11 oktober 2010

Rexneyek li rexneya Helîm Yûsif

Do di malpera Avestakurd da min nivîsa Helîm Yûsif xwend.
Helîm Yûsif, nivîskarekî ku kêfa min ji stîl û berhemên wî ra tê. Loma jî heger wexta min hebe ez hemû nivîsên wî dixwînim.
Ji ber vê yekê, min ev nivîsa wî jî xwend.
Li gor Helîm Yûsif dinivîse, di nabê dudu û sisiyê(2-3)Cotmehê da li Berlînê festîvaleke ”Wêjeya Kurdî” hatiye lidarxistin.
Ji bo ku Helîm Yûsif, dîtinên xwe yên derbarê romana kurdî da bîne zimên, gelo romana kurdî heye, yan tuneye, komîteya amadekar ew jî vexwendine festîwala ”Wêjeya Kurdî.”
Ji vê çêtir, mala wan ava…
Helîm ji bajarê Wuppertalê rabûye lêxistiye çûye Berlînê.
Dîsa li ser bextê Helîm, nabêna Berlîn û Wuppertalê jî 500 km ye, yanî çûyin û hatin dike 1000 km rê…
Ez Almanyayê hinekî nas dikim, trênên almanan weke babelîsk diherin, meriv hew carê bala xwe didê ku gihîştiye ciyê xwe…
Yanî 1000 km te ne tiştek e….
Festîwal ji alî çend rêxistin û dezgehên wek Înstîtûya Kurdî li Almanya, Awadanî, Navenda Kurd, Bûn, Weşanên Han û Komîta Çand û Ziman ya KNK-ê ve hatibû amedekrin.
Bêyî amadekaran çend piştgir jî hebûne. Wek, Deutsch – Mesopotamische Bildungszentrum Sozk e.V. Hînbûn, Komela Jinên Kurd li Tarawge, Mitosfilm û Komela Braderani Kerkûk.
Û ji bilî van amadekar û piştgiran, li dora şeş ”sponsoran” jî li pişt festîwalê bûne.
Yanî festîwaleke ne ya henek menekan bûye, birek rêxistin, dezgeh û komele li pişt bûne.
Û ”logoyên wan jî weke reqlam di binê programa festîwalê da hatibûne çapkirin…
Ê helbet ewê bê çapkirin, kî perê xwe bide ewê li tûtikê xe…
Neyse, piştî van agahdariyên bi teferûat Helîm ji ”roja yekem û saeta yekem” ya festîwalê dest bi rexneyên xwe yên nermik û germik dike û malikê li komîteya amadekar, li kurdên Berlînê, li sponsoran, li piştgiran, li nivîskaran axirê kesî saxlem û bê birîn nahêle, pir hindik hemûyan baş boyax dike.
Programê wek gelek caran nîv saetê dereng dest pê kiriye.
Na, na weleh bira di "wextê" da dest pê bikira?
Yanî Helîm nuha ev jî rexne ye tu bi xatirê Xwedê dikî?
Helbet ewê deredng dest pê bike....(! )
Kurro dema program di wextê da dest pê bike anormal e, wê demê ji qalîteya kurdbûna me tiştek kêm dibe.
Loma jî civînên kurdan tim dereng dest pê dikin û ji bo ku her kes dizane civîn di wextê da dest pê nake loma jî her kes dereng tê.
Û dema meriv dipirse jî, dibêjin ez dizanim kes di wextê da nayê, lema ez jî dereng hatim…
Û ev adet wiha dom dike...
Helîm dibêje, li Berlînê li dora 50.000 kurd dijîn, lê hejmara kesên hatibûn festîwala ”Wêjeya Kurdî” ji hejmara navên dezgeh, sazî û sponsoran kêmtir bûne.
Heyran şikir bike ku wa ye dîsa çend kes hatine.
Îşê kurdên Berlînê(piranî jî yên Tirkiyê)tuneye were li te û nivîskarên kurd guhdarî bikin.
Nivîskar tirk û Axaftin bi tirkî bûye ewê bihatana, lê îşê kurdên bakur tuneye herin li nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Îranê û Îraqê guhdarî bikin.
Tewlolo, tewlolo, yanî ev jî rex neye?
Komîteyê çi bikira jî pere nedikir, kes nedihat.
Helîm dibêje, programa rojê bi kêmanî saetekê dereng dest pê kir lê xwarin tam di wextê da hat xwarin.
Her kesî di wextê da(saet 14.00) û pir aktîfî û dilxweşî berê xwe daye ciyê xwarinê.
Dema qala xwarinê bûye salon bi carê da vala bûye û her kesî bi lez bazdaye aşxaneyê.
Û sedema vê lezgînî deqîqbûna ji bo xwarinê jî milet gotiye, ”dibê xwarin sar nebe”, çimkî xwarina sar nayê xwarin.
Îcar fena ku ev argument neketibe serê helîm.
Bi dîtina min jî rast e, xwarin bi germî xweş e û bi zikê birçî jî meriv nikane li çîrok û romana kurdî guhdarî bike, ewê zikê mriv bike qurre qurr…
Têrbûna zik ji têrbûna meju û aqil mihîmtir e.
Loma jî dibê meriv hinekî heq bide zik jî…
Nivîskarekî kurd li ser wêjeya(edebiyata) zarokan axifîye, qala girîngiya wêjeya bi zimanê kurdî kiriye.
Guhdarekî ku cîranê semînerdar bûye ji Helîm ra gotiye, zarokên vî camêrî bi kurdî nizanin û ew li malê bi elamnî bi hev ra dipeyivin.
Ê tu dibêjî qey ev kontrast ji bo kurdên Tirkiyê tiştekî nuh e, heyran gelek mamostên zimanê kurdî li mala xwe, bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin.
Ma tu vi ya nuh dibihîzî ez benî?
Di vê nabênê da Helîm qala bûyereke xwe ya şexsî jî kirye, bûyer wiha neqil kiriye:
”Berî vegera me bi du saetan, du ”wêjehezên” behdînî ji bo ez romana xwe ”Masî Tî Dibin” ji wan re imze bikim hatin cem min. Min bi kêfxweşî imze kir, ji min pirsîn:
Ka em pereyên buhayê bidin kê.?
Min navê xortê firoşker ”Kamîran” ji wan re got û çûn. Dema bû dema vegerê, ez çûm cem ”Kamîran” û min daneyên romanê yên ku hebûn xistin çente, Kamîran ji min re got:
Du dane ji romana te hatin firotin, lê wan ji min re got, ku ew ê pereyên buhayê wê bidin te.
Wisa min naskir ku ji min re gotine, emê bidin Kamîran û ji Kamîran re jî gotine, emê bidin nivîskar. Bi vî awayî her du wêjevanên kurd çalakiya xwe ya ”kurdewarî” pêk anîn.
Li wan helal be!”
Helîm Yûsif merivekî jîr e, dema dilê wî bixwaze dikane piralî bifikire, lê di vê bûyerê da piralî û pir îhtîmal nafikire, raste rast herdu nivîskarên behdînî jî bi xapandinê û ”sîrkatiyê” îtham dike.
Yaho dikane hezarûyek îtîmalên din hebin, belkî cuzdanên xwe li mal ji bîr kiribin…
Belkî perê hûr li ba wan tunebûye…
Belkî li ba wan adet wiha ye, meriv wisa dibêje û wisa dike…
Belkî dema ji ba Kamiran vegeriyan riya xwe şaş kirin û tu nedîtin û dûra rê nebirin ser masa Kamiran…
Yanî wek min got, dikane hezarûyek sebebê vê nedanê hebe birayê ezîz, hema maneyeke xerab nede çalakiya wêjehezên kurd…
Nivîs dirêjtir e, lê ez qala ”sosireta dawî”, şer û tevliheviya vegerê û bilêtan nakim, ewê pir dirêj bibe.
Bes dixwazim li vir ji Helîm ra tiştekî bibêjim…
Birayê Helîm, nuha mêrikan rociya xwe xwar û tu ezimandin festîwalê?
Tu du rojan li bajarê Berlînê mayî, te bi sedan nivîskar û mirovên wêjehiz dîtin, te bi wan ra sohbet kir, te li ser edebiyat û romana kurdî semîner da, te tonek kitêbên xwe, tenê bi ”du zayîat” firotin, de tu hîn dawa çi dikî û ji xelkê çi dixwazî ez qurban?
Ma tu dawa îmana xelkê dikî?
Nizanim civînê dereng dest pêkiriye, nizanim herkes reviyaye aşxanê, nizanim perê bilêtan tunebûye, nizanim du kitêbên te çirpandine, nizanim mamosteyê ku qala edebiayta zaroakan ya zikmakî kiriye ew bi xwe bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyive û nizanim çi û çi…
Ma ji bo kurdan vana jî kêmasî ne looo?
Qey tu ji hêvî tê bira ?
Çawa ku birinc rijî ne xweş e, civînên kurdan yên bêkêmasî jî wisa ne xweş in, dibê wiha be, kêmasiyên wiha "biçûk" tam û şîrînayiyekê dide civînan.
Ma ne ev ”kêmasî” bûna te yê nuha qala çi bikira?
Weleh ez li dewsa komîtê bim salê tê tu xwe perçe jî bikî ez bang te nakim û wesalam…
Heyran dema dor tê ser kul û kêmasiyên kurdan çavên te dibin çar, wiha nabe...
Tu jî hema her tiştî dibînî lo, tu dibêjî qey çavên te mercek in, tu çewtî û kêmasiyên herî biçûk jî dibînî bira…
Kêmasiyan nebîne, çavê xwe bigre, te dît nebêje, te got, kêm bibêje…
Ma tu dikî qûna dinyayê rast bikî, Helîm?

2 kommentarer:

  1. Her bijî ji te re û ji dilê te yî devbiken re

    Bijijk Bengîn ( veysi özgür )

    SvaraRadera
  2. Li qusûra min nenêre Weysî, birayê ezîz, min shroveya te nedîtibû.
    Ji bo ku kêfa te ji nivîsê ra hatiye ez kêfxwesh bûm...

    SvaraRadera

PARVE BIKE