Dewleta tirk û miletê tirk, ji kurdan û ji her tiştê kurdan ditirsin, dibizin, diqutifin, ji tirsan bi xwe da dimîzin…
Ji dewletbûna kurdan ditirsin.
Ji navê Kurdistanê ditirsin.
Ji ala kurdî ditirsin.
Ji zimanê kurdî ditirsin.
Ji muzîka kurdî ditirsin.
Ji navên kurdî ditirsin.
Ji navên kurdî yên bajar û gundan ditirsin.
Ji rengên kesk, sor, zer û sipî ditirsin, ji ber ku rengê ala kurdî ye.
Ji serokên kurdan ditirsin.
Ji sînema û tiyatroya kurdî ditirsin.
Ji telewîzyon û radyoya kurdî ditirsin.
Ji dîroka kurd û Kurdistanê ditirsin.
Ji navên kurdî yên kûlîlkan ditirsin.
Ji navên kurdî yên lawiran ditirsin.
Ji girêdana kurdî ditirsin.
Ji partiyên kurdan ditirsin, nahêlin partiyên kurd vebin.
Welhasil ji her tiştê kurdan û Kurdistanê ditirsin û ditirsin…
Dema navê kurdan û Kurdistanê, navê dewleta kurd dibihîzin dibizin, ziravqetyayî û qudûmşikestî dibin, ji tirsê gurûzî digre bidena wan…
Tirk, berê jî ji dewletbûna kurdan ditirsiyan, lê nuha ev tirsa wan zêde û mezintir bûye, gihîştiye asta nexweşiyeke bêderman.
Artîstekî kurd di gala fîlmê xwe da ji temaşevanan ra dibêje ”roj baş!”, tirk ditirsin, dibêjin bi kurdî nepeyive û me netirsîne, bi îngilîzî bipeyive.
Siyasetmedarekî kurd di civînekê da du gotinan bi kurdî dibêje dozê lê vedikin, dibêjin xwestiye Tirkiyê perçe bike.
Girtiyên kurd dixwazin di mahkimeyan da bi kurdî bipeyivin, hakim û dozger qebûl nakin, dibêjin emê bitirsin, bi kurdî nepeyive…
Ev tirsa tirkan sosireteke pir û pir mezin e, nîşan û îspata paranoyayeke civatekê ya miletekî ye…
Li ser tirsê çîrokeke hindî ya pir xweş û pir meşhûr heye.
Li gor çîrokê mişkekî pir tirsonek, pir bizonek hebûye.
Rojekê sihêrbazek(efzûnkarek)gunehê wî bi mişk tê û dixwaze wî ji vê tirsê xelas bike, loma jî radibe wî dike pisik.
Mişk, ji dêlî ku kêfa wî ji pisikbûna wî ra were, îcar dest pê dike ji kûçikan ditirse, hemû kûçik hinavê wî diqetînin.
Li ser vê, sihêrbaz îcar radibe wî dike piling.
Lê mişik ji dêlî ku kêfa wî ji pilingbûna wî ra were îcar jî dest bi tirsa ji nêçîrvanan dike, ji nêçîrvanan dibize.
Sihêrbaz bala xwe didê ku çi bike jî bê feydeye, nikane mişk ji tirsa wî xelas bike.
Radibe wî dîsa dike mişk û jî ra dibêje:
-Tu mişkekî newêrek, bêzirav û tirsonek î.
Bi te ra tenê dilê mişkekî heye. Lema jî ez nikanim ji te ra bibim alîkar û te ji tirsa te xelas bikim...
Ji bo ku tirk ji tirsa kurd û Kurdistanê xelas bibin tenê riyek heye, dibê kurd bibin xwedî dewlet, dibê Kurdistan ava bibe.
Çare ev e, wekî din tu çare tuneye….
16 oktober 2010
15 oktober 2010
Sohbeta li ser wendabûna min ya du rojan
Gelî xwendevan, dost û hevalên hêja, ji pêr êvarî da bû interneta min nedixebitî, nuha wa ye dixebite. Ji bo wê jî ev du ro jin(do û pêr)min nikanîbû tiştek binivîsiya.
Ji ber ku du rojan min hûn bê nivîs hîştin li qusûra min nenêrin.
Ez li ser serê xwe digeriyam û li ser goştê xwe hûr dibûm lê pere nedikir, min xwe weke "gerîlayê" di qada şer da tivinga wî lê siwar bibe(xera bibe) his dikir…
Lê şikir wa ye êdî dixebite, lê ez van rêzan jî ne ji mal, ji ciyê kar dinivîsînim.
Hûn dizanin rojên îniyan îzna min heye, ez diherim bajêr û qahwê, carnan zû û carnan jî dereng diherim mal.
Lê îşev min soz daye çend swêdiyan, emê bi hev ra li derekê nanekî bixwin. Bira tiştekî xerab neyê bîra kesî, hemû jî weke zebelihan e, yek jin jî di nva me da tuneye…
Îcar gava dereg diherim mal nikanim tiştekî binivîm, mimkûn be îşev jï wiha be, hela ka em bala xwe bidinê Xwedê çawa dike…
Dibe ku îşev jî wiha be.
Rojhat Can: hawal bele çikas tu duxaze alikari bide hawalexo ew birasti te raxıst ber çava ez wek kürdeki ez dibem liher kade tene ne li sanale biher awali dijiyana xode xode ligele xo u bi teybete li heze xo xodi derkeve dil germ buna dilete bese meye em bawarin hamu hevalenme bivi awayi difikirin
Zinarê Xamo: Gelek sipas Rojhatê giranbuha, mala te ava.
Ji bo van rêzên te yên dostane ez gelkî kêfxweş bûm. Sipas.
Ez ji te ra serkeftinê dixwazim
Rojhat Can: mal ava hawle dilgerm wala em dibin bandora dewletede ne li her awayi me şopine le em tu car seri juwanra na tewinin ji elihe silav jite u hawaletere
Adem Ogan: Xalo bire tu ne nexweş û rehetsiz bî qîra înternetê kirî tiştek nabe. ewê cardin çibe. Xalê me ê binivîse û emjî yê bixwînin.
Bi silaf û rêz.
Zinarê Xamo: Merheba Ademê hêja!
Bi vê lêpirsîna we bi rastî jî ez pir kêfxweş bûm.
Diyar e em hinekî hogirî hev bûne, rojekê em hevûdu nebînin em meraq dikin...
Fêrbûn tiştekî pir xerîb e, di van herdu rojên ku min nikanîbû binivîsiya ez li ser serê xwe digeriyam, tebatî nedihat min. Pêr bi şev dema nexibîtî min got de tişt nabe, sibe êvarî ezê telafî bikim û rewê eş ji milet ra bibêjim.
Û lema jî min do li ciyê kar tu agahdarî neda, min got ezê bişev binivîsînim.
Lê mixabin do bişev jî nexebitî, vê sibehê min bala xwe dayê dixebite.
Li ciyê kar him wexta min tuneye û him jî di kompitora min da elîfbeya kurdî tuneye, dibê ez herfên kurdî kopye bikim.
Neyse, min serê te êşand, de bimîne di nava xêr û xweşiyê da...
Iskender Ektoren: serkeftın jıtere xalo zınar.
Sağ be spas ..... ez ji têm herdu destên te.... xwe lı ber nexe heyfa doh u iroj tevde bıstine.. bıla bıxwerbe.....
Zinarê Xamo: Xorto, ma vira Wêranşar e?
Vê havînê dema ez li wir bûm tiştekî wiha tunebû. Bêguman ji berê baştir kirine lê bi ya min avahiya berê, ya dema Îbrahïm Paşa ava bikin ewê xweşiktir be.
Rismê wê avahiya kevn di gelek facebookên kurdan da heye, ...meriv dikane yeka wek wê çê bike.
Hesen Taylan ew avahiya dîrokî xera kir.
Xortê delal, ma tu Wêranşêrê ji kîjan eşîrê û lawê kê yî?Visa mer
Murat sarioglu: erê vira wêranşare, spas dikim hevalê Xamo, ez ji Wêranşarê me. êşîra me gellek mezine lebelê ez ji êşîra hez nakim. ez ji Hirikê me.
Zianrê Xamo: Xortê delal, di serî da gelek sipas ji bo bersîva te.
Xorto, dema meriv navê eşîra xwe bibêje ev yek nawê wê maneyê ku meriv ji ”eşîrê, eşîrtiyê” hez dike.
Wek meriv navê dê û bavê xwe û malbata xwe bibêje, li Wêranşarê meriv zarokê ...dê û bavekî, ji malbatekê, ji berekê û ji eşîrekê ye.
Ev yek şecereya meriv e.
Nuha yek ji min bipirse, bibêje tu xiristiyan î yan misilmanî ezê bibêjim ku ez misilman im, li gel ku baweriya min bi dîn û dîndariyê tuneye.
Yanî sebebê ku min li navê eîşîra te pirsî ji bo ku ez te nas bikim, ne ku ez ji eşîrcîtiyê hez dikim... Te gotiye ku tu ji "Hirikê" yî, ê Xwedê ji te razî, min ne li navê gundê te, min li navê ”eşîra” te pirsî bû.
Ev 30 sal in ku ez Wêranşarê bi dûrketime, ji bo ku ”Hirik” were bîra min dibê ez muxtarê wê herêmê bim…:)))
De henek li alîkî dîsa jî gelek sipas xortê hêja.
Gelek silavên dostaniyê û bimîne di xweşiyê da.
Şevger Çeto:Apê zinar tiştên herî balkêş jî ev e..Em kurd in.lê be lê ji tirkan bêhtir tirkî dizanin gelo qet pozê wan naşewite slavek germ apê zinar...."
Zinarê Xamo: Şevgerê hêja, weleh helbet dibê meriv bi zimanê dayika xwe, yê miletê xwe bizanibe.
Weke kurdekî nezanîna kurdî bêguman kêmasiyek e û ez vê yekê jî tim û tim dibêjim. TiŞtê ji dest min tê ev e.
Çare dibê meriv vê kêmasiya kurdan tim bibêje, neweste û bîna xwe jî teng neke. Dibê hinek israr bikin, heta ku axaftina kurdî di nva kurdan da dibe "adet", dibe tiştekî normal.
Her tişt wiha ye, dibê meriv di daxwaza xwe da israr bike û îstîkrarê nîşan bide.
Heger kurdan di xebat, têkoşîn û şerê xwe yê netewî da da israr nekirana, berdewamî nîşan nedana îro nedigihîştin vê qonaxê.
Loma jî, bawerî, israr, îstîkrar û berdewamî şertên serkeftinê ne, bêyî van serkeftin ne mimkûn e...
Loma jî dibê hin kurd di axaftin û nivîsandina kurdî da israr bikin, fêkiyên vê israrê piştî demekê emê bibînin...
Lê ev yek bi kalên weke min tenê nabe, dibê kec û xortên kurdan dakevin qada xeabtê, ew li zimên xwe xwedî derkevin...
Têbinî:
Bêyî van meylên lêpirsînê nuha jî hevalê min ê rojên giran "Lawikê Licî" jî telefon kir, got ma tu nexwes î chyî?
Min got heyran ez ne nexwes im, wek min got interneta min xera bûbû loma...
Li Swêd yek bimre ancax pishtî salekê xwediyê xênî û belediya pê dihese, yê min pishtî du rojan dinya rabû ser nigan, wek Bavê Nazê negot, "waweylê...!"

12 oktober 2010
BDP: Dibê li Kurdistanê zimanê yekem kurdî be
Şert û dîrok siyasetmedarên kurdan mecbûrî siyaseteke berbiçav ya konkret dike…
Daxwazên tên kirin pir hindik û ne li gor dilê meriv bin jî ez vê yekê weke pêşketineke pir baş dibînim.
Berê, pir ne diyar bû ku kurd(qesda min PKK û BD Pye)çi dixwazin û çi naxwazin…
Bi piranî tiştên abstrakt(muceret, soyut) û tevlihev digotin û dixwestin, meriv baş tê nedigihîşt çi dixwazin…
Lê ev demeke daxwazên bêtir konkret tên kirin.
Ev yek pêşketineke pir baş e û hêviyekê dide min.
Wekîlê serokê grûba parlamentoyê yê BDP-ê û parlamenterê Batmanê Bengî Yildiz do di axaftina xwe da got:
“Kurdistanê bibe otonom û li herêma otonom jî zimanê yekemîn wê Kurdî be, zimanê duwemîn jî wê Tirkî be. Yanî wê hem Kurdî hem jî Tirkî fêrbibin. Pêwîste em vê bi vî awayî bipejîrînîn. Raste li tevahiya Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkiye lê li gorî me pêwîste zimanê Kurdî jî weke zimanê duwemîn bê fêrkirin. Ev sîstem pêwîst erdnîgariya Kurd neke cihê helandinê û dest ji vê siyasetê berde. Waliyê wê Kurdî nizane, qeymeqam nizane, emniyeta wê nizane, mamostayê wê nizane û hûn dibêjîn ‘emê we bi rêvebibin’. Ewên ku zimanê vî gelî nizanin, ew pirsgirêkên vî gelî jî tênagehin. Ji xwe êdî daxwazek wek zimanê zikmakî rewa nikarin paşde bidin û ji nedîtî ve bên.”
Bêguman ev daxwaza, daxwazeke herî hindik û herî însanî ye, lê ji bo ku konkret e baş e.
Dema kurd di vê daxaza xwe da israr bikin, cîhan jî ewê li pişta wan be. Li Ewrûpayê, di nava cîhana medenî da kes û dewleta ku li dijî perwerdeya zimanê dayikê derkeve tuneye.
Û qebûlnekirina tirkan jî ewê wan têxe tengasiyên pir mezin, ne mimkûn e ku Yekîtiya Ewrûpayê siyaseta Tirkiyê ya înkarê qebûl bike.
Ev dem borî.
Loma jî di vî warî da kurdê piştgiriyeke pir mezin ji cîhanê bigrin.
Bengî Yildiz, li ser rewşa kurdên li derî Kurdistanê dijîn jî got,”helbet li herêmên din yên Tirkiyê jî divê kurdî wek zimanê resmî yê duyê ji bal tirkan ve bê xwendin. Berpirs û karmendên ku tên Kurdistanê divê bi kurdî bizanibin. Kesê ku ji zimanê vî milletî fahm neke nikare çareyan ji derdê wî re bibîne.”
Pir rast e, heta nuha kurdan newêrêbûn rastiyên wiha bianîna zimên, lê ji nuha û pê va dibê êdî eşkere bibêjin, dewlet mecbûre berpirsiyariya perwerdeya zarokên kurdan jî weke yên tirkan bigre ser milê xwe û mamûrên wê jî dibê bi zimaê vî miletî bizanibin.
Dema bi kurdî nizanibin û fêr nebin wê demê dibê kurd xwe îdare bikin.
Ma dema kurd li Tirkiyê dibin mamûr ne bi tirkî dipeyivin, dibê eynî tişt jî ji bo tirkan jî be...
Kesên ku bi kurdî nizanibin dibê nikanibin li Kurdistanê bibin walî, qaymeqam, dozger, hakim û mamûr.
Kesên bixwazin kurdan îdare bikin dibê bi zimanê kurdan jî bizanibin.
Çawa ku her mamûrê dewletê li Tirkiyê bi zimanê tirkî dizane, her wisa dibê bi zimanê kurdan jî bizanibin.
Nimûneya herî nêzê Kurdistana başûr e.
Wezîrê Perwerdehiya Hukûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn M. Dizeyî, di axaftina xwe ya pêşwazîkirina heyeta rêxistina UNAMI ya Neteweyên Yekbûyî da piştî ku di derbarê sîstema wan ya perwerdeyê da hin agahî dan, got:
” Hikûmeta herêmê li gor Danezane Mafê Mirovî ya Cîhanî girîngiyeke temam dide ol, netew û rengên cihê. Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê ji perwerde û hîndekariya kêmnetewan wek Kildan, Asûrî, Turkmen û Ermenan û olên cûda berpirsiyar e. Li seranserê Herêma Kurdistanê hemû netewe (kêmnetewe) bi zimanên xwe yên zikmakî perwerde dibin û hemû hewcedariyên wan saziyan jî hikûmeta herêmê bicî tîne.”
Li Tirkiyê mafê kurdan bi qasî ji sedî yekê tirkmenên Kurdistana başûr jî tuneye. Esas ne ji sedî yek, li Tirkiyê mafê kurdan ji bi binda tuneye, sifir e.
Loma jî di minaqeşeyên çêkirina qanûna bingehîn ya nuh da dibê kurd van daxwazên xwe yên netewî, yên perwerdeyê, yên nasnameyê bi rengekî sîstematîk pêşkêşî bîrûraya giştî bikin.
Esas kî çi dixwaze dibê biwêribe bibêje, ji federasyonê bigre, heta bi otonomiya ku nuha BDP dibêje, her dîtin dibê were gotin.

11 oktober 2010
Rexneyek li rexneya Helîm Yûsif
Do di malpera Avestakurd da min nivîsa Helîm Yûsif xwend.
Helîm Yûsif, nivîskarekî ku kêfa min ji stîl û berhemên wî ra tê. Loma jî heger wexta min hebe ez hemû nivîsên wî dixwînim.
Ji ber vê yekê, min ev nivîsa wî jî xwend.
Li gor Helîm Yûsif dinivîse, di nabê dudu û sisiyê(2-3)Cotmehê da li Berlînê festîvaleke ”Wêjeya Kurdî” hatiye lidarxistin.
Ji bo ku Helîm Yûsif, dîtinên xwe yên derbarê romana kurdî da bîne zimên, gelo romana kurdî heye, yan tuneye, komîteya amadekar ew jî vexwendine festîwala ”Wêjeya Kurdî.”
Ji vê çêtir, mala wan ava…
Helîm ji bajarê Wuppertalê rabûye lêxistiye çûye Berlînê.
Dîsa li ser bextê Helîm, nabêna Berlîn û Wuppertalê jî 500 km ye, yanî çûyin û hatin dike 1000 km rê…
Ez Almanyayê hinekî nas dikim, trênên almanan weke babelîsk diherin, meriv hew carê bala xwe didê ku gihîştiye ciyê xwe…
Yanî 1000 km te ne tiştek e….
Festîwal ji alî çend rêxistin û dezgehên wek Înstîtûya Kurdî li Almanya, Awadanî, Navenda Kurd, Bûn, Weşanên Han û Komîta Çand û Ziman ya KNK-ê ve hatibû amedekrin.
Bêyî amadekaran çend piştgir jî hebûne. Wek, Deutsch – Mesopotamische Bildungszentrum Sozk e.V. Hînbûn, Komela Jinên Kurd li Tarawge, Mitosfilm û Komela Braderani Kerkûk.
Û ji bilî van amadekar û piştgiran, li dora şeş ”sponsoran” jî li pişt festîwalê bûne.
Yanî festîwaleke ne ya henek menekan bûye, birek rêxistin, dezgeh û komele li pişt bûne.
Û ”logoyên wan jî weke reqlam di binê programa festîwalê da hatibûne çapkirin…
Ê helbet ewê bê çapkirin, kî perê xwe bide ewê li tûtikê xe…
Neyse, piştî van agahdariyên bi teferûat Helîm ji ”roja yekem û saeta yekem” ya festîwalê dest bi rexneyên xwe yên nermik û germik dike û malikê li komîteya amadekar, li kurdên Berlînê, li sponsoran, li piştgiran, li nivîskaran axirê kesî saxlem û bê birîn nahêle, pir hindik hemûyan baş boyax dike.
Programê wek gelek caran nîv saetê dereng dest pê kiriye.
Na, na weleh bira di "wextê" da dest pê bikira?
Yanî Helîm nuha ev jî rexne ye tu bi xatirê Xwedê dikî?
Helbet ewê deredng dest pê bike....(! )
Kurro dema program di wextê da dest pê bike anormal e, wê demê ji qalîteya kurdbûna me tiştek kêm dibe.
Loma jî civînên kurdan tim dereng dest pê dikin û ji bo ku her kes dizane civîn di wextê da dest pê nake loma jî her kes dereng tê.
Û dema meriv dipirse jî, dibêjin ez dizanim kes di wextê da nayê, lema ez jî dereng hatim…
Û ev adet wiha dom dike...
Helîm dibêje, li Berlînê li dora 50.000 kurd dijîn, lê hejmara kesên hatibûn festîwala ”Wêjeya Kurdî” ji hejmara navên dezgeh, sazî û sponsoran kêmtir bûne.
Heyran şikir bike ku wa ye dîsa çend kes hatine.
Îşê kurdên Berlînê(piranî jî yên Tirkiyê)tuneye were li te û nivîskarên kurd guhdarî bikin.
Nivîskar tirk û Axaftin bi tirkî bûye ewê bihatana, lê îşê kurdên bakur tuneye herin li nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Îranê û Îraqê guhdarî bikin.
Tewlolo, tewlolo, yanî ev jî rex neye?
Komîteyê çi bikira jî pere nedikir, kes nedihat.
Helîm dibêje, programa rojê bi kêmanî saetekê dereng dest pê kir lê xwarin tam di wextê da hat xwarin.
Her kesî di wextê da(saet 14.00) û pir aktîfî û dilxweşî berê xwe daye ciyê xwarinê.
Dema qala xwarinê bûye salon bi carê da vala bûye û her kesî bi lez bazdaye aşxaneyê.
Û sedema vê lezgînî deqîqbûna ji bo xwarinê jî milet gotiye, ”dibê xwarin sar nebe”, çimkî xwarina sar nayê xwarin.
Îcar fena ku ev argument neketibe serê helîm.
Bi dîtina min jî rast e, xwarin bi germî xweş e û bi zikê birçî jî meriv nikane li çîrok û romana kurdî guhdarî bike, ewê zikê mriv bike qurre qurr…
Têrbûna zik ji têrbûna meju û aqil mihîmtir e.
Loma jî dibê meriv hinekî heq bide zik jî…
Nivîskarekî kurd li ser wêjeya(edebiyata) zarokan axifîye, qala girîngiya wêjeya bi zimanê kurdî kiriye.
Guhdarekî ku cîranê semînerdar bûye ji Helîm ra gotiye, zarokên vî camêrî bi kurdî nizanin û ew li malê bi elamnî bi hev ra dipeyivin.
Ê tu dibêjî qey ev kontrast ji bo kurdên Tirkiyê tiştekî nuh e, heyran gelek mamostên zimanê kurdî li mala xwe, bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin.
Ma tu vi ya nuh dibihîzî ez benî?
Di vê nabênê da Helîm qala bûyereke xwe ya şexsî jî kirye, bûyer wiha neqil kiriye:
”Berî vegera me bi du saetan, du ”wêjehezên” behdînî ji bo ez romana xwe ”Masî Tî Dibin” ji wan re imze bikim hatin cem min. Min bi kêfxweşî imze kir, ji min pirsîn:
Ka em pereyên buhayê bidin kê.?
Min navê xortê firoşker ”Kamîran” ji wan re got û çûn. Dema bû dema vegerê, ez çûm cem ”Kamîran” û min daneyên romanê yên ku hebûn xistin çente, Kamîran ji min re got:
Du dane ji romana te hatin firotin, lê wan ji min re got, ku ew ê pereyên buhayê wê bidin te.
Wisa min naskir ku ji min re gotine, emê bidin Kamîran û ji Kamîran re jî gotine, emê bidin nivîskar. Bi vî awayî her du wêjevanên kurd çalakiya xwe ya ”kurdewarî” pêk anîn.
Li wan helal be!”
Helîm Yûsif merivekî jîr e, dema dilê wî bixwaze dikane piralî bifikire, lê di vê bûyerê da piralî û pir îhtîmal nafikire, raste rast herdu nivîskarên behdînî jî bi xapandinê û ”sîrkatiyê” îtham dike.
Yaho dikane hezarûyek îtîmalên din hebin, belkî cuzdanên xwe li mal ji bîr kiribin…
Belkî perê hûr li ba wan tunebûye…
Belkî li ba wan adet wiha ye, meriv wisa dibêje û wisa dike…
Belkî dema ji ba Kamiran vegeriyan riya xwe şaş kirin û tu nedîtin û dûra rê nebirin ser masa Kamiran…
Yanî wek min got, dikane hezarûyek sebebê vê nedanê hebe birayê ezîz, hema maneyeke xerab nede çalakiya wêjehezên kurd…
Nivîs dirêjtir e, lê ez qala ”sosireta dawî”, şer û tevliheviya vegerê û bilêtan nakim, ewê pir dirêj bibe.
Bes dixwazim li vir ji Helîm ra tiştekî bibêjim…
Birayê Helîm, nuha mêrikan rociya xwe xwar û tu ezimandin festîwalê?
Tu du rojan li bajarê Berlînê mayî, te bi sedan nivîskar û mirovên wêjehiz dîtin, te bi wan ra sohbet kir, te li ser edebiyat û romana kurdî semîner da, te tonek kitêbên xwe, tenê bi ”du zayîat” firotin, de tu hîn dawa çi dikî û ji xelkê çi dixwazî ez qurban?
Ma tu dawa îmana xelkê dikî?
Nizanim civînê dereng dest pêkiriye, nizanim herkes reviyaye aşxanê, nizanim perê bilêtan tunebûye, nizanim du kitêbên te çirpandine, nizanim mamosteyê ku qala edebiayta zaroakan ya zikmakî kiriye ew bi xwe bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyive û nizanim çi û çi…
Ma ji bo kurdan vana jî kêmasî ne looo?
Qey tu ji hêvî tê bira ?
Çawa ku birinc rijî ne xweş e, civînên kurdan yên bêkêmasî jî wisa ne xweş in, dibê wiha be, kêmasiyên wiha "biçûk" tam û şîrînayiyekê dide civînan.
Ma ne ev ”kêmasî” bûna te yê nuha qala çi bikira?
Weleh ez li dewsa komîtê bim salê tê tu xwe perçe jî bikî ez bang te nakim û wesalam…
Heyran dema dor tê ser kul û kêmasiyên kurdan çavên te dibin çar, wiha nabe...
Tu jî hema her tiştî dibînî lo, tu dibêjî qey çavên te mercek in, tu çewtî û kêmasiyên herî biçûk jî dibînî bira…
Kêmasiyan nebîne, çavê xwe bigre, te dît nebêje, te got, kêm bibêje…
Ma tu dikî qûna dinyayê rast bikî, Helîm?

10 oktober 2010
Karê* sêwî nabe nêrî
Bi Xwedê em kurd miletekî ecêb in û weselam...
Ev demeke ji du radyoyên înternetê ji min ra hin e-mailên bi tirkî tên, dibêjin filan rojê û di filan saetê da , filan filan programa me heye, ya jî filan dengbêj ewê bibe mîvanê me.
Navên xwediyên e-mailan û yên programê bi kurdî ne.
Navê radyoyekê, “Radyoya Dengê Azadî” û xortê xwediyê meylê jî Murad Cengîz e.

Bi çend hemşeriyên xwe ra sohbetek xweş
Xwendevanên hêja, di "facebook"ê da di nabê min û çend hemşeriyên min da sohbeteke gelkî xweş çêbû.
Ez bi xwe him bi nasîna wan û him jî bi vê sohbeta bi wan ra pir kêfxweş bûm.
Lê ji ber ku sohbet di "facebook"ê ye lema jî da gelek xwendevanên ku "facebook" a wan tuneye û hîn hewqasî bi pêş neketine nikanin van sohbetên me taqîb bikin.
Îcar ji bo ku xwendevanên ne xwedî "facebook" jî bikanibin vê sohbeta me bişopînin û belkî ew jî tevê bibin ez çend nivîsên vê sohbetê li vir diweşînim.
Bi hêviya ku bi dilê we be jî...
Zinarê XamoMerwanê jîr û biaqil, ez bi şiroveya te û Nûrettîn Anyig gelkî dilşa bûm, min digot belkî Wêranşar bi carê da wêran bûye. Lê baş e wa ye zeviyê me çandibû bi carê da nebûye beyar, çend kulîlk û şitlên hêvîdar hîn hene...
Di tespîtên xwe yên li ser Wêranşarê tu wek sosyolog û antrepologan peyivîye, te analîzeke pir balkêş kiriye.
Te tiştên rast û gelkî girîng gotine, te tiliya xwe daye ser birînê û teşhîseke pir girîng kiriye.
Her bijî, ez te pîroz dikim.
Nuretin AnyigSilav û réz mamoste, belé ez Abdurrahim Anyig nas dikim. Ezé silavén te ji wî re bibéjim. Ew hevalé te Abdurrahim, pismamé mine û ez zavé mine jî.:))) .
Ew niha li Batmané di tapukadrasto de memure.
Ez li Ewrupa diminim lé ez nuh hatime Ewrupayé. Ez li zindanén dewleta tirkan gelek wextén diréj mam. Min li zindanan li ser zimané kurdi xebatén xweş kir u ez di waré ziman de diroka ziman, rastnivisin û axaftinén pratiki elimim. Li Ewrupayé di vi warî de xwbatén min çénebû. lé Mervan li ser ziman hineki xebatén wi çébun, û ez texmin dikim ewé bidome ji...
Ez te dişopinim mamoste.
Dema tu çu welét, hevalé min séxabdi ji hatibu pérgî te. Nuri Înan ji hebû. Dûre min wéneyé we di interneté ditin. başbû. aqubet li me bi ji ... :)))
Ev sé,çar sal in ku ez ji welét derketime hema disa ji hestén ji durbuna welat mirov xemgin dike.
bi hevditineke xweç silav u réz mamoste.
Merwan Hemdulah YilmazWelle mamoste ez bersiva pirsa te bi çîrokek te bidim wê hîn baştir be;
wek te çîroka xwe de gotibû "yekî siweregî diçe bijîşkê dirana bijîşk li diranê wî dinere. dibêje lazime du diranê te bê kişandin; ger ez bitevizînim û bikişînim bi 1000 kaatiye û ez bê derzî bikişînim bi 500 kaatiye, tu siweregiye tê deyax bike.
yê siweregî difikire him pera wê kêm bide û him jî wê dereceya deyaxa xwe nîşanî bijîşk bide. dibê je netevîzine û bikişîne. bijîk ji nişka ve diranê wî yê ewil dikişîne, dema dike yê din bikişîne destê xwe davêje destê bijîşk, dibêje hela bisekine, bijîşk dibêje çi bû.
dibêje erê min got ez ji siwerêgê me lê dayika min ji wêranşarê ye tu ji kerema xwe re yê din bitevizîne û bikişîne..."
Erê ez li Wêranşarê hatime dinê lê bi eslê xwe ji Qoserê (mêrdîn) me :))
Mamoste ji bo çareseriyan pirsgirêkan lêkolîn û nerînen civaktî nebe mirov wê her dem di riyên talî de bimîne. pirsgirêk pirsgirêkek civakiye.
piştî têkçûna serhilda Birahîm paşa civaka wêranşar çav tirsiyayî bûn. ji ber vê sedemê kesê bûn şahîdên vê têkçûnê ruyê dewleta romê yê rastîn dîtin.
Bi vê rastiyê herdem peşiya zarokên xwe girtin û wer şîret li wan kirin. ji bo carekdin bi rûyê dewleta romê rû bi rû nemînin li gor xwe hinek tedbîr digirtin.
rewşa wêranşarê ya neha jî mirov dikare bêje encamên wan tedbîranane. ciwanên wêranşar yên bi sayê zanîngehan ji bin per û bazkên malbatên xwe difilitin rastiya xwe dibînin û li gor vê rastiyê tevdigerin. lê bi piranî ev yek bi zanîngehê sînor dimîne. ji ber ku
dema zanîngeha xwe xilas dikin dîsa dikevin bin per û bazkên mezinên xwe. Ez ji bo vê yekê dibêjim di hundurê xwede xwedî potansiyalek mezine.neha pirsgirek yek jî eve mirovê çawa bikaribe vê potansiyelê rake ser lingan...
Zinarê XamoHer bijî Merwanê jîr, wa ye te "Hindik-Rindik" xwendiye û bi kêmanî pêkenînek jê di bîra te da maye.
Û ew jî wa ye bikêrî te hat.
Wele min ji navê te texmîn dikir ku tu hinekî "durre" yî, yanî ne wêranşariyekî tam î....:))
Lê dîsa jî tişt nabe, netîce tu xwarziyê me yî û li wêranşarê hatiye dinê, li wir mezin bûyî.
Em, bi jîrîtî û zanebûna xwarziyên xwe serbilind dibin.
Merwan, tiştek bala min dikşîne, gelo ya te jî dikşîne, mahcir û mêrdînî ne tê da, lê swêregî û dêrikî kalikê wan jî li wêranşar hatibin dinê nabêjin em wêranşarî ne, cardin jî dibêjin em "swêregî" û "dêrikî" ne...
Wek dêrikî dibêjin, kurro diya te ji wêranşar, tu li wêranşar hatiyî dinê û li wir mezin bûyî, belkî tu 2-3 şevan jî li Qoserê(Qiziltepe)nemayî, lê tu hîn jî xwe wêranşarî nahesibînî...
De were nemre, de were neteqe?
Yanî nuha ez zeyiya xwe ji bavê te bistînim û te bê dê bihêlim ez neheq im?
Neyse bi naskirina te ez kêfxweş bûm...
Ma tu nuha li ku dimînî gelo?
Merwan Hemdulah Yilmazbelê hevalê nûrettîn ez dizanîm Birahîm paşê pîşiyên weye ji xwe min xerabiya wî nekiriye min pêsnê wî daye.
Em pê qayil bibin an em pê qayil nebin rastiyak heye ji dema û vir ve hîna kesek li wêranşarê xwedî derneketiye.
Spas ji bo te tu jî li xwe baş binere...
Mamoste ez jî kêfxweş im ku ez we dinasim. Lê ez vê yekê bêjim bi mixabinn ez ne xwarziya wêranşariya me ez ji dê û bavê jî ji Qoserê me.
Tespîta we ya li ser dêrikiyan û siwerêgiyan raste lê mixabin hezar car mixabin sedama vê jî di tahlîlkirana civaka wêranşar de wê xwe bide der.
Dema em li Siweregê, Wêranşarê û li Dêrikê binerin 3 navçeyên herî pir nêzî hevin lê li gel vê nêziyê çanda hinekî ji hev dûre bala min jî ev yek dikşîne yek caran jî li ser kûr bû me.
Weke mînak em li pira şawelêt binerin aliyê pirê yê hêla wêranşarê gundê heyî û gundê wî aliyê pirê; devaka wan cûda ye, çanda wan cûda ye, reqsa wan cûdaye û hwd.
weke minak "diya te nabêjin ciya te, diyarberkir - ciyarbekir :))) û hwd."
îcar divê em li weranşar û wêranşariya binerin (bi rastî ez naxwazim vê yekê li ser cihên wîsa nîqaş bikim dibe ku hinek hevalên me yê wêranşarî ji vê bêşin.
BI VAN NIRXANDINAN TU CARÎ EZ HEMÛ WÊRANŞARIYAN WUSA NANIRXÎNİM) min di nivîsên jorîn de anîbû ziman disa pêwîstî dubarê nake.
Dema ji bo pêşketina wêranşar Birahîm paşa ji Merdînê ez ne şaşbim ji siwerege jî, 'hedat, serraf, bezirgan û hwd' anî (berê digotin bajarî) navenda bajêr ji vana pêk hat, yanî bajarî ji vana pêk dihat.
herwiha mamûr, xwedevan, bijîşkên bajêr jî ji vanan pêk dihat. piraniya niştecihên wêranşarê li gunda bi çandinyu bi xwedîkirina sewalan mişûl dibûn.
piştî me ev profî derxist ka îcar em li nakokiyên di navbera bajariya û gundiya binerin.
Weke hûn dizanin li hemû dinyayê ev nakokî dişibe hev.
di çavên bajariyan de gundî cehelin, nezanin û hwd. ji aliyê gundiya ve jî ev yek cûda tê xwuyakirin hinekî jî ji bandora polîtîkayên asîmlasyonê jî ev yek pêk tê gundî dixwazin xwe bigihîne bajariyan, dixwestin xwe bişibînin wan, ev yek ji bo gundiyan gelekî zehmet bû.
xwedeyê wan pir pir kêm bû, aboriya wan pir bi sînorbû.
îcar ji ber van bi qismekî wêranşariyên paşve rû hesûdî li dijî bajariyan ango kesên paşê hatine wêranşarê bi cî bûne pêşket.
Rastiya vê tespîtê fermana filla pişt rast dike. filleyên hatin kusştin jî pirêwan bu qûrbana vê hesûdî û dewlemendiya xwe.
Ev rastî ji diverên din jî derbas dibe. her weha ez mijarê pirr belav nekim. ez dîsa werim ser wêranşarê û biyaniyên wêranşarê.
Ev hesûdiya pêşket bi wî nifşî sînor nema xwe gihand nifşên din jî. car caran ev yek xwe di zaman de û car caran jî xwe di fihêl de der.
Kesên hatibûn wêranşarê bi malbatî hatibû bi eşîr nehatibûn ji ber vê yekê di çavên hinan de we bê xwedî dihatin hesibandin.
Di gelek pirsgirêkên bi çûk de weke heyfê ji wan bigrin êrişî wan dikir. mînakên vana pirin.
Ev yek nakokiya di navbera wan de qûrtir kir.
Bu sebep ku bi pêv nekelin. di çavên hinan de ew wer siweregî û dêrikî man yanî wer wan biyanî dîtin.
Siweregiyan û Dêrikiyan jî bi pîskolojiya "kêm netewan" hîn zêdetir çandên xwe di nava xwe de parastin.
Ji ber vê yekê jî ev entegrasyon pêk nehat û hîn jî siweregî dibêjin em siweregî ne, dêrikî jî dibêjin em dirikîne...
ez bawer im hinekî dirêj bû lê heya ji destê min hat min kin kir :)).
Lê ev bi çend hevokan nayê şîrovekirin.ez ne şaşbim tu apê min jî hûn hevlingên hevin :)) mamoste ez li Siwîsreyê dimînim. bimîne di xweşiyê de dem baş..
Zinarê XamoWeleh te dîsa şirik ji meselê berdaye, bîna aliman ji te tê heyran, ez ditirsim tu hin "ilm milmên" pir giran(Xwedê di orta me û wan da) dixwînî, dibê meriv hevza xwe ji te bike bavo....
Ez binêrim, belkî ez van nivîsan jî biweşînim...
Ma tu çima tim agahdariyên xwe wiha diqurçimînî lo, te gotiye ez û apê te belkî hevalê hev bin.
De îcar te çima navê wî negotiye?
Hela ji kerema xwe ra navê wî bibêje...
Gelek silavên dostaniyê
Merwan Hemdulah Yilmazestexfûrallah çi hedê me ye. em ji xwe re di halê xwe de ne :)) min destê xwe daye ser serê xwe. rebenê xwedê me çima hûnê ji min bitirsin.
divê ez bitirsim...
Zinarê Xamo
Merwanê hêja, heyran te dîsa navê apê xwe negotiye, diyar e tu ji partiya "hevalan" î, tu pir îllegal î, tu naxwazî edres medres, navmavên apê xwe eşkere bikî bavo...:))!
Hela bi "dizîka" bibêje apê te kî ye?
Nuretin Anyigmamoste ez usluba te pir diecibinim.
ne mumkunu ku meriv bixwine u nekene
:))))) tu herbiji.
wele mervan tu eskere diki , biki, ger tu eskere neki ezé nav é te ji u navé malbata te ji eskere bikim HEVAL. :))))))
Zinarê XamoSipas ji bo piştgiriya te Nusret, ez tena serê xwe nikanim ji heq van xortan derkevim. Û di ser da vana "erbanî" ne, wek me wêranşariyên gundî ne xam in hema bi carê da kunya xwe teblîx bikin....:)))
Lê ez apê te me, bi çend henekan û gotinê...
Nuretin Anyigraste mamoste, hemdullah hé tam venebuye. divé tu bi xér a dé u bav é xwe kelpetaneké bavéje ziman é wi :)))
ez pir keniyam. me birya sohbet a kurd u kurmanci kiriye. silav u réz
Merwan Hemdulah Yilmazmamoste dibe ku ez bajarî bim (bajarî bûna min tenê jî tenê ji ber ez li bajêr çêbûme û mezin bûme yanî ne ew feresata bajarîtiyê ye) lê ez nebû me ewrûpî ez hîna teze me li welatê wena.
Yanî ev dernan malê we ye.
Ez hîn bi zimanê wan nizanim. Lê mamoste hûn belkî ez hîn netabûm dinê hûn hatibûn ewrûpayê, de îcar bila raya giştî biryarê bide bê kî ewrûpayî ye.
her wiha we min qeydî rûpela xwe kiriye lê hîn merhebayek me tuneye ma mirov wê çawa rabe momoste ez merwan ji filan eşîrê me, hûn û apê min hevlingên hevin.
ma wa dibe divê mijar mijarê veke were mijara xwe. yanî wek em qala sosyolojiya weranşarê dikin û ez rabim bêjim şelengo, nabe ev mesele tiştekî wiha ye.
Nusret Ekinci"gırave axtamar ,qesra ishakpaşa şelaleya muradiye xezna Kurdistaneye vana. mın gelak bira va derana qıriye"
Zinarê XamoNusret, wan deran mehên buharê pir xweş e, here bibîne.
Em kurd evîndarê xelkê û welatê xelkê ne, ji welatê xwe bêtir welatê, xelkê, ji dîroka xwe bêtir dîroka xelkê, ji edebiyata xwe bêtir edebiyata xelkê nas dikin û dixwazin nas bikin.
Mesela li Wêranşarê belkî piraniya der û dora te, dost û hevalên te yên halxweş piraniya der û bajarên Tirkiyê yên xweş dîtine.
Lê ez bawer nakim ku 10 wêranşariyan jî Wan, Bazîd, Qers, Bedlîs, Tetwan, Gola Nemrûd, Şelaleya Mûradiyê, Dêra Axdamarê, Kela Wanê, Adiyaman, Meletiye, Elezîz, Darê û gelek ciyln Kurdistanê yên din dîtibin.
Wek nimûne, Kurdistana Îranê pir û pir xweş e, bi sedan derên xweş hene, lê ez bawer nakim ku ji Wêranşarê yek kurd jî ji bo dîtinê, ji bo gerê çûbe li wan deran geriya be û xwestibe bibîne.
Diçin Ewrûpayê, diçin Dubayî û nizanim ku derê, lê dîtina welatê wan nayê bîra kesî...
Dibê meriv li ser sebebê vê yekê gelkî serê xwe biêşîne, kurd çima ji xwe, ji welatê xwe bêtir ji xelkê û welatê xelkê hez dikin?
Çima?
Û dema koç dikin jî heger ne ji mecbûrî be, berê wan tu carî ne li bajarekî Kurdistanê yê din e, berê wan tim û tim li Tirkiyê û li ba tirka ye....
Yanî bêhemdî dîsa kela dilê min rabû û loma min tu jî nerehet kirî...

09 oktober 2010
Miletê ku zimanê xwe wenda bike her tiştê xwe wenda dike
Dibêjin ji Konficyus pirsine, gotine heger tu li welatekî desthilatdar bûya pêşî te yê bixwesta çi bikira?
Wî jî gotiye:
-Bê guman minê berê bala xwe bida zimên, ziman rewîze, rast bikira.
Gotine ji bo çi ziman?
Konfîçyus jî gotiye:
-Ji ber ku dema di zimên da tevlihevî hebe tiştê tê gotin ewê baş neyê fêmkirin.
Dema ziman bi qusûr be, peyv nikanin fikir û ramanê baş îfade bikin. Gava fikir baş îfade nebe, wezîfe û xizmet jî nikanin wek ku lazim e were kirin. Li dera ku wezîfe û xizmet bi qasî ku lazim e neyê kirin adet, nîzam(pergal) û kultur xera dibin. Dema adet, nîzam û kultur xera bibe, edalet jî xera dibe, ji rê derdikeve, milet nizane ku mesele ewê here bigihîje ku. A ji ber vê yekê ye ku tu tişt bi qasî zimên ne girîng e....
Filozofê meşhûr Wittgenstein jî bi qasî Konfîçyus girîngî daye zimên û rola zimên, loma wî jî gotiye ku:
“Sînorê zimanê min sînorê cîhana min e.”
Dîsa fîlozofekî alman yê din jî(Leibniz)li ser zimên serê xwe gelkî êşnadiye, gotiye:
“Zimanekî mikemel bide min, ez ji te ra miletekî mezin çêbikim, bînim wucûdê...”
Bernard Shaw jî li ser eynî mijarê rawestiyaye û wî jî gotiye:
“Kesê ku zimanê xwe baş nizanibe, zimanên din jî nizane”, baş fêr nabe.
Yanî hakimnebûna zimanê diyakê li hember fêrbûna zimanên din jî dibe astengeke mezin, kesê ku zimanê dayika xwe baş fêr nebe, zimanekî din jî baş fêr nabe...
Ji xwe ji ber vê yekê ku li Tirkiyê di mekteban da li gor tirkan, zarokên kurdan kêmtir serkeftî ne, kêmtir dikevin zanîngehan.
Çîmkî zimanê diyaka xwe fêr nabin û loma jî tirkî û zimanên din jî pir baş fêr nabin, çimkî bingeh zeîf e, ne xurt e...
Di jiyanê da kesê ku kanibe xwe baş û xweşik îfade bike tim û tim li karê ye. Kesê ku bikanibe di axaftina xwe da, di nivîsa xwe da gotineke pêşiyan, pêkenînekê, aforîzmeke bi îsabet ya jî metaforeke(mecaz)xweşik bikar bîne hurmetê dibîne, giraniyekê li ser însanan peyda dike.
Û ev yek jî bi hakimeyeta zimên va girêdayîye, ew zimanê ku meriv pê mezin dibe, pê lorînan guhdarî dike, pê çîrok, meselok, pêkenînan û stranan guhdarî dike û fêr dibe...
Mesela kesên bi kurdî baş dizanin bi piranî xweş sohbet in, şêwirxweş in, zarxweş in, cimata wan tim şên e.
Çimkî hakimê zimên in, loma jî haya wan ji kultur û eddebiyata milet heye.
Zimanekî biyanî meriv çuqasî baş fêr bibe jî weke zimanê dayikê ruh û mejiyê meriv serapê ranapêçe.
Lê rehên zimanê dayikê, yê zaroktiyê pir kûr in.
Ji ber vê yekêye ku bûyer û bîranînên zaroktiyê û xortaniyê di jiyana însanan da pir girîng in, zû bi zû nayên jibîrkirin.
Lê tiştên meriv dûra, di salên mezniyayê da fêr dibe zû tê jibîrkirin, wek zanînên zaroktiyê di hişê meriv da namînin.
Nivîskar, kemalîst û neteweperetê bi nav û deng Peyamî Safa, dibêje, “Miletê ku zimanê xwe wenda bike her tiştê xwe wenda dike... "A ji ber vê yekêye, ji roja ku Komara Tirkiyê ava bûye û virda ye tirk dixwazin zimanê kurdan bi wan bidin wendakirin; ji bo ku miletê kurd her tiştê xwe wenda bike....

08 oktober 2010
Îro jî bira ji xwendevanan ra be
Piştî meqaleya min ya li ser Mehmet Oktay û rewşa wêranşar ”Bersîva `hevalekî` Wêranşarî”, çend xwendevan û xortên wêranşarî yên din jî xwe tevî şerê me kirin û ew jî hatin gazî û hawara min.
Lê ji şansê min yê xerab ra êdî kes di blogê da nanivîse, her kes di ”facebookê” da dinivîse.
Û hin heval û xwendevanên min yên ”paşadamayî” û ne modern hene ku rebenan hîn nizanin ”facebook” çi tebaye, loma jî xwendina van nivîsên giranbuha nabe qismet û nesîbê wan.

07 oktober 2010
Min çi hêvî dikir, çi derket pêşberî min...
Bi qasî ku min îsal havînî dît û ez dibînim, bêyê bajarê min Wêranşara wêran(Xwedê bike careke din jî wêran bibe) pir hindik, hema hema li piraniya bajarên Kurdistanê, li kêlek asîmîlasyonê, kurdayetî jî bi pêş ketiye, kesên ku bêtir bûne kurd, bêtir qedir û qîmetê didin ziman, çand û edebiyata kurdî li gor 30 sal berê zêde bûne…
Lê tenê li Wêranşarê eksê vê bûye, kurdayetî, kurdperwerî, evîndariya ziman û edebiyata kurdî ji bin da miriye, ji dêlî wê ”çepîtiyeke” vala, xerîbê gelê xwe, xerîbê zimanê xwe, kultur û edebiayta xwe heye.
Di dema min da, 30 sal berê dîwana seydayê Cegerxwîn Sewra Azadî, ketibû destê me, ji kêfan xewa me nedihat, weke tûtyayê, weke "qelûneke afyonê" me ji dest hev direvan, heta serê sibehan me dixwend û helbest ji ber dikir.
Nuha li gel ku kurdî ne qedexeye, li gel ku hemû Dîwanên Cegerxwîn û bi sedan kitêbên kurdî hene, lê dîsa jî kes(bêyî 2 kesan) du rêzên kurdî naxwîne û nizane bixwîne jî.
Yanî ji dêlî pêşveçûnê Wêranşar paşveçûye.
Ji ber ku min bi şaşî û bi nezanî ji hin xoratan ra got, kurdî fêr bibin, bi kurdî binivîsin, hinekan(Mehmet Oktay û çend hebên din) xwe gelkî aciz kirin, gotin heger tu wiha bikî emê te ji hevaltiya xwe ya facebookê derxin.
Ev rewşeke pir hezîn e...
Lê mixabin rast e...
Ez carcanan dibihîzim û dixwînim ku li filan bajarî mala dengbêjan vekirine, li filan bajarî qursa zimanê kurdî vekirine, li filan bajarî belediyê kampaniya alişvirêşa, ticareta bi kurdî daye destpêkirin û hwd.
Do jî min di malpera Avestakurdê da xwend, Belediya Dêrikê dest bi anonsên kurdî kiriye.
Belediya Dêrikê, ji bo paqijiya nava bajêr kampaniyek daye destpêkirin. Lê ji bo ku milet ji anonsên belediyê yên derbarê paqijiyê da baş fêm bike, belediyê biryar daye ku anonsên xwe bi kurdî bike.
Belediyê 4 meh berê bi şîara “ ji bo xwezayeke paqij dest bidin hev” kampanyayek daye destpêkirin û ji bo ku gel bi hêsanî beyan û anonsên belediyê tê bigihîje, anonsa kampanyayê bi kurdî dikin.
Di nava bajêr da ji dêlî tirkî, gelek pankartên bi kurdî jî bidarde kirine.
Çiuqas baş e, çuqas rind…
Birayereke biaqil, di cî da û kurdperwer.
Dibê belediya Wêranşarê û hemû belediyên BDP-ê yên din jî biryarên wiha bigrin, hêdî hêdî zimanê kurdî bi pêş xin.
Li bajarekî kurdan dibê zimanê belediya bajêr kurdî be, dibê belediye bi gelê xwe ra, bi xebatkarên xwe ra bi kurdî bipeyive.
Navê dahîreyan, navên meqam û beşan dibê bi kurdî jî werin nivîsîn.
Erê bi carê da nabe, lê dibê meriv dest pê bike, herr oja diçe ji kîsê me kurdan diçe, dibê em viya bizanibin.
Dibê kurd ji nuha da bi zimanê xwe, xwe amade û fêrî îdareya welatê xwe bikin, hêdî hêdî bingeha wê amede bikin.
Îro li Kurdistanê 100 belediye di destên kurdan da ne, ev ne hejmareke hindik e. Bêyî van belediyan li her bajarekî Kurdistanê BDP heye, bi milyonan kurd di nava BDP-ê da ne.
BDP, li Kurdistanê dikane 7-8 milyon însanî, belkî jî hîn jî zêdetir têxe hereketê, kar pê bide kirin.
Ev artêşeke pir mezin e, dema meriv vê hêzê rast bikar meriv dikane li Kurdistanê gelek tiştan bike.
BDP him weke partî û him jî bi riyê belediyan dikane dim gelek waran da seferberliga ”kurdayetiyê” bide destpêkirin.
Yanî giraniyê bide zimên, qursên ziman, muzîk û govendê veke, di van qursan da bi zarok û xoratan ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive.
Yanî dibê meriv zarok û xortan di her warî da bi kurdî perwerde bike.
Mesela dibê meriv hemû mamosteyên ku xwe kurd dihesibînin ji bo mamostetiya kurdî ji nuha da amede bike, ji bo wan qursên kin û întensîv veke.
Heger kadirên vî karî bikin tunebin dibê meriv gaziya alîkariyê bike.
Sibe dewlet zimanê me serbest bike mamosteyên bi kurdî dizanin têra Amedê tenê nakin.
Loma jî dibê em îmkanên di destên xwe da bi baş, pir biaqil û pir êntensîf bikar bînin.
Ev îmakan sibe dikanin ji destê me herin jî.
Ji ber vê yekê jî rica min, gazî û hawara min ji hemû kurdên xwedî îmkan û xwedî desthilat ev e ku dest bavêjin zarok û xortên kurdan, kurdî fêrî wan bikin, girîngiya zimên fêrî wan bikin, hest û şiûrê netewî li ba wan xurt bikin, edebiyat û dîroka wan fêrî wan bikin.
Salên zaroktiyê û xortaniyê di jiyana însanan da gelkî girîng in, hest, terbiye, kultur û zanîna ku meriv di van salan da digre, şiûrê ku di van salan da bi meriv ra çê dibe pir saxlem e, weke nivîs û nexşê li ser kevirê giranît e, zû bi zû jê naçe.
Di zaroktiyê û xortaniyê da meriv tiştan zû fêr dibe, lê piştê wê, êdî fêrbûn û hezkirin zahmet e.
Kurd dibêjin kurmê şîrî heta pîrî.
Loma jî dibê em hezkirin, evîn û girîngiya fêrbûna zimên bidin zarok û xortên xwe, vê meselê pir cidî bigrin.
Ez hêvî dikim ku berpirsiyarên belediye û BDP-ya Wêranşarê û hemû keç û xortên kurdperwer guh bidin van dîtin û pêşniyarên min û xebatên di van waran da bidin destpêkirin.

Prenumerera på:
Inlägg (Atom)