07 oktober 2010

Min çi hêvî dikir, çi derket pêşberî min...

Bi qasî ku min îsal havînî dît û ez dibînim, bêyê bajarê min Wêranşara wêran(Xwedê bike careke din jî wêran bibe) pir hindik, hema hema li piraniya bajarên Kurdistanê, li kêlek asîmîlasyonê, kurdayetî jî bi pêş ketiye, kesên ku bêtir bûne kurd, bêtir qedir û qîmetê didin ziman, çand û edebiyata kurdî li gor 30 sal berê zêde bûne…
Lê tenê li Wêranşarê eksê vê bûye, kurdayetî, kurdperwerî, evîndariya ziman û edebiyata kurdî ji bin da miriye, ji dêlî wê ”çepîtiyeke” vala, xerîbê gelê xwe, xerîbê zimanê xwe, kultur û edebiayta xwe heye.
Di dema min da, 30 sal berê dîwana seydayê Cegerxwîn Sewra Azadî, ketibû destê me, ji kêfan xewa me nedihat, weke tûtyayê, weke "qelûneke afyonê" me ji dest hev direvan, heta serê sibehan me dixwend û helbest ji ber dikir.
Nuha li gel ku kurdî ne qedexeye, li gel ku hemû Dîwanên Cegerxwîn û bi sedan kitêbên kurdî hene, lê dîsa jî kes(bêyî 2 kesan) du rêzên kurdî naxwîne û nizane bixwîne jî.
Yanî ji dêlî pêşveçûnê Wêranşar paşveçûye.
Ji ber ku min bi şaşî û bi nezanî ji hin xoratan ra got, kurdî fêr bibin, bi kurdî binivîsin, hinekan(Mehmet Oktay û çend hebên din) xwe gelkî aciz kirin, gotin heger tu wiha bikî emê te ji hevaltiya xwe ya facebookê derxin.
Ev rewşeke pir hezîn e...
Lê mixabin rast e...
Ez carcanan dibihîzim û dixwînim ku li filan bajarî mala dengbêjan vekirine, li filan bajarî qursa zimanê kurdî vekirine, li filan bajarî belediyê kampaniya alişvirêşa, ticareta bi kurdî daye destpêkirin û hwd.
Do jî min di malpera Avestakurdê da xwend, Belediya Dêrikê dest bi anonsên kurdî kiriye.
Belediya Dêrikê
, ji bo paqijiya nava bajêr kampaniyek daye destpêkirin. Lê ji bo ku milet ji anonsên belediyê yên derbarê paqijiyê da baş fêm bike, belediyê biryar daye ku anonsên xwe bi kurdî bike.

Belediyê 4 meh berê bi şîara “ ji bo xwezayeke paqij dest bidin hev” kampanyayek daye destpêkirin û ji bo ku gel bi hêsanî beyan û anonsên belediyê tê bigihîje, anonsa kampanyayê bi kurdî dikin.
Di nava bajêr da ji dêlî tirkî, gelek pankartên bi kurdî jî bidarde kirine.
Çiuqas baş e, çuqas rind…
Birayereke biaqil, di cî da û kurdperwer.
Dibê belediya Wêranşarê û hemû belediyên BDP-ê yên din jî biryarên wiha bigrin, hêdî hêdî zimanê kurdî bi pêş xin.
Li bajarekî kurdan dibê zimanê belediya bajêr kurdî be, dibê belediye bi gelê xwe ra, bi xebatkarên xwe ra bi kurdî bipeyive.
Navê dahîreyan, navên meqam û beşan dibê bi kurdî jî werin nivîsîn.
Erê bi carê da nabe, lê dibê meriv dest pê bike, herr oja diçe ji kîsê me kurdan diçe, dibê em viya bizanibin.
Dibê kurd ji nuha da bi zimanê xwe, xwe amade û fêrî îdareya welatê xwe bikin, hêdî hêdî bingeha wê amede bikin.
Îro li Kurdistanê 100 belediye di destên kurdan da ne, ev ne hejmareke hindik e. Bêyî van belediyan li her bajarekî Kurdistanê BDP heye, bi milyonan kurd di nava BDP-ê da ne.
BDP, li Kurdistanê dikane 7-8 milyon însanî, belkî jî hîn jî zêdetir têxe hereketê, kar pê bide kirin.
Ev artêşeke pir mezin e, dema meriv vê hêzê rast bikar meriv dikane li Kurdistanê gelek tiştan bike.
BDP him weke partî û him jî bi riyê belediyan dikane dim gelek waran da seferberliga ”kurdayetiyê” bide destpêkirin.
Yanî giraniyê bide zimên, qursên ziman, muzîk û govendê veke, di van qursan da bi zarok û xoratan ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive.
Yanî dibê meriv zarok û xortan di her warî da bi kurdî perwerde bike.
Mesela dibê meriv hemû mamosteyên ku xwe kurd dihesibînin ji bo mamostetiya kurdî ji nuha da amede bike, ji bo wan qursên kin û întensîv veke.
Heger kadirên vî karî bikin tunebin dibê meriv gaziya alîkariyê bike.
Sibe dewlet zimanê me serbest bike mamosteyên bi kurdî dizanin têra Amedê tenê nakin.
Loma jî dibê em îmkanên di destên xwe da bi baş, pir biaqil û pir êntensîf bikar bînin.
Ev îmakan sibe dikanin ji destê me herin jî.
Ji ber vê yekê jî rica min, gazî û hawara min ji hemû kurdên xwedî îmkan û xwedî desthilat ev e ku dest bavêjin zarok û xortên kurdan, kurdî fêrî wan bikin, girîngiya zimên fêrî wan bikin, hest û şiûrê netewî li ba wan xurt bikin, edebiyat û dîroka wan fêrî wan bikin.
Salên zaroktiyê û xortaniyê di jiyana însanan da gelkî girîng in, hest, terbiye, kultur û zanîna ku meriv di van salan da digre, şiûrê ku di van salan da bi meriv ra çê dibe pir saxlem e, weke nivîs û nexşê li ser kevirê giranît e, zû bi zû jê naçe.
Di zaroktiyê û xortaniyê da meriv tiştan zû fêr dibe, lê piştê wê, êdî fêrbûn û hezkirin zahmet e.
Kurd dibêjin kurmê şîrî heta pîrî.
Loma jî dibê em hezkirin, evîn û girîngiya fêrbûna zimên bidin zarok û xortên xwe, vê meselê pir cidî bigrin.
Ez hêvî dikim ku berpirsiyarên belediye û BDP-ya Wêranşarê û hemû keç û xortên kurdperwer guh bidin van dîtin û pêşniyarên min û xebatên di van waran da bidin destpêkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE