakevin.

XXX
Bindestiya dûr û dirêj şexsîyeta gelek kesan pir deform kiriye, kiriye çamûr. Çi tê serê miletê wan jî ew dev ji xulamtî û şelafiya tirkan bernadin.
Tu çi dibêjî, kîjan hovîtiya dijmin nîşanî wan didî jî ne xema wan e, ji ya xwe nayên xwar, dev ji şelafiya tirkan bernadin. Kûçik bi qusandinê nabe tajî.

XXX
Dewleta tirk ne bes bû, epîdemiya koronayê jî xwe da ser, herduyan bi hev ra kurd gelkî guhertin.
Epîdemiya koronayê di nava 4-5 mehan da dinya serobinî hev kir, dûzan, rabûn û rûniştina însanan guhert.
Kurd jî êdî ne kurdên 5 sal berê ne, kêf û dilgeşiya berê bi kesî ra nemaye, ruyê kesî nakene, her kes bûye wek gulek çilmisî.

02 juni 2020

Em ne mecbûr in şelafiya tirkan bikin !


Em nikanin bi tirkan rast e. Çimkî dewleta wan heye, ya me tuneye. Bi dewleta xwe welatê me dagir dagir kirine, zulmê li me dikin.
Heger dewleta me jî hebûya me yê xwe biparasta.

Lê ji ber ku em nikanin bi wan em ne mecbûr in ji wan ra şelafiyê bikin

Mêrikan zulmê li me dikin, me dukujin, em dîsa jî wan zeyt dikin, şelafiya wan dikin, dibêjin "aştî, biratî" û nizanim çi quzelqurt!

Keçikê tiliya min dêşe min lûbe lûbe


-Lawko were mala bavê min peyayî
Çira me vêketî, agirê me dadayî
Sîng û berê min ji te ra nebû zozanê Şerefdînê
Sîng û berê min ji te ra nebû mêrga Kurdîkê
Ji nîvê şevê pêva ji te ra maye mixelayî.

01 juni 2020

Kurd kanin li hemberî tirkan çi bikin?


Ronî Aydin Dere gotiye, ”madem Bariş Çakan ji bo ku li muzîka kurdî guhdarî kiriye hatiye kuştin, dibê bi milyonan kurd jî li malên xwe, li balkonên xwe, di erebeyên xwe da bi dengekî bilind muzîka kurdî lêxin!”

Ronî Aydin Dere, ev daxwaza ne bi kurdî, bi tirkî kiriye. Ev şaş e. Berî ku meriv viya ji xelkê bixwaze, dibê meriv twîtta xwe ne bi tirkî, bi kurdî binivîse.

Min îro devê zarokan û xanimê bi kunefê şîrîn kir



Me îsal hîn goşt nebiraştibû. Xanimê û lawikê me yê biçûk gotin îro dinya xweş e, ji me ra goşt bibrêje. Ya rast dilê min jî hebû. 

 Min got ser seran, ser çavan. 

Rojenê me çû ji me ra goşt kirî û min jî zend û bendên xwe vemaltin, manqila xwe li hewşê danî û izxerayeke mikemel çê kir. 

Ji bo ku li muzîka kurdî guhdarî dikir sê tirkan ew dan ber kêran û kuştin !


Bariş Cakan

Xortekî kurd bi navê Bariş Çakan, 19 salî li Anqerê ji bo ku li muzîka kurdî guhdarî dikir ji alî sê tirkan ve bi kêran hat kuştin. 

Dê û bavê wî li gorî felsefe û siyaseta ”biratiya tirk û kurdan” navê wî kiribûn Bariş !

Lê ji bo ku kurd bû û li muzîka kurdî guhdarî dikir, navê Bariş jî ew ji êrîşa tirkan, ji kêrkirinê û ji kuştinê xelas nekir.