06 oktober 2010

Bersîva "hevalekî" Wêranşarî

Mehmet Oktayê delal, gelek sipas ji bo bersîva * te ya "tehdîtwarî".
Birayê Oktay, min ji malpera ”Vîranşehîr Gençlerî” ra negot çima hûn bi tirkî dinivîsin, min got çima hûn nivîsa min davêjin.
Ji ber ku berpirsiyarekî malperê ji min ra gotibû ”ji me ra binivîse”, loma min nivîsa xwe dixistê.
Ev yek.
Ya din, nezanî ne şerm e, kes di zikê diya xwe da fêrî tiştan nabe, lê fêrnebûn şerm e.
Tiştê dibê hûn weke kurd bizanibin hûn nizanin û vê nezaniya xwe jî qebûl nakin, weke kêmasî nabînin û pê nerehet jî nabin.
Ev ecêbeke giran e
Meriv him îmam be û bi him bi “qulhuwelahuehed” nizanibe nabe...
Hûn wek xortên vî miletî xwedêgiravî xwenda, têgihiştî û zane ne, hûn doza azadiya miletê kurd dikin, lê hûn hîn nizanin du gotinan jî bi kurdî rast binivîsin, mesela tu hîn nizanî navê min jî ”Zinarê Xamo” rast binivîsînî.
Ma ev ne sosiret e?
Û dema yek dibêje ev kêmasiye, dibê hûn fêrî nivîsîna kurdî bibin, hûn xwe dixeyidînin, diqeherin…
Însan şoreşger û kurdperwer be, bixwaze miletekî ji bindestiyê xelas bike, lê bi zimanê wî miletî nizanibe…
Ev, kêmasiyeke mezin e, dibê meriv vê kêmasiya xwe bibîne û hewil bide ji ortê rake.
Mihemedê delal, te gotiye ku ”bi zimên tenê Kurdistan ava nabe.”
Min tiştekî wiha negotiye, tu viya ji ber serê xwe derdixî, min gotiye û ez dibêjim, dibê em kurd zimanê xwe fêr bibin, bi hev ra bi tirkî nepeyivin.
Lê heger kurdî bimre, hemû kurd weke we bibin tirkîaxêv wê demê Kurdistan jî miriye, Kurdistaneke bêyî zimanê kurdî xeyaleke vala ye.
Miletek bi navê xwe tenê nabe milet, bi zimanê xwe, bi edebiyata xwe, bi muzîka xwe, bi çand û kultura xwe dibe milet.
Ma tiştê me û tirkan ji hev digerîne çi ye?
Gava hemû kurd weke te bi zimanê xwe nizinibin edebiyata (roman, çîrok, helbest, rojane û hwd.) kurdî jî namîne, muzîk jî namîne, sînema û tiyatro jî namîne, her tişt ewê bibe tirkî û dema her tişt bibe tirkî meriv jî dibe tirk.
Û dema kurd ketin vî halî, yanî asîmîle bûn êdî ewê ne Kurdistanê, Tirkiyeke demokratîktir bixwazin.
Û wê demê jî hema heta ji te tê bi tirkî bibêje ”ben kurd kokenliyim.” ya jî ”kokenîm kurdtur…
Axaftina te, edebiyata te, muzîka te, çapemeniya te, ewê bi tirkî be, lê tu yê bi tirkî bibêjî ”aslim kurdtur…”
Yanî çi?
Carê bala xwe bide der û dora xwe, tirkan çuqas miletên din helandine, kirine tirk.
Çima ?
Ji ber ku tirkan zimanê van miletan helandiye, hema heta ji wan tê bira bibêjin koka me ne tirk e, vala ye, ji xwe ji sedî 70-î tirkan ne tirk in, her kes bi viya dizane.
Lê ev yek tiştekî naguhere.
Miletê ku heta nuha nebûye tirk, tenê kurd in û ew jî ji ber zimên e.
Ji ber ku zimanê me nemiriye, zeîf be jî edebiyatek, muzîkek, çand û kultureke me ji ya tirkan cihê heye û evyek jî me ji hev cihê dike.
Yanî zimanê me bûye nasnameyeke me ya esasî, bi xêra vê nasnameyê em nebûne tirk, ereb û faris, weke kurd mane.
Ziman dilê miletekî ye, dema dil sekinî beden dibe term, dibe laşekî mirî.
Heger ziman ji bo rizgarbûna kurdan hewqasî ne girîng bûya nuha dewletê ji zûda serbest kiribûya.
Tirk dizanin gava kurdî serbest bikin, kurd bi zimanê xwe perwerde bibin avabûna Kurdistanê jî êdî li ber derî ye.
Ji ber ku mêrikan vê yekê dizanin loma serbest nakin, loma giraniyê didin asîmîlasyonê…
Di dawiya nivîsa xwe da te gotiye, heger ez we ”bi vî şiklî” qebûl nekim, hûnê min ji hevaltiya xwe ya facebookê derxînin…
Oktayê ezîz, weleh tu min derdixî dernaxî tu zanî, tu bi kêfa xwe yî.
Min ji wera tiştekî xerab negotiye, min riyeke xerab bi ber we nexistiye, min negotiye bibin tirk, min negotiye dev ji zimanê xwe berdin, min gotiye zimanê xwe fêr bibin.
Îcar ji bo vê gotinê hûn ”xortên Wêranşarê” hevaliya min qebûl nakin, hûn bi qîma xwe ne.
Wê demê herin bi tirkan ra û ji bi kesên tirkîhez ra hevaltiyê bikin, hûn serbest in…
Heger em kurd in û doza kurdayetiyê dikin, dibê em wacibê xwe bicih bînin, derza xwe baş bixebitin.
Û elîfbeya vî îşî, ya kurdayetiyê jî ziman e…
Wek hemşerî û mezinekî we, ez dixwazim hûn fêrî zimanê xwe bibin, heger ji wera alîkarî lazim e ez alîkariya we bikim.
Hewqas..
Lê heger ev gotina min bi we pir giran tê, hema îşev min ji hevaltiya xwe ya ”facebookê” derxin…
Tiştekî te yê din jî bala min kişand, te ji min ra gotiye ”heval”!
Min li malpera te nêrî, ez 16 salan ji te mestir im û ez bawer dikim ji dûrva be jî tu min nas jî dikî…
Lê te dîsa jî min ra gotiye ”heval”!
Carê ez û tu ne hevalên hev in, em hevûdu nasnakin, lê te dîsa jî gotiye, ”heval”!
Ev xîtab ne ya kultura kurda ye, meriv ji însanê bi emir ji xwe mestir ra nabêje ”heval”!
Meriv ya dibêje ”kekê, bira, birêz, dost, apo, xalo” lê ne ”heval”, ev kultur ji ku hatiye ez nizanim…
Oktayê giranbuha, rojek ewê were hûnê bibînin ku ez çiqasî bi heq û hûn jî çiqasî neheq bûne, lê ez ditirsim ku ew roj jî êdî dereng be…

*heval e heja bi zıman tene kürdistan ava nabe eğer bıba heta anıka bı dehcara eve bıba zıman tişki giringi lebele jıbo azadi ye ne bese em jiyan a abori ,dıbıstani, pertuk,rojname, bı tirki dibinin jibo vi bi kürdi temama jiyane em nıkarın mımeşinin tü bivi şekli me kebul neke ez te jı hevalitiya fecebook e derdığım jıbo tü acız nebe jı tere serkeftın...selabu rez

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE