08 oktober 2010

Îro jî bira ji xwendevanan ra be

Piştî meqaleya min ya li ser Mehmet Oktay û rewşa wêranşar ”Bersîva `hevalekî` Wêranşarî”, çend xwendevan û xortên wêranşarî yên din jî xwe tevî şerê me kirin û ew jî hatin gazî û hawara min.
Lê ji şansê min yê xerab ra êdî kes di blogê da nanivîse, her kes di ”facebookê” da dinivîse.
Û hin heval û xwendevanên min yên ”paşadamayî” û ne modern hene ku rebenan hîn nizanin ”facebook” çi tebaye, loma jî xwendina van nivîsên giranbuha nabe qismet û nesîbê wan.
Çawa ku bi îcada barûdê ra mêranî betal bû, bi derketina facebookê ra jî êdî "blog milog" hemû mirin, roj roja facebookê ye.
Lê her kes weke min ne modern e û xwe zû "întibaqî" şertê dinyayê nake, hin dost û heval bi tempoya meşa kûsî xwe diguherin, loma jî nizanin facebook çiye...
Îcar ji bo ku ew jî bikanibin van nivîsên xwendevanan û bersîvên min bixwînin, ez îro ji van nivîsan çend heban diweşînim.
Kesê ku bixwaze berê, nivîsa min ya li ser Mehmet Oktay û rewşa Wêranşarê bixwîne dikane vê lînkê "Bersîva hevalekî Wêansarî" bitikîne.
Di binê her nivîseke xwendevanan da bersîveke min jî heye.
Kerem bikin bixwînin:

Merwan Hemdullah Yilmazev rastiyak wêranşarê ye, mirov vê yekê dikare di dema Birahîm paşa jî bivîn e.
Brahîm paşe ji bo wêranşarê pêş bixe gelek hunermendên kar ji hêla mêrdînê tîne, ji ber ku niştecihên wêranşarê tu kes bi karê hûnerê re ne têkildar bûn.
Karê wan tenê çandinî û xwedîkirana heywanan bû.
Lê zarokên wê demê li cem wan hunermandan xebitîn û kar fêrbûn.
Ger neha em li senaiyiya wêranşarê û li zêr firoşên wêranşarê binerin bingeha xwe hîn ji kirinên Birhîm paşa digre.
Mirov dikare bi Birahîm paşa qayil nebe lê rastiyek jî ew bû ku Birahîm paşe xwediyê Wêranşarê bû.
Ji xwe piştî paşê jî tu xwedîyê wêranşarê derneket û kes jî lê xwedî derneket.
Di xwezeya civakên feodal de pîskolojiya kerîbûnê heye û herwiha jî kerî bê şivan nabin.
ji ber vê yekê bi serê xwe nikarin tiştekî bikin herdem li benda hinekan dimînin, hinek ji wan re şivantiyê bike.
Heta ev pîskolojî neşkê tu pêşketin çênabe. Encax destana bişarê çeto, emê gozê, dewrêşê evdî godar bikin.
Ez dibêm qey tu der wek hêla wêranşarê dengbêjan zêde godar nakin lê ji van dengbêjan jî tiştek nastînin.
Lê di hundurê xwe de xwedî potansiyeleke mezine. Ev potansiyeleke xame hîn nehatiye hûnandin li benda Paşayê xwe ye

Zinarê XamoMerwanê jîr û biaqil, ez bi şiroveya te û Nûrettîn Anyig gelkî dilşa bûm, min digot belkî Wêranşar bi carê da wêran bûye.
Lê baş e wa ye zeviyê me çandibû bi carê da nebûye beyar, çend kulîlk û şitlên hêvîdar hîn hene...
Di tespîtên xwe yên ...li ser Wêranşarê tu wek sosyolog û antrepologan peyivîye, te analîzeke pir balkêş kiriye.
Te tiştên rast û gelkî girîng gotine, te tiliya xwe daye ser birînê û teşhîseke pir girîng kiriye.
Her bijî, ez te pîroz dikim.
Lawo ez ketime bextê te nebêje ez ne wêranşarî me...:((

Ez bawer dikim ewê dêrikî be, ji ber ku navê wî yê dêrikiyan e...

Nurettin Anyig
Bi réz zinar, bawer bike ev é te ji rupela xwe ya face derxistine, tu car rastiya xwe dernexistine zanebuneki, wek zanebuneke netewiti. ya rasti
netewiti, tu ji van fuqarana bipirsi' ji kijan xalan sadir dibe?' ewé ji tere béjin
1- Zimanek...e hevpar.
2- welatek e hevpar.
3- dirokek hevpar.
4-candek e hevpar.
5- baazareke hevpar.
ev raste lé her kes zane ku kurd ji van bé par hatine histin. em ji divé tékosina vé bidin ku em hebuna xwe biparézin.
ji ber vé yekéji seré her tisti em bi zimané xwe bipeyivin. canda xwe bijin, evana em dikanin bi rojane bikar binin. u yén dinji ji boy em bidestxinin emé tékosina xwe bimesinin.
hema ev én te ji rupel a xewe derxisine, bi lugata siyasi, em ji wanre dibéjin oportonist, bi lugata oli dibéjin munafiq, bi lugata gel ji dibéjin durru.
Ji aliyén din ji, ki dikane béje ev rupel a temsil a Wéransar é dike.
her ku yek derkeve bi vi awayi xwe temsilvan én welateki bibine, wé gavé emé ji van én bedel dane ci bibéjin? hema ya xwes tu ji wé rupelé derkeve u sukur bine rehmé ku tu neketiye wé derecé. xwe qet aciz neke u negre ciddiyeté ji. kundir ji durve mezin xuyaye lé hunduré wé valaye.
silav u réz

Zinarê XamoNûrettîn, bi şiroveya te ya gelkî biaqil û zîrekane ez pir û pur kêfxweş bûm. Bi vê şiroveyê te bîna min hiekî fire kir, li hember tabloya heyî ez gelkî xemgîn û

reşbîn bûbûm. Hebûna her xortê hay ji ziman, dîrok û netewa xwe heye heyecanê ...dide min, min ji dil kêfxweş dike.
Piştî ku haya te ji girîngiya zimên heye û tu bi kurdî jî dizanî, wê demê tu li Wêranşarê namînî, miheqeq tu li Ewrûpa dimînî.
Ji paşnavê te ez wer fêm dikim ku tu merivê Abdurehîm Anyig î. Abdurehîm hevalê me bû, lê ev 30 sal in haya min jê tuneye, heger tu wî nas dikî û dibînî silavên jê ra bibêje.
Gelek silavên biratiyê

Jiyan DemirMam Zinar ! Bila tu baş dizanibi ku tekoşîna me ev bê akilan re bimîne êdî qet şîrove û gotin lê namîne.Ji ber kû şoreş li van bimîne emê gellek dewerande wenda bibin.
Xortên kurd yên kû can fida tu car ew rexnên te paşgûh naxin û ew rexnan...a dibe mertal ji mere.
Xortên kÛ fraksiyona lumpen û wekî fettulahçî, başe kû ew zor û zextê wan nikarin me di bin bandora xwede bihêlin.(bawermend û şoreşger,).BErde bila ew jî bê nezantiya xwede wenda bibin lê bila tu baş dizanibe kû ew tekoşîna me yê xwirt( dibe hejmar hindik be) demek were ewê çarçoweya wêranşar b iguherîne.
Ez ji we ev tika dixwazim.Baweriya xwe ji gellê kurd û wêranşar neqişîne. Spas ji bo rexna te yê xwirt.Mam Zinar
BERXWEDAN JİYANE
ZİMAN û ÇAND JİYANE

Zinarê XamoJiyanê hêja, hebûna xortên weke we bêguman min gelkî kêfxweş dike, ji bo min dibe çavkaniya hêz û hêvîyeke mezin.
Hûn her hebin

Mayin TaMayin Ta Ma qey Kurdî xema kesî ye? Îro li bajarên mezin ên Bakurê Welêt hema bêje pirranîya Kurdan bi Tirkî diaxivin. :((
Ku tu bêjî ez herim wê derê û bêî ku ez bi Tirkî zanibim;
-Tu ê birçî bimînî, kêm aşxaneyek û markêtek heye ku tê de b...i Kurdî tê axaftin. Ku te israr jî kir bi te re dikevin 'eksê...
-Ku tu nexweş bikevî hey lo gidî li halê te! Hemû kesên nexweşxaneyan bi Tirkî diaxivin.
Filan û bêvan.

Jêrenot: Ji bo ketina malpera facebooka min vê lînkê bitijînin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE