Şert û dîrok siyasetmedarên kurdan mecbûrî siyaseteke berbiçav ya konkret dike…
Daxwazên tên kirin pir hindik û ne li gor dilê meriv bin jî ez vê yekê weke pêşketineke pir baş dibînim.
Berê, pir ne diyar bû ku kurd(qesda min PKK û BD Pye)çi dixwazin û çi naxwazin…
Bi piranî tiştên abstrakt(muceret, soyut) û tevlihev digotin û dixwestin, meriv baş tê nedigihîşt çi dixwazin…
Lê ev demeke daxwazên bêtir konkret tên kirin.
Ev yek pêşketineke pir baş e û hêviyekê dide min.
Wekîlê serokê grûba parlamentoyê yê BDP-ê û parlamenterê Batmanê Bengî Yildiz do di axaftina xwe da got:
“Kurdistanê bibe otonom û li herêma otonom jî zimanê yekemîn wê Kurdî be, zimanê duwemîn jî wê Tirkî be. Yanî wê hem Kurdî hem jî Tirkî fêrbibin. Pêwîste em vê bi vî awayî bipejîrînîn. Raste li tevahiya Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkiye lê li gorî me pêwîste zimanê Kurdî jî weke zimanê duwemîn bê fêrkirin. Ev sîstem pêwîst erdnîgariya Kurd neke cihê helandinê û dest ji vê siyasetê berde. Waliyê wê Kurdî nizane, qeymeqam nizane, emniyeta wê nizane, mamostayê wê nizane û hûn dibêjîn ‘emê we bi rêvebibin’. Ewên ku zimanê vî gelî nizanin, ew pirsgirêkên vî gelî jî tênagehin. Ji xwe êdî daxwazek wek zimanê zikmakî rewa nikarin paşde bidin û ji nedîtî ve bên.”
Bêguman ev daxwaza, daxwazeke herî hindik û herî însanî ye, lê ji bo ku konkret e baş e.
Dema kurd di vê daxaza xwe da israr bikin, cîhan jî ewê li pişta wan be. Li Ewrûpayê, di nava cîhana medenî da kes û dewleta ku li dijî perwerdeya zimanê dayikê derkeve tuneye.
Û qebûlnekirina tirkan jî ewê wan têxe tengasiyên pir mezin, ne mimkûn e ku Yekîtiya Ewrûpayê siyaseta Tirkiyê ya înkarê qebûl bike.
Ev dem borî.
Loma jî di vî warî da kurdê piştgiriyeke pir mezin ji cîhanê bigrin.
Bengî Yildiz, li ser rewşa kurdên li derî Kurdistanê dijîn jî got,”helbet li herêmên din yên Tirkiyê jî divê kurdî wek zimanê resmî yê duyê ji bal tirkan ve bê xwendin. Berpirs û karmendên ku tên Kurdistanê divê bi kurdî bizanibin. Kesê ku ji zimanê vî milletî fahm neke nikare çareyan ji derdê wî re bibîne.”
Pir rast e, heta nuha kurdan newêrêbûn rastiyên wiha bianîna zimên, lê ji nuha û pê va dibê êdî eşkere bibêjin, dewlet mecbûre berpirsiyariya perwerdeya zarokên kurdan jî weke yên tirkan bigre ser milê xwe û mamûrên wê jî dibê bi zimaê vî miletî bizanibin.
Dema bi kurdî nizanibin û fêr nebin wê demê dibê kurd xwe îdare bikin.
Ma dema kurd li Tirkiyê dibin mamûr ne bi tirkî dipeyivin, dibê eynî tişt jî ji bo tirkan jî be...
Kesên ku bi kurdî nizanibin dibê nikanibin li Kurdistanê bibin walî, qaymeqam, dozger, hakim û mamûr.
Kesên bixwazin kurdan îdare bikin dibê bi zimanê kurdan jî bizanibin.
Çawa ku her mamûrê dewletê li Tirkiyê bi zimanê tirkî dizane, her wisa dibê bi zimanê kurdan jî bizanibin.
Nimûneya herî nêzê Kurdistana başûr e.
Wezîrê Perwerdehiya Hukûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn M. Dizeyî, di axaftina xwe ya pêşwazîkirina heyeta rêxistina UNAMI ya Neteweyên Yekbûyî da piştî ku di derbarê sîstema wan ya perwerdeyê da hin agahî dan, got:
” Hikûmeta herêmê li gor Danezane Mafê Mirovî ya Cîhanî girîngiyeke temam dide ol, netew û rengên cihê. Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê ji perwerde û hîndekariya kêmnetewan wek Kildan, Asûrî, Turkmen û Ermenan û olên cûda berpirsiyar e. Li seranserê Herêma Kurdistanê hemû netewe (kêmnetewe) bi zimanên xwe yên zikmakî perwerde dibin û hemû hewcedariyên wan saziyan jî hikûmeta herêmê bicî tîne.”
Li Tirkiyê mafê kurdan bi qasî ji sedî yekê tirkmenên Kurdistana başûr jî tuneye. Esas ne ji sedî yek, li Tirkiyê mafê kurdan ji bi binda tuneye, sifir e.
Loma jî di minaqeşeyên çêkirina qanûna bingehîn ya nuh da dibê kurd van daxwazên xwe yên netewî, yên perwerdeyê, yên nasnameyê bi rengekî sîstematîk pêşkêşî bîrûraya giştî bikin.
Esas kî çi dixwaze dibê biwêribe bibêje, ji federasyonê bigre, heta bi otonomiya ku nuha BDP dibêje, her dîtin dibê were gotin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar