Dibêjin ji Konficyus pirsine, gotine heger tu li welatekî desthilatdar bûya pêşî te yê bixwesta çi bikira?
Wî jî gotiye:
-Bê guman minê berê bala xwe bida zimên, ziman rewîze, rast bikira.
Gotine ji bo çi ziman?
Konfîçyus jî gotiye:
-Ji ber ku dema di zimên da tevlihevî hebe tiştê tê gotin ewê baş neyê fêmkirin.
Dema ziman bi qusûr be, peyv nikanin fikir û ramanê baş îfade bikin. Gava fikir baş îfade nebe, wezîfe û xizmet jî nikanin wek ku lazim e were kirin. Li dera ku wezîfe û xizmet bi qasî ku lazim e neyê kirin adet, nîzam(pergal) û kultur xera dibin. Dema adet, nîzam û kultur xera bibe, edalet jî xera dibe, ji rê derdikeve, milet nizane ku mesele ewê here bigihîje ku. A ji ber vê yekê ye ku tu tişt bi qasî zimên ne girîng e....
Filozofê meşhûr Wittgenstein jî bi qasî Konfîçyus girîngî daye zimên û rola zimên, loma wî jî gotiye ku:
“Sînorê zimanê min sînorê cîhana min e.”
Dîsa fîlozofekî alman yê din jî(Leibniz)li ser zimên serê xwe gelkî êşnadiye, gotiye:
“Zimanekî mikemel bide min, ez ji te ra miletekî mezin çêbikim, bînim wucûdê...”
Bernard Shaw jî li ser eynî mijarê rawestiyaye û wî jî gotiye:
“Kesê ku zimanê xwe baş nizanibe, zimanên din jî nizane”, baş fêr nabe.
Yanî hakimnebûna zimanê diyakê li hember fêrbûna zimanên din jî dibe astengeke mezin, kesê ku zimanê dayika xwe baş fêr nebe, zimanekî din jî baş fêr nabe...
Ji xwe ji ber vê yekê ku li Tirkiyê di mekteban da li gor tirkan, zarokên kurdan kêmtir serkeftî ne, kêmtir dikevin zanîngehan.
Çîmkî zimanê diyaka xwe fêr nabin û loma jî tirkî û zimanên din jî pir baş fêr nabin, çimkî bingeh zeîf e, ne xurt e...
Di jiyanê da kesê ku kanibe xwe baş û xweşik îfade bike tim û tim li karê ye. Kesê ku bikanibe di axaftina xwe da, di nivîsa xwe da gotineke pêşiyan, pêkenînekê, aforîzmeke bi îsabet ya jî metaforeke(mecaz)xweşik bikar bîne hurmetê dibîne, giraniyekê li ser însanan peyda dike.
Û ev yek jî bi hakimeyeta zimên va girêdayîye, ew zimanê ku meriv pê mezin dibe, pê lorînan guhdarî dike, pê çîrok, meselok, pêkenînan û stranan guhdarî dike û fêr dibe...
Mesela kesên bi kurdî baş dizanin bi piranî xweş sohbet in, şêwirxweş in, zarxweş in, cimata wan tim şên e.
Çimkî hakimê zimên in, loma jî haya wan ji kultur û eddebiyata milet heye.
Zimanekî biyanî meriv çuqasî baş fêr bibe jî weke zimanê dayikê ruh û mejiyê meriv serapê ranapêçe.
Lê rehên zimanê dayikê, yê zaroktiyê pir kûr in.
Ji ber vê yekêye ku bûyer û bîranînên zaroktiyê û xortaniyê di jiyana însanan da pir girîng in, zû bi zû nayên jibîrkirin.
Lê tiştên meriv dûra, di salên mezniyayê da fêr dibe zû tê jibîrkirin, wek zanînên zaroktiyê di hişê meriv da namînin.
Nivîskar, kemalîst û neteweperetê bi nav û deng Peyamî Safa, dibêje, “Miletê ku zimanê xwe wenda bike her tiştê xwe wenda dike... "A ji ber vê yekêye, ji roja ku Komara Tirkiyê ava bûye û virda ye tirk dixwazin zimanê kurdan bi wan bidin wendakirin; ji bo ku miletê kurd her tiştê xwe wenda bike....
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar