Bi Xwedê em kurd miletekî ecêb in û weselam...
Ev demeke ji du radyoyên înternetê ji min ra hin e-mailên bi tirkî tên, dibêjin filan rojê û di filan saetê da , filan filan programa me heye, ya jî filan dengbêj ewê bibe mîvanê me.
Navên xwediyên e-mailan û yên programê bi kurdî ne.
Navê radyoyekê, “Radyoya Dengê Azadî” û xortê xwediyê meylê jî Murad Cengîz e.
Navê radyoya din jî “Dengê Huner” e û kesê meyl şandiye jî Ciwan Roj e.
Yanî navên her du radyoyan û navê berpirsiyarekî jî bi kurdî ye, lê mesaj bi xwe ne bi kurdî, bi tirkî ne.
Û him jî tenê bi tirkî, kurdiya wan tuneye.
Dema çavê meriv bi navê radyoyê û navê kesê ku e-meil şandiye dikeve kêfa meriv tê, heyecan tê meriv.
Lê gava meriv mesajê dixwîne meriv dişeqize, wek zebeşê meriv ji bo mîvanan bikere lê kurmî derkeve.
Yanî ”navî giran e, warî wêran e.”
Ya jî wek dibêjin, ”min li bejnê nerî bi zêran kirî, laçik rakir qartkê gurrî…”Lê min hîn li herdu radyoyan jî guhdarî nekiriye, ya xerab dibe ku programên wan jî bi tirkî bin, yanî nav, tenê ji bo firotin û xapandinê be.
Yanî îstîsmara nav û hestên kurdayetiyê tê kirin…
Ez çi bibêjim , weleh her tişt ji kurdan tê.
Ma berê ne wiha bû, navê hemû rojname û kovarên kurdan bi kurdî bûn, lê rojname û kovar bi xwe ya hemû bi tirkî bûn, ya jî 2-3 rûpel bi kurdiyeke wek turîstan bû.
Heta ne kovar û rojname tenê, partî û komel jî wisa bûn, navên wan xof û heyecan dixist dilê meriv, lê civîn û kongreyên wan, hemû danûstendinên wan yên bi nivîskî bi tirkî bûn.
Min digot belkî ew dewran êdî qediya be û di rojeke ku kurd ji dewletê perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin, êdî ewê ne nav tenê, naveroka dezgeh û beyanên xwe jî bikin kurdî.
Lê wisa xuya ye ”kurmê şîrî heta pîrî”, ev kultur hîn dom dike…
Gava meriv navê ”Dengê Azadî” û ”Dengê Huner” dibîne ji kêfan çav li serê meriv dibin tas, di bedena meriv da hemû şiûrên kurdperweriyê serî hildidin û meriv dixwaze hema di cî da bi çar tiliyan lînkên radyoyan bitikîne û here xwe bigihîne malperên wan…
Nuha heger radyo weke navên xwe bi kurdî ne wê demê dibê beyan û agahiyên wan jî bi kurdî bin, çimkî xîtabî kîtleyeke kurd tê kirin.
Dema beyaneke, ya kê û çi dibe qet ferq nake, ji kurdan ra tenê bi tirkî hate şandin, ev yek tê wê maneyê ku hemû kurd bi tirkî dizanin.
Ev şaş e, hemû kurd bi tirkî nizanin.
Bi milyonan kurdên Kurdistana Îranê, Îraqê, Sûriyê bi tîpên latînî û bi kurmancî dizanin lê bi tirkî nizanin.
Lê ev beyan û agahdariyên ku bi riya înternetê ji kurdan tên şandin ne bi kurdî, bi tirkî ne.
Ê qey kurdên Kurdistana Îranê, Îraqê û Sûriyê ne kurd in ku hûn hewce nabînin ku bi kurdî binivîsin, tenê bi tirkî dinivîsin?
Min ev herdu radyo weke mînak da, bêguman gelek nimûneyên bi vî rengî hene, ku qet guh nadin rewşa miletê kurd ya heyî, ya objektîv.
Bi dîtina min, beyan û agahdariyên bi giştî tên belavkirin dibê pir vekirî, zelal û înformatîv bin, însan şaşomaşo nekin, li ser navê radyoyeke bi kurdî dibê nameyeke bi tirkî neyê şandin.
Ya jî heger radyo bi tirkî ye, ya jî tevlihevv e, wê demê jî dibê ev yek were eşkerekirin û xelk bi navên kurdî nayên xapandin.
Dema ez li welêt bûm weke nuha ez dîsa ”rehet nedisekinîm”, min tiliya xwe di her qulê ra dikir.
Diya min ji min ra digot, ”lawê min, lawê min, ma tu yê qûna dinyayê rast bikî, çi îşê te jê heye, kî çi dike bira bike…”
Min ne wê çaxê û ne jî nuha, min tu carî ev şîret rast nedît, lê carnan ez ji xwe ra dibêjim, gelo ne be ku diya min bi heq be?
*Karik, kidik
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar